
Husên Duzen
husenduzen@hotmail.com
NETKURD
Aktuelbûn: 2009-04-13 00:03:01
Ne Vate, ne Netkurd ne jî Avestakurd, rasterast dibêjin TRT6 dezgeheke Kurdan e, lê belê ji van mînakan em dibînin ku bahsa TRT6 ne li cihê ku ew lê ye tê kirin.
Koma Xebatê a Kovara zazakî Vate, civîna xwe ya 17. roja 8ê vê mehê li Amedê pêk anî û di dawîya civînê de bi belavokeke çapemenîyê nerazîbûna xwe destnîşan kir ku TRT6 di Zazakî de alafabeya kurdî diguherîne:“Ne selahiyeta TRT6, ne jî ya dezgeyeka din heye ku alfabeya me biguherîne... Em karbidestên TRT-6ê îqaz dikin û em dixwazin rayagiştî jî di vê mijarê de hîşyar bibe.“
Belê, guhertina alfabeya kurdî ne mafê TRT6ê ye. Ma înkarkirin û qedexekirina Kurdî mafê xwedya TRTê ye? Koma Vate jî di belavoka xwe de bal kişandiye ser kirinên dewleta tirk: „Komara Tirkiye ji destpêka damezirîna xwe û heta polîtîkaya înkar û zordariyê ya li ser zimanê kurdî di çaroveya hin guhertinan de dest bi weşana kanala TRT6-ê kir.„
Ev şêweyê bahskirina TRT6ê, tevliheviyekê bi xwe re tîne. Wek ku ne bahsa rêxistineke dewleta tirk, lê belê dezgeheke Kurdan tê kirin. Berî ku ez nûçeya li ser belavoka Vate bixwînim jî helwesta hin malperên internetê yên kurdan bala min kişandibû, ku TRT6 mîna dezgeheke kurdan dihat pêşkêşkirin.
Di malpera Netkurdê de bi mehan e reqalmeke bi tîpên mezin heye:“TRT6 dest bi kurdî kir.“ Herweha van rojan malpera Avestakurd “25 pirs” li ser jiyana wan ji gelek nivîskar û hunermendên kurd dike, ku herdu pirsên pêşîn li ser TRT6 in.
Ne Vate, ne Netkurd ne jî Avestakurd, rasterast dibêjin TRT6 dezgeheke Kurdan e, lê belê ji van mînakan em dibînin ku bahsa TRT6 ne li cihê ku ew lê ye tê kirin. Ev tenê sê mînak in. Min pêdivî nedît ku ez wan mînakên kesên ku ji bo karibin di TRT6ê de kar bikin, ew derxistin ezmên, bidim. Bi min wisa tê ku destnîşankirina vê helwesta ku latent heye, zaf belabûyî ye, lê gelek caran eşkere nabe, bêtir bi kêr tê. Wer xuya ye ku ev helwest hin îşretên rûhiyta civakî ya kurdên bakur bi tevahî jî dide me.
Sewt Îsarîl (Dengê Îsraîl) radyoya Îsraîl e ku bi erebî weşanê dike. Ka di fanteziyên xwe de em kesekî felestînî bînin ber çavên xwe: Gelo ger em jê re bahsa Sewt Îsarîl bikin ewê çi helwestê destnişan bike? Gelo ewê vekirî an sergirtî be jî bibêje, ew radyoyeke bi zimanê me ye, divê em xwedî lê derkevin? Ev jî tenê mînakek e, merov dikare ji dêvla Îsraîl ve navê gelek dewletan bibêje û ji dêvla felestîn jî navê gelek gelên bindest. Gelo ev rastiya ku ji bo tevahiya dunyayê derbas dibe, seba çi ji bo Kurdên bakur derbas nabe?
Berî bi çendakî Têmûrê Xelîl di gotareke xwe de pirsîbû:”Ma gelo di cihanê de tu kes dibêje, xwezî ew jinika han diya min bûya?” Belê, kek Têmûr dibêjin. Kurdên bakur, kêliya ku kêfa wan ji jinekê re tê dibêjin:”Wey, tu diya min bî!” Belkî jî ev nelihevbûna wan a bi xwe re dibe sedemê ku girêdana di nav TRT6 û xwediya wê de nabînin.
- Gotarên hatine şîrovekirin
Metîn K. Dilxêrî-ŞAMPÎYONA CÎHAN YA BASKETBALL E YAN GOGASELIK
M. Şefîq Oncu-DI REFERANDÛMÊ DE ERKA STRATEJÎK
Yûra Nebîev-Kurd û îslam
HEDIYE GUZEL-Partiya çep ji bo pirsa kurd xebatê dike
Metîn K. Dilxêrî-MÛŞ RE JI BÛRSAYÊ TAYÎN XWESTIN
Hasan Huseyîn Denîz-Dora Boykotkirina Zimanê Tirkî ye
GULAN AVCI-Her gav di xebata min de perspektîva kurd hebûye


ŞÎROVEYÊ LÊKE
HEMÛ
DERXE SER KAXET (PRINT)