Sakik: CHP-ê ji me 20 mîlîtan xwestin
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-25 16:39:38


Sirri Sakik got CHP di sala 1999an de ji wan 20 militan xwestine da ku di hilbijartinên wê salê de wan wek namzed nîşan bidin.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Îro di dema guftugoyên parlamentoya Tirkiyeyê de ku CHP -ê ji bo buyerên Xabûrê pêşniyara lêpirsînê di derheqê wezîrê hundur Beşîr Atalay de dabû, îdîaya parlamenterê BDP-ê yê Mûşê Sirri Sakik tansiyona Parlamentoyê bilind kir.



Sirri Sakik got CHP-ê di sala 1999an de ji wan 20 militan xwestine da ku ew di hilbijartinên wê salê de wan wek namzed nîşan bide.



Sakik wisa got " Dema hilbijartinên sala 1999an çêdibû CHP-ê qasidekî şand ji me re. Di sala 1999an de em li mala Eşref Erdem (cigirê Baykal ê wê salê) civiyan. Ji me re gotin em di bin bendavê de ne. Em amadene bi we re tîfaqê bikin. Ez û Ahmet Turk me bi şandeyeka ku hatibû axavt. Ji me re gotin em nikarin barê Turk, Sakik û Sedat Yurtaş hilgirin. Lê ji me re 20 mîlîtan din bişînin em wan bikin namzed."



Di hilbijartinên sala 1999an de CHP tîfaqê bi Hadepê re nekir. Di encama hilbijartinan de CHP ji % 8.72 deng ji 2 milyon 712 kesan girt û ji ber ku di bin bendevê de ma, parlamenter jî nexist Parlamentoyê.


Ji aliyê din ve serokê CHP-ê Deniz Baykal li ser îdîaaya Sirri Sakik got ji bo îtîfaqeqe wisa wî talîmatek wisa ne daye.

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. rojhilat
    CHP gelo çawa dikare ji DTP/BDP 'yî yan pêşniyara hevkariyê bike? Ma we hîç dîtiye ku dijmin bûye dost û heval? Partiya CHP û serokê wê Deniz Baykal xwîna/xwûna Kurdan vexwin jî rehet nabin. Wa îro mirovên kor û nezan jî zanin tu ferq û cûdahî di navbera CHP û MHP de nîye. Ya rast ji ber ku CHP xwe nêzîkî DTP/BDP dibîne ev pêşniyar kiriye. Ger hûn bi hûrî û qenc li ser endam û tevger û hereketên DTP lêkolîn û analîzan bikin hûnê bi rehetî bibînin ku DTP bi xwe wek CHP rêxistineke Ergenekonê ye. DTP/BDP ne partiya Kurdan lê partiya dagirkerên Tirke di nav Kurdan û bi destê xwefiroşên Kurd. Kesên birêvebir yên partiyê jî zilamên Ergenokonê ne yani Beko Ewan' in. Lê helbet hemû Kurdên ku deng û rayê xwe didin BDP û ji bo karên BDP kuştin jî dane ber çavên xwe Kurdên welatperwerin lê nizanin ku partiya wan bi rastî ji bo kê kar dike. Hemû Kurd bi plana Tirka û mixabin bi destê Kurdên ku Kurdbûna xwe wenda kirine têne xapandin. Dema ew Kurdên welatperwer bi xwe bihisin (fark etmek) zaten BDP xera dibe partiyek Kurdistanî ava dibe. Yanî Partiyek ku ji bo berjewendiyên Kurdan kar dike pêk tê.
  2. Kurd nas
    Sakik jî wek Hatip Dicle ixbaran dike. Sedem Ocalan gotiye Hatip pir ti$tan dizane, divê Hatip di hepsxane de jî pirr bi$uxile. Hatip jî AKP îxbar kir. Rezil bû, niha jibo balanse Sakik jî CHP ixbar kir. ew zîrekiya Kurdan ni$an dide. Silav ji nas Kurd
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.