Li gor anketeka ku ji bal dezgaha Seta-Pollmarkê li Tirkiyeyê li ser pêwendiyên tirkan kurdan ên xizmayetî, hevaltiya kar û şexsî û cînartiyê, herwiha li ser têgihîştina wan a li hemberî hev, derdixe ku ji her 3 tirkan tirkek xizmekî wî yê nêzîk ê kurd heye û ji her sê kurdan du kurd xizmekî wî yê nêzîk ê tirk heye.
Ji sedî 70 yê kurdan bawer nakin ku kurd dewleteka cuda dixwazin, lê ji sedî 71.3-yê tirkan dibêjin qey kurd dewleteka cuda dixwazin. DTP-yî dibêjin em ne baskê siyasî ê PKK-ê ne, lê li gor anketê %78.7-ê xelkê di wê baweriyê de ye ku pêwendiyeke organîk di navbera DTP-ê û PKK-ê de heye. Tenê %7.1-ê xelkê dibêje peywendî di navbera wan de nîne. Ji % 58-ê kurdan bi xwe jî dibêje pêwendiyeka organîk di navbera PKK-ê û DTP-ê de heye.
Pişkinîna ”Têgihîştina pirsa kurd” ji bal Seta-Pollmarkê ve di 7-15-ê agustosê de hatiye kirin. Li 601 tax û gundan, li 2.497 xalên pişkinînê li ser 10.577 kesan hatiye kirin. Hemû bajarên Tirkiyeyê di nav vê pişkinînê de ne.
Li ser pirsa giringtirîn problema Tirkiyeyê çi ye hem tirk(%48.3) hem kurd (%40) di dereceya yekê de bêkariyê nîşan didin. Di dereceya duyê de ji bo tirkan (%31.4) pirsgirêkên aborî, lê ji bo kurdan (%36.7) pirsa kurd e. Rewşa aborî ji bo kurdan (%18) di dereceya siyê de tê. Di dereca siyê de ji bo tirkan jî (12.3) pirsgirêka kurd e. Yanî ji bo herdu neteweyan, bêkarî, pirsa kurd û pirsgirêkên aborî hersê pirsên giringtirîn ên Tirkiyeyê ne.
Pirsa gelo ji bo we giringtirîn faktorê ku tirk, kurd, laz û çerkezan li gel hev radiwestîne çi ye, hem tirkan (%25.8) hem kurdan (31.9) di dereceya yekê de dîn (ol) nîşan daye. Di dereceya duyê de ji bo tirkan (%25.3) tarîx û cografya mişterek, lê ji bo kurdan (%28.9) hestên biratiyê. Tarîx û cografya mişterek ji bo kurdan (%18.3) û hestên biratiyê ji bo tirkan (%21.8) di dereceya siyê de tê.
Pirs: Li gor we giringtirîn sedemê pirsgirêka kurd çi ye?
Di dereca yekê de ji bo tirkan (%22) sedemên sosyo ekonomîk in, lê ji bo kurdan (%28) miamela cuda (ferqxistina navbera welatiyan) e. Ji sedî 19.6-ê tirkan tew pirsa kurdî wek problem nabînin, ji sedî 14.5-ê wan jî PKK-ê /terorê dikin sedem. Tenê %3.3yê kurdan PKK-ê dikin sedem û %18.2 yê kurdan siyasetên dewletê wek sedem dibînin. %7.4-ê tirkan û %10.9ê kurdan difikirin ku nasyonalîzma (miliyetçîtiya) kurdan sedem e.
Pirs: Hevwelatîtiya Cumhuriyeta Tirkiyeyê ji bo we çend giring e?
Tirk% Kurd%
Pirr giring 90.9 62.8
Hinek giring 4.4 13.7
Ferq nake 2.2 8.7
Zêde ne giring e 1,2 6
Hîç ne giring e 1.2 8.8
Pirs: Gelo pirsgirêka kurd giringtirîn problema Tirkiyeyê ye?
Tirk% Kurd%
Belê 51.2 75.8
Na 43.3 19.0
Nizanim 5.5 5.2
Pirs: Di 25 salên dawiyê de metodên ku li hember terorê hatin bikaranîn gelo serkeftî bûn?
Tirk% Kurd%
Belê 21.9 14.8
Na 70.4 75
Nizanim 7.7 10.1
Pirs: Li gor we kartêkirîntirîn dezgeha ku pirsa kurd çareser bike kîjan e?
Tirk% kurd%
Meclis 39.4 50.7
Ordu 43.8 21.2 (Ji bo kurdan derece 3)
Hukumet 38.4 45.4 (Ji bo kurdan derece 2)
Pirs: Eger ordu bi metodên eskerî PKK-e tasfiye bike ê pirsa kurdî çareser bibe?
Tirk% kurd%
Belê 40.1 16.1
Na 51.7 75.3
Nizanim 8.2 8.6
Pirs; Hun vebuna kurd a ku hukumetê destpêkiriye çawa dibînin?
Tirk% kurd%
Baş 42.7 75.7
Xerab 40.8 13.9
Nizanim 16.5 10.4
Pirs: Li ser Vebûnê hûn fikra CHP-ê çawa dibînin?
Tirk% kurd%
Baş 17.3 6.5
Xerab 60.2 79.8
Nizanim 22.4 13.7
Di vê pirsê de %47-ê CHP-yiyên tirk û %57.5 CHP-yiyên kurd fikra vê partiyê xerab dibînin.
Di eynî pirsê de (ji bo MHP-ê) %43.3yê MHPyiyên tirk siyaseta partiya xwe ya li hember vebûnê baş nabînin.
Pirs: Hun destpêkirina TRT 6-ê çawa dibînin?
Tirk% Kurd%
Baş 47.9 67.1
Xerap 41.4 25.1
Nizanim 10.7 7.8
Di nav tirkan de, %59.5ê AKP-ê, %41 CHP-ê, %30-ê MHP-ê û %75.9-ê DTP-ê destpêkirina TRT 6-ê baş dibîne.
Di nav kurdan de, , %83.9ê AKP-ê, %68.9-ê CHP-ê, %53.3-ê MHP-ê û %49-ê-ê DTP-ê destpêkirina TRT 6-ê baş dibîne.
Di vir de xuya dibe ku propaganda ku PKK-ê li dijî TRT 6-ê kiriye tesîr li kurdên DTP-yî kiriye û rêjeya wan nêzî nîvî ye. Lê kurdên AKP-ê gelek ji TRT 6-ê razî ne.
Pirs: Mixalefet dibêje mihaweleyên serokwezîr ên ji bo Vebûna kurd cudaxwazî ye. Hûn li gel vê fikrê ne?
Tirk% kurd%
Belê 28.3 9.0
Na 55.9 79.1
Nizanim 16.9 11.9
Pirs: Ji bo çareseriya pirsa kurd em mafên zêde yên kulturî bidin kurdan gelo ê yekîtiya me xera bike?
Tirk% Kurd%
Belê 47.3 18.8
Na 42.6 74.6
Nizanim 10.2 6.6
Pirs: Ji bo çareseriya pirsa kurd rakirina qedexeyên ji ser bikaranîna zimanê kurdî gelo dikare bê qebûlkirin?
Tirk% Kurd%
Belê 37.2 78.2
Na 52.1 14.4
Nizanim 10.7 7.4
Pirs: Ji bo çareseriya pirsa kurd naskirina nasnameya kurdî di destûrê de gelo dikare bê qebûlkirin?
Tirk% Kurd%
Belê 15.5 67.3
Na 73.9 22.1
Nizanim 10.6 10.6
Pirs: Gelo kurd dixwazin dewleteka cuda ava bikin?
Tik% Kurd%
Belê 71.3 30.3
Na 17.9 59.0
Nizanim 10.8 10.7
Pirs: Gelo fikrên siyasî ê DTP-ê temsîla hemû kurdan dike?
Tirk% Kurd%
Belê 36.4 46.4
Na 51.9 41
Nizanim 11.6 12.6
Pirs: Gelo fikra Abdullah Öcalan temsîla hemû kurdan dike?
Tirk% Kurd%
Belê 37.1 38.1
Na 51.8 42.7
Nizanim 11.1 19.2
Pirs: Gelo pêwendiyeka organik di navbera DTP-ê û PKK-ê de heye?
Tirk% Kurd%
Belê 82.9 58.0
Na 4.8 18.9
Nizanim 12.3 23.1
Pirs: Kurd li ser tirkan û tirk li ser kurdan xwedan çi qenaetê ne?
Tirk ji bo kurd% kurd ji bo tirk%
Baş e 57.1 86.4
Xerap e 24.6 7.2
Fikrek tune 18.3 6.4
Pirs: Di nav xizmên we yên nêzîk de kurd/ tirk heye gelo
Tirk% Kurd%
Belê 33.8 67
Na 66.2 33
Pirs: Di nav hevalên we yên nêzîk de kurdek / tirkek heye gelo?
Tikr% kurd%
Belê 59.4 83.6
Na 40.6 16.4
Pirs: Di nav cîranên we de kurdek / tirkek heye gelo?
Tirk% kurd%
Belê 54.1 70
Na 45.9 30
Pirs: Gelo hun narehet dibin ku kurdek /tirkek di riya zewacê re bibe xizmê we yê nêzîk?
Tirk% kurd%
Belê 24.3 10.8
Na 69.9 87.1
Nizanim 5.8 2
Pirs: Gelo tu dikarî li gel kurdekî /tirkekî bibî hevalê nêzîk?
Tirk% kurd%
Belê 75.5 92.3
Na 19.3 6.4
Nizanim 5.2 1.2
Pirs: Ger di nav cîranên te de kurd /tirk hebin tu narehet dibî?
Tirk% Kurd%
Belê 17.3 8.3
Na 78.3 90.5
Nizanim 4.4 1.2
Pirs: Di jiyana kar de gelo tu narihet dibî ku li gel kurdekî /tirkekî karbikî?
Tirk% Kurd%
Belê 20.8 9.5
Na 74 88.5
Nizanim 5.2 2