GOTARÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    




Alî Fîkrî Işik
polesar@hotmail.com
Pêşbaziya Çîrokên neqediyayî (1)
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-04-22 10:59:40


Têgihîştina femkirinê, bi wateyeke dawî, her wext rêvîtîyeke bi paşveçûyîn ne. Gava ku Hegel dibêje’’ kundê Minerva tenê bi şev di fire’’ ez bim bahsa rihê wî tîştî dike.


Pêşbaziya Çîrokên neqediyayî (1)

Şener Özmen. Weşanên Lîs. Roman.

1-Pratikên Vegotinî-Retorîk.

 Têgihîştina femkirinê, bi wateyeke dawî, her wext rêvîtîyeke bi paşve cûyîn ne. Gava ku Hegel dibêje’’ kundê Minerva tenê bi şev di fire’’ ez bim bahsa rihê wî tîştî dike. Piştî xwendina Pêşbaziya Çîrokên neqediyayî,kenekî ku heya wê rojê haya min jê veşartî, xwe li ser suretê min dilivand.Bêhemdî ez ji çerxa jiyana xwe qewirim û bi riza zanîna xwe bûm perçek ji çîroka Sertac Karan an’’ Sertacê Ezteqiyamgidiyo’’…’’ Hingê Sertac Karan an Sertacê Erêbiserête bi rewşa xwe de digirîya…’’

Ez ê di vê bêşê de bahsa cihana wê romanê ji were nekim,na xêr!  1- Na, xêr, ez ê bahsa kat û kod ê vegotina vê romanê ji were nekim!  2- Na xêr, ez ê bahsa, rûpel ,rûpel veçirandina kat û kod ê şirovekirina xaçepirsa vê çîrokê jî ji we re nekim. 3- Na, xêr, ez ê bahsa, kat û kod ê bingehiya çand a  naveroka wî metnî, ku mişt ji zanîna civaka xwe  afirînê jî, ji ve re nekim. 4-Na, xêr, ez ê bahsa, kat û kod ê mekan, însan û tîştên ku her yek ji wan xwedî maneyaduyem in,û şanîderê wateya wê romanê ne, ez ê serê wan binixumînim û wan  ji we ve veşêrim. 5- Na xêr, ez ê bahsa, kat û kod ê tekilîyê cinsî û veçirandina sembolên psikoanalitikî ji we re nekim. Na xêr..  Hûn jî weke min bikin û pêşî wê romanê bixwinin da ku em bi hev re rêwîtîyekê bikin.

Fermo hinekî ji romanê tahmbikin!

…’’Û min ew kuşt’’…(rûpel184)

Qesas;

…’’ Û ez, Elî Osman, Elî Osmanê tekane lawê Evdilkerîmê Sewaxçî ji mirinê,nemaze ji mirineke bi vî rengî bêgam ditirsim, her wiha ji dûpişkan jî, ji dûv û pişkê wan,ji bêdengîya wan,ji pêvedana wan ên jinişkavî, ji ruh û rihê wan, ji şiqşiqa tizbiyên wan û behtir ji çavên wan,xasma dema ku awiran vedidin, her wekî ruh ji min bê kişandin, ez di ciyê xwe req dibim’’…(rûpel 179)

Qurban;

…‘’Serşok û tuwalêt di nav hev de bûn.Pirsgirêka herî mezin, bikaranîna wê mîrata tuwaletê bû ya ku jê re digotin Alafranga. Çareserî jî ev bû; Wî yê bi dû her rîtinê re derbasî kuwetê bibûya,wekî din xwepaqijkirina adetî ne pêkan bû’’…(Rûpel 146)

‘’Ma tu dizanî bê ez kî me?’’

‘’Na… ne…xêr…’’

‘’Ez Pîra Na me…’’

‘’Pîra çi?’’

‘’Pîra Na’’

‘’Pîra Na?’’

‘’Belê Pîra Na, ma te ji dev û diranên min tê dernexist bê ez dişibim çi?’’

‘’Belê min tê derêxist lê min cesaret nekir bibêjim û hîna jî…’’

‘’Hîna jî tu cesaret nakî…Ma tu dizanî bê ez çend salî me?’’

‘’Na, tenê texmîn dikim…’’

‘’Texmîn dikî, de baş e..Te quzê min dît?...

‘’………………………………………………..’’

‘’Min got ku te quzê min dît?..’’

‘’Ne ku min dît, te şanî min da, erê ew çi quzê bidev û diran bû wilo?...’’

‘’ Ma tu bizdiyayî?...’’

‘’Min tiştekî wilo neditibû ji lew…’’

‘’Te çi neditîbû, quz an quzê bidev û diran?...’’

‘’Tu pîrejineke bêedeb î û hew!’’

‘’Ez dapira te me…’’

‘’De here ji wir!’’

‘’Ez diya te me…’’

‘’Here ji wê pîsa heram!’’

‘’Ez meta te me…’’

‘’Ez ê di devê…tobe estexfurullah!’’

‘’Ez welatê te yê kavilbûyî me…’’

‘’Tu kîrê min î! Te bihîst!?

…’’Ez şerma te me…’’

‘’Tu ne çiyê min î!’’

‘’Ez hevala PÎRA TORÊ me…’’

‘’Tu nabî şimika li ber derî Pîra Torê!’’

‘’Ez şoreşa we ya têkçûyî me…’’

‘’Şoreşa me têk neçû, tenê me hinekî bi paş xist…’’

‘’Paşxistin, têkçûyîn e…’’

‘’Pîra feylesof!? Pek û sed carî pek!’’

‘’Tu ji jinan zehf ditirsî…’’

‘’Ez ji jinên mîna te ditirsim…’’

‘’Ez wêjeya we ya xwedbîn im…’’

‘’Xweş keee!’’

‘’Ez qeder im, qedera te me…’’

Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. M. Şefîq Oncu
  2. AZIZ ALIŞ
  3. Hamid Omerî
  4. Abdullah Deveci
  5. BAWER KEVIR
  6. Yûra Nebîev
  7. Hoşeng Broka
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Îbrahîm Guçlu
  10. Gernas Amedî
  11. Alî Fîkrî Işik
  12. Konê Reş
  13. Şakir Epözdemir
  14. Firat Cewerî
  15. Hasan Kaya
  16. Keya Îzol
  17. Mûrad A. Ciwan
  18. Mûrad Ciwan
  19. Raif Yaman
  20. Mazhar Duderî
  21. Tosinê Reşîd
  22. Salihê Kevirbirî
  23. Hesenê Dewrêş
  24. Aylin Unek
M. Şefîq Oncu

DUDILÎ

Carna mirov dudil dibe. Carna mirov du tiştên bi hev re nabin, dil dike. Ez jî îro dudil im. Qusûr be qusûr, sergêjî be sergêjî.