GOTARÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    




Bûbê Eser
bubeser@hotmail.com
Du rewşenbîrin herî zîrek...
NETKURD
Aktuelbûn: 2009-04-14 08:11:31


Ev kîn, ev hesûdî, ev bê temahamuliya kesên ku li dij TRT6 dertên ji bona çi ye? Gelo çi bûye sedem ku weha xwînê verdişin? Çima ewqasî li dij kesên ku diharin TRT6ê û bi kurdî ji gelê xwe re hin tiştan dibêjin, acizin


Ev kîn, ev hesûdî, ev bê temahamuliya kesên ku li dij TRT6 dertên ji bona çi ye? Gelo çi bûye sedem ku weha xwînê verdişin? Çima ewqasî li dij kesên ku diharin TRT6ê û bi kurdî ji gelê xwe re hin tiştan dibêjin, acizin? Çima di nivîsên xwe de nerastiyan tînin zimên û rastiyê vedişêrin? Çima ji bona ya xwe bi xelkê bide qebûl kirin û xwe tenê weke rewşenbîr bidin zanîn, diharin numûneyan ji Îsraîlê tînin? Ma kesên weha nizanin ku her gel û miletek li gor şert û mercên têdene dijîn? Hûn bawer bikin ez agirê bi van camêran û gelekên weke wan ketine dizanim. Dizanim ku ji bona çi li dij kesên ku diharin TRT6ê ne. Lê…


Du braderên bi rastî kêfa min ji wan re tê û qîmet û hêjayiyekê didim wan. Du braderên bi rastî kurdiya wan xweş û di vî warî de xizmetên hêja dikin. Lê herdu braderan yekî li du yê din du nivîsên li ser ew kesên diharin TRT6 nivîsîne û di wan nivîsên wan de ji rexnê bêtir bêhna dijminatî jê tê. Van herdu braderana di van nivîsên xwe de ji nû de dixwazin pêla dijminatiyê li bakur bilind bikin. Yek ji wan braderana Huseyin Duzen û yê din jî Helîm Yusuf e. Heqê herdu braderan hene ku nerîn û rexnên xwe di derheqê TRT6ê de bêjin. Başî û xerabiya wê vekin. Ev mafê herkesî ye. Lê ne heq e ku kesên diharin TRT6ê tawanbar bikin. Ma ji bona H.Yusuf di ROJTV de kar dike heqê min heye ku wî tawanbar bikin? NA. Her weha divê H.Yusuf jî vî heqê di xwede nebîne.


Gelo van herdu braderên ku xwe ji herkesî bêtir rewşenbîr û zana dihesibînin, dizanin ku piştî TRT6ê çiqasî pirtûkên kurdî li Tirkiyê û Kuridstanê têne firotin? Gelo ew dizanin ku stranbêjin ku heta niha qet bi kurdî ne stranin, êdî wan jî dest bi stranên kurdî kirine? Gelo van rewşenbîrên me yên bê alî(!) dizanin ku êdî tirsa kurdî axaftina li bakur rabûye û êdî herkesek li zimanê dayikê vegeriyanin? Mînakên weha gelek in, lê naxwazim dirêj bikim. Helîm Yusuf di nivîsa xwe ya ku êdî li gor wî li bakur rewşebîr nemane weha dibêje: ” Ji sala 2000 î û virde, ez bernama „ Gava sêyemîn“ ji bo televizyonên kurdî çêdikim ku niha jî di RojTV de tê wşeandin. Ji ber ku bername li ser wêje û edebiyata kurdî ye, min hema hema hemû nivîskarên kurd yên li derveyî welêt vexwendî vê bernamê kirine”. Her ew di vê nivîsa xwe de nerastiyekê jî tîne zimên. Gelo wî bangî kîjan nivîskarên ne PKKyî an jî dostên wan bûne, kirî ye? Ez yek ji wan im ku qet bangî min nekirîye û nikare bike jî. Ez dikarim bi dehan navên nivîskarên li swêd ku H.Yusuf bangî wan nikirîye û nikare bike, bidim. Îcar ez fêm nakim ku ev brader çima weha nerastiyê dibêje. Dibe ku karê wî ji dest nere hinan li ser wî ferz kiribin ku ew li dij nivîsakarên li swêd yên heta niha xebata wan ji bona zimên bûne, binivîsîne. Eger nenivîsanda dibû ku ji kar bihata avêtin. Loma ez dibêjim karekî weha bi yekî xwe rewşenbîr bizanibe nakev e.


Ji bona diravekî, ji bona karekî bê qîmet divê mirov nehekiyan û dûvikên ji derwan li nivîskar û rewşenbîran neke. Eger Helîm Yusuf hinekî serê xwe bilind kiriba û bê teref li rewşa bakurê Kurdistanê nerîba, wê bidîta ku berî û piştî TRT6ê rewşa zimên çawa bû. Ma Helîm Yusuf nizana ku hemû Televizyonên kurdî ku hene bi ser rêxistin an jî partiyekê vene. Ma Helîm Yusuf nizane ku Televizyona ew bi xwe lê kar dike, bi salan e ku Şivan Perwer dernaxin. Gelo Helîm Yusuf qet li ser vê nivîsek nivîsiye? Îcar brayê Helîm Yusuf heqê kê hebe jî yê te tune ye ku tu dev bavîje rewşenbîr û nivîskarên kurdan bi teybet yê swêd ku diharin TRT6ê. Tu û televizyona xwe ya ku dijminatiya kurdan dike li hev bimbarek bin.


Eger tu brayê Helîm Yusuf dixwazî nerîna min di derheqê TRT6ê bizanibe kerem bike van linkên jêr veke û bixwîne. Ez bi xwe jî piştgiriya TRT6 ê dikim û ez ê bikim. Min du program çê kirine û çi gavê bangî min bikin ez ê herim dîsa çê bikim. Li gor min ev tiştekî baş e û divê mirov piştgiriya wê jî bike. Bi vê yekê mirov piştgiriya zimanê xwe dike.


Lê tu brayê Helîm Yusuf ji kerema xwe re berî ku tu TRT6ê an jî nivîskarên li swêd rexne bike. Ji televizyona xwe bipirse bê çima Şivan Perwer û bi dehan kesên weke wî dernaxin. Te kîjan kes an jî nivîskarên ne PKKyî ne vexwandiye programa xwe ji kerema xwe re tu dikare navê wan bide. Ez dikarim bi dehan navan bidim ku te nikarirîbûye wan vexwîne programa xwe…

ŞÎROVEYÊ LÊKE HEMÛ     DERXE SER KAXET (PRINT)

  1. yusuf baği
    Bréz h.yusuf u bréz Bubé eser.hun dızanın bé hun çı dı kın u kar u zarara we jıbo golé kurd çiye.Ku hun nızanıbın ezé gotunek péşiya jı wer béjım.dıbéjın hin fılan kes ne buye dik bang dide. ez hévidarım ku hun bıbın ronayi jıb gel
Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. BAWER KEVIR
  2. M. Şefîq Oncu
  3. Yûra Nebîev
  4. HEDIYE GUZEL
  5. GULAN AVCI
  6. Hoşeng Broka
  7. EVÎN ÇETÎN
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Îbrahîm Guçlu
  10. Gernas Amedî
  11. Alî Fîkrî Işik
  12. Hamid Omerî
  13. Konê Reş
  14. Şakir Epözdemir
  15. Firat Cewerî
  16. Hasan Kaya
  17. Keya Îzol
  18. Mûrad A. Ciwan
  19. Mûrad Ciwan
  20. Raif Yaman
  21. Mazhar Duderî
  22. Tosinê Reşîd
  23. Salihê Kevirbirî
  24. Hesenê Dewrêş
  25. Aylin Unek
BAWER KEVIR

Pirsgirêkên navneteweyî ji bo min girîng in
Ez weke kurdekî penaber û tekoşerekî gelê xwe, problem û êşa gelê xwe ji nêzîk ve dinasim. Loma dibêjim divê em vê êşê bikşînin nava perlemanên ewropa da ku bikaribe ji wan alîkarî bigirin. Heger bême hilbijartin wê xebata min jî yek ji vê be.