Yaşar Kaya ji bo vegerê name ji Erdogan re şand
NETKURD
Aktuelbûn: 2009-09-13 09:58:45


Nivîskar û siyasetmedarê kurd ê naskirî Yaşar Kaya ji Almanyayê nameyek ji serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan re şand, piştgiriya xwe nîşanî vebûna kurd da


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Nivîskar û siyasetmedarê kurd ê naskirî Yaşar Kaya ji Almanyayê nameyek ji serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan re şand, piştgiriya xwe nîşanî vebûna kurd da û daxwaz kir ku şert bên amadekirin da bi hezaran ronakbîr û siyasetmedarên ku ji mecbûrî li derveyî welêt dimînin vegerin welêt. Yaşar Kaya nusxeyeka nameya xwe ji nivîskar Mehmet Metiner re şand, wî ew name îro di quncikê xwe de di Starê de weşand. Di nameya quncik de diyar nabe ku Yaşar Kaya kîngê ev name verêkiriye, lê diyar e ew piştî îlana vebûna pirsa kur de.

Name wiha ye (Kurdîya wê ji bal Netkurdê hatiye kirin):

'Birêz srokwezîrê min,

Di roja ku ez vê nameyê dinivîsim de Tirkiye qonaxeka dîrokî dijî. û hem demokrasî hem jî pirsa kurd bi hemû gurrûgeşiya xwe tê minaqeşekirin. Piştî qedexeya sed salê ev qonaxeka bixêr e. Yên ku di vê qonaxê de liberxwe bidin û encamê bigihînin aştiyê Ê ji bal dîrokê, ji bal gelên kurd û tirk bi şan û şeref yad bike. Min bawerî heye ku hûn ê liberxwe bidin.


Em rojnamevan, nivîskar û siyasetmedar û lêkolerên ku li Ewropayê dijîn di ser çend hezar kesan re ne. Welatê me ji alî fikrî gihaşt qonaxekê. Me bawerî bi aştiyê heye. Em dibêjin êdî bila

 

Ez yekemîn serokê damezrêner ê Demokrasî Partîsî (DEP-ê) me. Wek xwediyê Özgür Gündemê di hijde mehan de min 24 cenaze rakirin. Musa Anter jÎ di nav wan de bû.Parlamenterê me Mehmet Sincar bi xwînxwarî qetilkirin. Wan ez girtim. Ez di lîsteya fermana kuştina Tansu Çillerê de di rêza duyê de bûm. Wan ê yekê Behçet Cantürk kuştibû. Min selametiya xwe di reva derveyî welêt de dît. Ez ji çend suîqesd û mirinan rizgar bûm. Ev huvde sal in ez li Ewropayê penaber im. Min sê emeliyatÊn dil derbas kirin. Pêncî salan min ji bo demokrasîyeka bêkêmasî têkoşîn da. Hesabekî kuhebe ez amade me bidim. Di jiyana xwe de ne min çek girt destê xwe ne jî min rêxistinên bidizî danîn. Take çeka min qelema min bûye. Em dixwazin bi şeref vegerin welatê xwe bibin alîkarê prosesê. Di tedbîr û çareseriyên ku ê bên girtin de ez dixwazin îmkan bê vekirin da penaberên kurd vegerin û ez rêzên xwe pêşkê dikim."

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. E.Dilovan
    Apê! Ya$ar, Tu Seydayê Hêja Cigerxwînê gorbihi$t ji min ba$tir nasdikî. Dizanî çidigot; Camêrek jê pirsî gotê "Seydayê min tu pir ji keçên ciwan hezdikî." Rehmetî lê vegerand û got: "Raste lê, ger mirov kalbû hima tinê dil dimene, kêfamin û e$qamin ji ber dilê minê ku qet kalnebûye, wekîdin bawerke ti$tek di minda nemaye...." Kekê Ya$ar, ger ji ber kalbûnê te gotibe "serokwezîrê min" belkû em bêjin xwe xeletkirîyê û ewê di nivîsarên xwe yen bênde serastbike lê, bibore tu ewqasî tênegihi$ti nîni û cihê rêzê yî.Ger te ji dil gotibe sed heyf û mixabin ji wê zanyarîya te û ewqas. Sipas
  2. germav
    tew te kire virek ape yashar zu bi zu merov xwe hewqasi ji rezil nake he ape qeye
  3. ademê amedê
    birêz yaşer eger tû bi alîkarîya mehmet sîxûrer werî tirkîyê jikerema xwera ket nê
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.