GOTARÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    




M.Şefiq Oncu
shefikoncu@hotmail.com
XÎYANETA JOHAN CRUYFF
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-12 10:41:59


Di eslê xwe de ne Spanya, sîstem û felsefeya Barcelonayê bû şampiyon û mîmarê vê sîstemê hollandiyek e.



Spanyayê zora Hollandayê bir û di nava du salan de piştî şampiyona Ewropayê bû şampiyona Cîhanê jî. Di eslê xwe de ne Spanya, sîstem û felsefeya Barcelonayê bû şampiyon û mîmarê vê sîstemê hollandiyek e.



Şampiyoneyeka Cîhanê ku em çend rojên dinê lê bizîvirin dê gelek tişt jê di heşê me de neba be, bidawî bû. Bêguman Vuvuzelaya serî ji me bir, Ahtapot Paulê xwedî keramet û xetayên hakema mohra xwe li vê şampiyonayê da.


Hezkiriyên fûtbolê ji maçên grûban ne razî bûn û hêvî dikir ku dê di maçên elemasyonê de tempo û kalîta maça bilind bibe.Ji bilî maçên Almanya-Brîtanya, Almanya-Arjantîn, Hollanda-Brezîlya û maça Spanya û Uruguayê ev hêvî jî nîvco ma.


Bi fûtbola hatibû leyistin êdî ji çar nîvfînalîsta kî bibûya şampiyon, dê kesî porê xwe kur nekira. Belkî Uruguay surprîz bû, lê ji xwe dema favorî li gorî favorîtiya xwe neleyizin, surprîz hergav hene.


Spanya cara yekê derket fînalê û li hemberî Hollandaya du cara fînal leyistibû biser ket û di nava du salan de piştî şampiyona Ewropayê ya cîhanê jî bidet xist û bû mezina cîhanê. Hollandayê di salên 1974 û 1978 de di dema Johan Cruyff,Johan Neeskens�û du birayên bi navê van der Kerkoff de du cara fînal leyistibû lê herduyan jî li hemberî mazûbanan wenda kiribû. Di fînalê vê carê ne mazûbanê şampiyonayê welatek din hebû û vê yekê jî hêviya Hollandayê xurt dikir. Lê hollandiyekî li Hollandayê xiyanet(!) kiribû.


Spanya di demên xwe yên herî baş de jî di şapmpiyona cîhanê de qe derneketibû nîvfînal û fînalê. Di eslê xwe de Spanyayê di her şampiyonayê de baş dest pê dikir lê dawî li perfrmansa xwe nedianî. Otorîteyên fûtbolê Spanyayê weka taximek turnûvayan qebûl ne dikir. Di fûtbola sapnî de mohra real Madrîdê hebû, real ji sedemên etnîkî û siyasî û pêwendiyên xwe yên dema dîktatoriya Franko de, nikaribû spaniya bighîne hev.Fûtbolvanên baskî di taxima netewî de nedileyistin(hê jî gelek kêm in), katalan bêdil bûn.


Qedera fûtbola spanî bi hollandiyek, bi Johan Cruyffê berê leyistikvanê FC Barcelonayê û stêra salên 1970-yî bû, guherî. Serokê Barcelonayê Joan Laporta di sala 1990 de Johan Cryuff kir patronê fûtbolê, her selahiyetek dawî. Cruyff li hemberî kirîna leyistikvanên navdar lê biha çare dîtibû, dest avêtibû karê ciwanan û Akademiya Barcelonayê ava kir. Serkevtinên Barcelonayê jî li pê hev hatin, Bakero, Guardiola, Xavî, Iniesta, Puyol û bidehan leyistikvanên navdar şagirtê vê Akademiyê ne. Îro çewa mohra Barcelonayê li fûtbola Ewropayê ye weha jî ya spanî û ya Spanyayê li ya cîhanê ye.


Spanya bisiarar weka Barcelonayê fûtbola total dileyize. Di vê sîstemê de armanca yekemîn hakimeyeta gogê ye. Taybetmendiyên leyistikvanan nêzî hev in. Em bala xwe bidinê stêrên weka Messî, Ronaldo yan jî Ronaldino di taximê de nîn in. Lê Hernandez Xavî û Andres Iniesta ji tu stêrê jî nekêmtir in. Helbet Pele, Maradona, Cruyff, Platini, Becakanbauer, Ronaldo, Zidan, Puskas, Ebusebio tev stêr bûn/in. Lê kî leyistikvanên weha komple û zîrek dîtiye ?


Jiber stêrên çavliwan, Messî, Ronaldo, Tevez, Rooney, Robinho weka dixwazin rojek berî rojekê şampiyona bo wan biqede û biçin malên xwe, em birçiyê fûtbolê hiştin. Thomes Mullerê 20 salî,, Diego Forlan, şuxlê wan jî kirin. Mullerê heta havîna 2009-ê jî di lîga amator de dileyist bû stêra şampiyona 2010-ê. Herçi Forlan û David Villa jî pênc gol avêtin jiber Muller di serda jî sê gol da avêtin, ew bû xwediyê sola zêrîn. Çi bexteweriyek mezin bo vî ciwanê henekçî, nefisbiçûk û xwedî pêşerojek pak.


Dibêjin îstatîstîk derewa nakin. Heger welê bê şîrove em li hin îstatîstîkên çar tîmên ketin derecê binêrin.


Spanya:


Nifûs. 46 milyon

hejmara fûtbolvanên profesyonel: 1331

di Şampiyonên cîhanê de 56 maç leyistiye, 28 cara biser ketiye, 12 cara weka hev maye, 16 cara têkçûye. Di sala 1950 de nîvfînal leyist, îsal cara pêşî fînal leyist.


Ji 33 maçên dawî 30 qezenc kiriye.


Hollanda:

Nifûs.17 milyon

hejmara fûtbolvanên profesyonel:1000

di Şampiyonên cîhanê de 43 cara leyistiye 20 cara biserketiye, 10 cara weka hev maye û 13 cara têk çû ye. Di sala 1974 de li hemberî Almanyayê, di 1978 de li hemberî Arjantînê fînal leyist lê wenda kir.

Di nava du salên dawî de carekê wenda kiriye.


Almanya:

Nifûs: 82 milyon

hejmara fûtbolvanên profesyonel:864

di şampiyona cîhanê de 99 maç leyistiye 60 car biserketiye, 19 car weka hev maye 20 têk çû ye.


Heft cara fînal leyistiye, sê cara bû ye şampiyon, çar cara bû ye duyemîn û çar cara jî bûye sêyemîn.


Uruguay:

nifûs: 3 milyon

hejmara fûtbolvanên profesyonel:1100

10 cara beşdarî şampiyona cîhanê bûye,47 maç leyistiye, 18 cara biser ketiye, 12 cara weka hev maye 17 cara jî têk çû ye, du cara bûye şampiyon.


Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. NAFI CILGIN
  2. Yûra Nebîev
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. ABIT DUNDAR
  5. Mûrad Ciwan
  6. Hoşeng Broka
  7. M. Şefîq Oncu
  8. AZIZ ALIŞ
  9. Hamid Omerî
  10. Abdullah Deveci
  11. BAWER KEVIR
  12. M.Şefiq Oncu
  13. Gernas Amedî
  14. Alî Fîkrî Işik
  15. Konê Reş
  16. Şakir Epözdemir
  17. Firat Cewerî
  18. Hasan Kaya
  19. Keya Îzol
  20. Mûrad A. Ciwan
  21. Raif Yaman
  22. Mazhar Duderî
  23. Tosinê Reşîd
  24. Salihê Kevirbirî
  25. Hesenê Dewrêş
  26. Aylin Unek
NAFI CILGIN

Dengdan mafekî pîroz e, bikar bîne
Gelo min cima li welat siyasetê kir. Diyar e ez ne kurdbûma ji minê dîsa li Swêdê siyasetê bikira.Bi ya min meriv li ku dijî bila bijî divê meriv li hamberî tiştên di civatê de dibin bêdeng nemîne. Ev li gorî min tiştekî ehlaqî û ûjdanî ye