
Tosinê Reşîd
tosn_reshid@yahoo.com.au
NETKURD
Aktuelbûn: 2009-03-12 14:50:01
Alê me, çawan li seranser Serhedê, rûmeta stran û dengbêjan timê jî bilind bûye. Salên zarotîya min ode hebûn, bi êvaran mêrê gund gişk li wir berev dibûn û heta nîvê şevê stran, destan û çirok digotin.
Ev çend salin li media kurdî gotarên ser radîyoya Yêrêvanê kêm nabin. Bêtirî wan gotaran ser wê pirsê ne ka kî stranên kurdî tomar kirine û parastine. Û di wê pirsê de yekşivêtî tune, piranîya wan gotaran dijî yek û du ne û ji talebextan re carana ji çarçova normên êtîkîyê derdikevin, çi ku gerek nebûya. Û ev pirs bi navê du serokên radîyoyê, yên demên cihe re tê girêdan; Casimê Celîl û Xelîl Mûradov.
Ev herdu camêr jî îro di nav me de nînîn, herdiyan jî gor îmkanên heyî xizmeta gelê xwe kirine û divêt keda wan bê nirxandin û rûmeta wan bê girtin. Lê dîsan jî nabe her tiştî bi navê herdu kesan re girê bidî. Di karê bi rêva birina wê radîyoyê de, karê tomar kirin û parastina stranan jî di nav de, keda bi dehan kesan heye, divêt keda wan jî bê şêkirandin.
Radîyoya Yêrêvanê, radîyoya dewletê bû, ji bo programên kurdî her roj nûçeyên sereke û şiroveyên sîyasî ji Moskvayê dihatin.
Çi ku tê ser stranan, gava programên bi zimanê gelekî tên çêkirin divêt sazbendîya wî gelî jî bê belav kirin, divêt stran û awazên kurdî bihatana tomar kirin û ev kar dihat kirin. Her tişt gor daxweza dewletê bû û bi îmkanên dewletê dihatin kirin. Di destpêkê de rê ne didan wekî stranên mêranîyê (stranên besa şera dikirin) bên weşandin. Wê demê stranên evîntîyê û govendê dihatin tomar kirin û weşandin. Dû re rêya stranên mêranîyê jî hate vekirin. Ji havîna sala 1963 an, gava Yekîtîya Sovêtê bi teherekî vekirî piştgirîya şorişa başûra Kurdistanê kir, vê carê rê dane stranên kurdperwarîyê jî. Usane çi ku dihat kirin gor daxweza dewletê dihat kirin û kesên di radîyoyê de kar dikirin, karê xwe dikirin, karê dewletê spartibû wan, karê ku wan ji bo wî karî mûçe (ma’aş) distandin.
Çi ku tê ser dengbêj û stranan, kesî ew amade ne dikirin, ew bi xwe hosta bûn. Hinek stranbêjên ku dengê wan xweş bû, lê ezmûna wan kêm bû, çawan Zadîna Şekir, Aslîka Qadir, hingê Egîtê Cimo ji bo wan stran dijbartin, amade dikirin û bi wan re meyê dixist.
Alê me, çawan li seranser Serhedê, rûmeta stran û dengbêjan timê jî bilind bûye. Salên zarotîya min ode hebûn, bi êvaran mêrê gund gişk li wir berev dibûn û heta nîvê şevê stran, destan û çirok digotin. Paşê jî heta niha jî dor textê şaya bi 6-7 siheta rûdinên û stran kêm nabin. Dengbêj davêjne ber hev û gerekê tu hosta bî, wekî bikaribî demên usan bistirêyî. Û ew şayî dibin dibistan ji bo dengbêjan. Ji ber vê jî eger ne di her gundî de, di piranîya gundan de dengbêjên baş, dengbêjên hosta hebûn. Û piranîya dengbêjan bi xwe dihatin radîyoyê, wekî dengê wan tomar bikin.
Ji alîkî mayîn ve ma radîyoyên Bexdayê, Têhranê xizmeta çanda kurdi nekirine? Parastina stranên Elê Merdan, Mehmed Arif Cizîrî, Meyrem Xan, Tahar Tofiq, Hesen Zirek, Eyşê Şan, Tehsîn Taya û gelekên mayîn ne xizmeta çanda kurdîye? Usan jî parastina dengê Kawûs Axa, Mehmedê Memlî… Ma ji bo çi gelek ji me qet navên serokê wan radîyoya jî nizanin?
Gerek bê gotin demên cihê gelek stranen kurdperwarîyê jî bi radîyoya Bexdayê dihatin belav kirin. Bo nimûn, strana “Welatê me Kurdistan e” cara yekemîn bi radîyoya Bexdayê hatîye belav kirin.
Usane kesî stêrk ji esmana ne anînne xwar, her kesî karê xwe kirîye, karê ku dewletê spartibû wan. Xizmeta tu kesî gerek neyê ji bîra kirin, lê çarçovên rastîyê û êtîkîyê divêt bên parastin.
LEYLA QASIM , 14.05.2010
NÊRÎNEK LI DÎROKA KEVNAR , 21.04.2010
Dergîstîya birê , 17.02.2010
Bîranîna Fatma Îsa , 17.01.2010
Fêrîkê Ûsiv-çend mitale , 23.12.2009
Rizalîyê Reşîd – 80 , 16.12.2009
Pîroz be , Emerîkê bira! , 10.09.2009
Wêneyê Osman Sebrî , 04.09.2009
APÊ MIN, QANATÊ KURDO , 19.08.2009
Wênekî dîrokî , 05.08.2009
Êzdîyên bê xweyî , 19.06.2009
Keder , 14.06.2009
Bûyarek ji jîyana Qanatê Kurdo , 06.06.2009
QANATÊ KURDO - 100 , 23.05.2009
Hêvî , 10.05.2009
Demokratî , 16.04.2009
Radîoya Yêrêvanê, heta kinge? , 12.03.2009
Divêt rastî bê gotin , 23.02.2009
Cankurd û lêkolîna wî , 21.01.2009
- Gotarên hatine şîrovekirin
M. Şefîq Oncu-DUDILÎ
AZIZ ALIŞ-Dengdayin, bikaranîna îradeyê ye
Metîn K. Dilxêrî-ŞAMPÎYONA CÎHAN YA BASKETBALL E YAN GOGASELIK
M. Şefîq Oncu-DI REFERANDÛMÊ DE ERKA STRATEJÎK
Yûra Nebîev-Kurd û îslam
HEDIYE GUZEL-Partiya çep ji bo pirsa kurd xebatê dike
Metîn K. Dilxêrî-MÛŞ RE JI BÛRSAYÊ TAYÎN XWESTIN


ŞÎROVEYÊ LÊKE
HEMÛ
DERXE SER KAXET (PRINT)