Konsolxaneya Swêdê ya Hewlêrê vebûNETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-25 20:59:19
Bildt jî di axaftina xwe de wiha got: “Bi riya wan kurdên ku li Swêdê dijîn, em dizanin ku kurd çi bi ser de hatiye. Lewra em dixwazin îro jî bi riya vekirina vê konsulxaneyê Swêda biçûk ava bikin.”
Vê êvarê bi amadebûna serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih, wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, wezîrê derve yê Swêdê Carl Bildt, balyozê Swêdê yê li Iraqê Nikolas Trofya û hêjmarek ji berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê, di merasîmekê de konsulxaneya Swêdê ya li Hewlêrê hate vekirin.
Di merasîmê de balyozê Swêdê kêfxweşiya xwe ji bo vekirina konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê nîşan da û ji bo hewlên wan spasiya berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê kir.
Her ji bo wê boneyê serokê hikûmetê Berhem Ehmed Salih di gotarekê de piştgiriya hikûmetê bo karên konsulxaneya Swêdê nîşan da û aşkere kir ku vekirina konsulxaneyan nîşaneya baweriya civaka navdewletî bi Herêma Kurdistanê ye û hêvî jî xwest ew peyamek bibe bo welatên din da ku konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vebikin.
Salih got: “Swêd pêgeheke taybet heye li nav xelkê Kurdistanê. Ew pêgeh jî ji wê demê vet ê ku hejmareke zêde kurd çûn wî welatî û xelk û hikûmeta Swêdê hembezê xwe bo wan vekirin.”
“Ew kurdên ku duhî li Swêdê koçber bûn, îro vegeriyane Kurdistanê û beşdarî avadankirin û xizmetkirina millet xwe dibin. Ji bo vê yekê jî em spasiya wê helwesta Swêdê dikin ku di demên bihurî de li hemberî kurdan hebû.”
wezîrê derve yê Swêdê Carl Bildt jî di axaftina xwe de wiha got: “Bi riya wan kurdên ku li Swêdê dijîn, em dizanin ku kurd çi bi ser de hatiye. Lewra em dixwazin îro jî bi riya vekirina vê konsulxaneyê Swêda biçûk ava bikin.”
Bildt da zanîn ku Swêd dê ji îro û pê ve jî girîngiyeke zêdetir bide Herêma Kurdistanê û vekirina konsulxaneya Swêdê qonaxeke nû ye bo pêwendiyên herdu aliyan.
Wezîrê derve yê Swêdê aşkere jî kir ku wî digel serok Barzanî gotûbêj li ser çêkirina derfeta xwendinê bo xwendekarên kurd li Swêdê kiriye û da zanîn ku heta du mehên din wezîrê bazirganiyê yê Swêdê dê bi serokatiya şandeyekê serdana Herêma Kurdistanê bike.


PUKMEDIA
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)