Carl Bild ji aliyê serokê Kurdistanê hate pêşwazikirinNETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-25 20:33:19
Barzanî: Hebûna hijmara herî zêde Penaberên Kurd li Swêdê û hevkarî kirina Swêdê ji wan Penaberên Kurd re pêngaveke gelek pîroze lew re em jî spasiyên xwe pêşkeşî Swêd û Rayedarên vê welatê dikin.
Îro pênçşemiyê 25.02.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Karl Bîldit wezîrê derveyê welatê Swêdê, balyozê Swêdê yê li Iraqê û Berpirsên wezareta derveya Swêdê kir.
Di hevdîtinekê de ku Hişyar Zêbarî wezîrê derveyê Iraqê, Ehmed Bamernî balyozê Iraqê yê li Swêdê û hejmarek ji berpirsên herêma Kurdistanê jî amade bûn, behsa pêşxistina pêwendiyên welatê Swêd li gel herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê di warê siyasî, aborî, bazirganî û kulturî ve hate kirin. Her wiha tîşk xistin li ser vekirina konsolxaneya welatê Swêd li Hewlêra paytext wekî destpêk û ji bo zêdetir xurtkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan û beşdariya kompaniyayên Swêdiyan li proseya binyadnan, avadankirin û mekanîzma beşdariya revenda Iraqî û herêma Kurdistanî li Swêd li hilbijartinên nû ya parlamentoya Îraqê hate nirxandin.
Serok Barzanî vekirina konsolxaneya welatê Swêd li herêma Kurdistanê bi nîşaneke dina bihêzkirina pêwendiyên di navbera herêma Kurdistan û welatê Swêdê nirxand û spasî wezîrê derve û hikûmeta Swêdî li hewandina kurd li wî welatî da kir û revenda kurd jî li vî welatî li tevahiya Ewrupa da bi mezintirîn revenda kurd da zanîn û balkişand li ser wê yekê ku ev revend ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera herêma Kurdistan û welatê Swêdê da pireke.
Her wiha di mijareke dina hevdîtinê de tîşk xistin li ser rewşa herêma Kurdistanê û navçeyên veqetandiyan û pêwendiyên herêma Kurdistanê di gel hikûmeta federal û pêşhatên hilbijartina nû ya parlamentoya Iraqê û di vî warî de serok Barzanî tekîd li wê yekê kir ku hilbijartin derfeteke zêrîne ji bo hemû gelên Iraqê û her guhertinek jî li rêya sinduqa dengdanê ve bê kirin cihê xweşhaliya me dibe. Sebaret bi navçeyên veqetandiyan û pirsgirêkên helawestiyan jî dûpat kir ku raste ev mesele û pirsgirêk alozin, lê belê eger niyet hebe çareser kirin asane û destûr jî gelek bi ronahî çawayiya çareser kirinê dest nîşan kiriye. Ji bo wê yekê pêwîste hemû aliyek girêdayî vê destûrê bin û girêdayîbûna vê destûrê jî yek perçeyiya Iraqê diparêze.
Serok Barzanî berdewamiya axaftina xwe de pêdagîrî li ser wê yekê kir ku diyarkirina çarenivîsa van navçeyan da pêwîste çawa ku li destûrê da hatiye nivîsîn rêz li biryara xelkê navçeyên veqetandiyan bigrin.
Wezîrê derveyê Swêdê behsa rola serok Barzanî li herêma Kurdistan û tevahiya Iraqê de kir û got:” Hûn li Kurdistanê de roleke ber bi çav dibînin û rola we jî li tevahiya Iraqê de diyare ku eve jî cihê girîng dîtina welatê Swêd û welatên dinê Yekîtiya Ewrupa ye
KRG
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)