
Sîdar Yigit
siyadare@hotmail.com
NETKURD
Aktuelbûn: 2009-08-07 11:50:35
Aram Tîgran serdemek e, beşekî bi serê xwe yê strana kurdî ye, ku di vê nivîsê de hilnayê. Aram xezîneyeke stranan e, bêhejmar gelek stranên wî hene, bi çendsedan in, yek ji ya din naskirîtir û hezkirîtir.
Bilbil pirs dike Feqî kanî. Ay Dîlberê, tu zanî Aram kanî?
Wêran ez im. malam xerab!
Aram Tîgran serdemek e, beşekî bi serê xwe yê strana kurdî ye, ku di vê nivîsê de hilnayê. Aram xezîneyeke stranan e, bêhejmar gelek stranên wî hene, bi çendsedan in, yek ji ya din naskirîtir û hezkirîtir. Ma kesek heye ku straneke wî nebihîstibe! Ewqasî naskirî ne ku yên bihîstine herdem nizanin strana kê ye. Kê stranên wî gotiye û kê negotiye.
Li ber dilê me şêrîn û nas e, dengekî ewqasî dilovan e ku em gelek caran ji wî re tenê pêşnavê wî dibêjin.
Cara yekemîn min Aram li bajarekî Almanya dît ku ez texmîn dikim Essen bû. Bi boneya Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî em herdû û gelek nasdarên din yên cîhana hunera kurdî ya li diyasporayê li vî bajarî bûn. Ji bo min dîtineke taybet bû. Aram ê xwediyê dengê ku min ewqas lê guhdar kiribû û li ber stranên wî mezin bibûm. Aramê ku dîtina wî paşê, dema vegeriyam Swêdê, ê bibûya behseke gelek taybet ji bo yên li malê.
Dûra ê bi ken û heyranî bigotan ”bi rastî, na lê!” di demek a ku hîn televizyona kurdî gelek ciwan bû, nûçêbûyî bû, di demek a ku dîtina hundermendekî ne ewqas hêsan bû, hîn serçavê hundermendan ji bo me naskirinên nû bûn, çûn û hatin ne mîna niha jinişkave bûn. Wî min nas kiribû û ez pirr şah bibûm! Di nava ewqas keçikên din yên govendgêr de Aram Tîgran min, ”ew a bi Rindo re” nas kiribû ji bernameya Nûbiharê ya televizyonê.
Fotografiyeke me heye ji wê kêliyê. Rojeke payizî li dor nîvro, hîn serma nehatiye lê hewa ji hênik sartir e. Dunya tavik e û me çavên xwe hinekî qurnisandine. Çav û devê wî bi hev re dikenin mîna gelek caran û bi dilovanî serê xwe hinekî bi aliyekî kiriye. Cumbuşa wî bi wî re ye, weke herdem bi taximê cilan û qerewat e, porê wî yê şînespî şahîk şehkirî ye, rastika wî bi aliyekî de ye. Aram Tîgran apekî navsere yê hijxwekirî bû. Sal 1995 bû.
Piştî çend salan, gelek caran fersend çêbû ku wî li Brukselê bibînim. Wê demê mala wî li Brukselê bû. Carê diçû û dihat ne tenê ji bo bernameyên televizyonê lê ji bo serdanê. Qedrê wî hebû û cîhê wî herdem xuya bû, li navenda balê bû û herdem hebûn guhdarên wî li dora wî. Civatxweş û bi serpêhatî bû, geriyayî bû, li gelek welatan jiya bû.
Di dema serdanên xwe de, li civatê, Aram mîna caran behs dikir çawa bavê wî weke gelek ermeniyên din bi alîkariya kurdan ji tevkujiyê rizgar bibû. Behsa rola bavê xwe ya girîng dikir ku ji wî re bi kurdî helbest rist dikir û wî han dida ber bi stranbêjiyê ve.
Şîreta bavê wî bû ku qedir û qîmetê gelê kurd zanibe, kurdan ji bîr neke ji ber alîkariya ku bi wî re kiribûn. Bavê Aram bi alîkariya axayekî kurd derbasî Binxetê, başûr-rojavayê Kurdistanê, bibû. Bavê Aram daxwaz ji kurê xwe kiribû ku bibe dostekî baş yê kurdan û bi stranên xwe kurdî biqedirîne.
Aram ji dil kurdî gotiye herdem. Aram bi xeml û rewş, şêrîn û xwes, pirr xweş awaz, letîf û naz kurdî stiraye. Ji bo hinek kesan kurdî bi vê stranê bi wan şêrîn bûye; bi vê stranê ji kurdiyê hez kirine.
Mamosteyê hêja, Aramê Tîgran!
Te çawa şîreta bavê xwe kiriye û te her û her dostaniya kurdan kiriye, çawa tu bûyî dengê kurdan, te bang li me kiriye û gotiye;
Xeletiyê bê feyde kin!
Azayê peyde kin!
Edlayê peyde kin!
Ez ê jî weke kurdekê dostaniya te tucar ji bîr nekim, ji bo gelê ermenî her bêjim û vebêjim, takû em xeletiyê bê feyde kin, azayê peyde kin, edlayê peyde kin ji bo gelên me. Ev jî şîreta bavê min e, mamosteyê hêja!
Ez ê dengê xwe bi yê te bi yek kim û ji bo me bistirêm;
Dilê min yarê Ermenîstanê!
Bedewiya te nayê bi ziman û bi zaran
Her goşek erda te mînanî zêran
Kurd Ermen li te dijîn bi hev re wekî biran
Tu car li wan nakeve lingê neyaran
Û ez ê dom kim;
Digerim nagerim ez ji te têr nabim
Xweliya te gulîstan, şên bî Hayastan!
Digerim nagerim ez ji te têr nabim
Xweliya te gulîstan, şên bî Kurdistan!
Dengê te di dilê min de her geş e; Ez a mîna te li Hayastanê.
Sîdar Yîgît etnolog û nivîskara serbest e, li Swêdê dijî.


ŞÎROVEYÊ LÊKE
HEMÛ
DERXE SER KAXET (PRINT)