
SERTAC TARHAN
sertac_tarhan@hotmail.com
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-25 13:46:33
...
Îro li ser rewşê gelê Kurd gelek însan bêgûman diaxive, dibe ku hinek ji wan ne gorî dilê xwe diaxivin, ez naxwazim bêjim ew ditirsin lê belê di bin bandorekî tirsêdene.
Ez dixwazim ku dijminî û biratî jî bila bi mêrantî be. ( A.Arif )
Hûn dizanin ku em di rewşekî reş û tarî de dibohirin, kela dilê me di vê rewşê de bûye wekî dênamît li ber teqînekîdeye. her roj em kuştina zarokan (9,10,11,20 salî hrw.) li ser tv yên xwe temaşedikin. ew kuştin û xwînê reş di nav dilêmede ye. Çima dilê me nebe dênamît û çawa neteqe.
Em Kurd hezar sale di heremê Anatolîya de jîyana xwe bi gelê Tirk re didomînin lê ez bawerim ku em hêjî birayê xwe û dijminê xwe nasnakin.
Maleke bi fikirin,du xwişk û birayekî meriv hebe û dayîk, bavik jî dibe pênç kes. Divê malê de otorîte (jibo famîlya yê ata erkîl) bav e dûv re jî dê ye. Zarok dema biçuk in, dayîk û bavik pir li ser zarokan disekinin çikas dem derbaz bibe otorîtê bavê wan pirtir li ser zarokan zêde dibe jiber ku ew otorîtê herdem di destê bavê de be. bav otorîte yê xwe ku winda bike ew ditirse ku zaroken wê lê nerênin. (Lê malbatên kurdan de ev bê edebî tûneye dê û bavê wan herdem li serserê wan e). Divê rolê piskolojîyê de zarok jî çixas mezin dibin ew jî gorî dilê xwe azadin. Dema ku zarok hatin ber zewacê jî ê dî ji dê û bavê xwe veqetin ew jî dibin bav û dê. Binêrin li ser rû yê dinê çixas tiştê jîndar (zindî) hebin ev tiştên ku min got di jîyanê wan de jî heye .
Dema şerê yekemîn ê cîhanê(sal 1914) de Tirk û Kurd di mala xwe yê Anatoliyade parastinekî kirin. Ev parasitin helbet ku biratîyê wan zêdetir dikir . Bav,kal,dayik û dapîrên me wekî şêra, tekoşînekî bilind ava kirin. Heft duwêlê cîhanê de ev biratîyê Tirk û Kurda deng di da li ser cîhanê. Anatoliya wekî namûsa wan bû. Wê demê kes ne di derdê menfaatê xwede bû, fikrekî wan hebû Azadîya Anatolîya. Ev eşq û fikrî rîzgarîyê ji wan re bibû serbilindî bibû şeref bibû jîyanekî birûmet. Kurd û Tirk di malekî de bûn û şerefa wan bihevre bû. Şerê cîhanên xelas bûn bav û kalên me ( Kurd-Tirk) bi rehma xwedê re gihîştine îtîkatê xwedê. Dem û dewran derbas bû û sal ê dî wekî avê çemê zû herikî.
Sal 1925 ; Tîrêjên tavê hene lê belê dinya tarî ye, dar û daristan hene lê belê anatoliya di xwînê de keskê xwe winda kirîyê. Tenê li her deverê anatoliya de DARASÊPÊ mane. Di nêv dara sêpê de jî Kurdên ku di mala xwe yê Anatoliya de bixwazin kurdî biaxivin,bixwinîn,bijîn hene. Ev çawa biratîyê ev çawa vîjdanîyê çima hûn me dialiqînin ma em ne birayê we bûn? Biratî, roja tengayî yê de dîyar dibe û em di şerê cîhanên de her dem li teniştê we bûn ma ev bû mala bavê mirovantîyan gelê Tirkino!! Sedemê vî darasêpê çîye? Ez bêjim; Hûn firehî û roja bextîyarî yê xwe de hûn dixwazin ku her miletê li Anatoliya dijî, bila bibin berdestîyê we, ji ber ku hûn difikirin di Anatoliya de tênê Tirk hene û tenê Tirk wê malbatê mezin avakirine. ( Netirsin di bin bandorê tirsê de jî nemînîn ,bi axivin). Me rojekî xwedê behsa qedexe kirinê zimanê we nekir. Me rojekî xwedê hûn kurmancin bila zimanê we yê fermî bibe kurdî jî me ne got. Me we di darasêpê de jî êdam(îdam) nekirin. Ev çi zilimkarîye? Hûn jî zanin ku dema kurd li her deverê Mesopotamya û Anatoliya de bûn, hûn hêj zarokên çilî bûn, wê demê kurd derguşê pexamberê Nuh çêkirî bû, hêlanek dabû dayîkê Hava .
SERTAC TARHAN
- Gotarên hatine şîrovekirin
M. Şefîq Oncu-DUDILÎ
AZIZ ALIŞ-Dengdayin, bikaranîna îradeyê ye
Metîn K. Dilxêrî-ŞAMPÎYONA CÎHAN YA BASKETBALL E YAN GOGASELIK
M. Şefîq Oncu-DI REFERANDÛMÊ DE ERKA STRATEJÎK
Yûra Nebîev-Kurd û îslam
HEDIYE GUZEL-Partiya çep ji bo pirsa kurd xebatê dike
Metîn K. Dilxêrî-MÛŞ RE JI BÛRSAYÊ TAYÎN XWESTIN


ŞÎROVEYÊ LÊKE
HEMÛ
DERXE SER KAXET (PRINT)