NY Newroz wek helkefteke cîhanî nas kir
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-26 10:52:04


Ligel bi fermî pejirandina Newrozê wek helkefteke cîhanî, ji niha û pê de hemû welatên endam yên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) divê di rojimêrên fermî yên xwe de, roja 21ê Adarê wek Newroz tomar bikin û ji bo parastin û pêşdebir


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Li gor malpera fermî ya UN.org, ew biryar di 71mîn civîna şêst û çarem a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî de hatiye wergirtin ku roja sêşem, 23ê sibata 2010an li binkeyê wê saziyê li bajarê New York hat lidarxistin. Civîna Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bi pejirandina biryarnameyekê, Cejna Newrozê wek hilkefteke cîhanî bi fermî nas kir.

NY di vê derbarê de daxwiyaniyek da çapemeniyê û ragehand: “Newroz ji bo zêdeyî 300 milyon mirovan li seranserê cîhanê, destpêka sala nû ye û zêdeyî sê hezar sal e ku di herêmên Balkan, Derya Reş, Kafkazya, Asya Navîn, Rojhilata Navîn û cihên din ên cîhanê de tê pîrozkirin.”

Hêjayî gotinê ye berê jî UNESCO, Cejna Newrozê di fihrista mîratên çandî yên manewî yên mirovahiyê de bicîh kiribû.

Rûdawnet

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. BAŞÛRÎ
    21ê Adarê ne tenê roja Newroza gelên Îranê û ji wanan Kurda ye. Ew roj roja dawîhatina Zivistana sar û sir û despêka Buharê û despêka hûnkatîyê ber bi germê û şînkatî û gul û kulîlkan e li hemû nîvê Bakûrê Hêla Navendê goka Erdî. Tiştê seyr ew e ku Kurdan ew metologîya Ejdîha û Kaweyê Asinger pêve rêsa li sedsala bihurî de û ev yek wek symbolek netewî tê bikaranîn. Divê em jî wek gelên dî vê rojê wek cejnek xweşî û şadîyê pîroz bikin, lê ne wek cejnek netewî û serketina Kaweyê Asinger bi ser Ejdîha, ku çîrokeke ji derewan ava bo ye. Bijî xweşî û şadî û ciwanî li her derî û Newroz pîroz be li her mirovî li ser goka Erdî.
  2. BAKURI
    Bira Cave gele Kurd Ruhnibe.. Cejneka me ji bo besek canda cihane. Wek bi ilmi hatiye xwiyakirin ku Keman/violin cara pesin li Kurdistana Rojava hatiye ditin. Ev ci dive bete ber cavkirin ku Papiren me cara pesin Candina genim, Nivis, kedikirina heywanan, tekeleke kirin besek mirasa cihane u nehaji Newroz ku diroka we li ser mitolojiya Kurdi rabiye bu besek canda cihane.. Bira mala Xwede avabe u bira millete me her bi nijadaxwe serbilind u fexirbe.. Newroza issal dive tijii cos u heyecan be... Biji Newroz.. Biji Azadi... Biji Kurd u Biji KURDISTAN
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.