Serokê KOMKAR-EU’yê bi wezîrê Tirkiyê re hevdîtin pêk anî
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-25 16:33:13


Serokê KOMKAR-EU’yê Kovan Amedî, di hevdîtinê de nêrîn û pêşniyarên xwe yên di derbarê pirsa Kurd de ragihand wezîr Çelîk.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa / KOMKAR-EU´yê Kovan Amedî, di roja 21´ê Sibata 2010´an de, Wezîrê Dewletê yê Tirkiyê Faruk Çelîk re hevdîtinek pêk anî.

Serokê KOMKAR-EU Kovan Amedî û Sekreter Riza Guner, beşdarî civîna Yekîtiya Demokratên Tirk li Ewrûpa (UETD) bûn. Amedî di civînê de, Wezîrê Dewletê yê Tirkiyê Farûk Çelîk re hevdîtinek pêk anî. Amedî di hevdîtinê de nêrin û pêşniyarên xwe yên di derbarê pirs Kurd de ragihande Wezîr Çelîk. Amedî da zanîn ku pişgiriya „rêlibervekirina Kurd“ dikin û dîtinên xwe weha anî zman: „Di derbarê çareseriyê de dîtin û pêşniyarên me cuda bin jî, em „rêlibervekirinê“ wek gaveke giring dinirxînin û li benda gavên konkrêt in.“

Wezîr Çelîk jî ji bo hevdîtinê kêfxweşiya xwe anî zman û da zanîn, ku li Tirkiyê li ser pirsa Kurdî gengeşiyek xurt heye û weha got: „Kurd, Tirk, Gurc, Laz, divê di nav hemî welatiyên me yên Ewrûpayê de hevkariyek pêk were.“

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.