TEVKURD: Pirsa Kerkûkê pirsa “man û nemanê” ye
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-26 15:18:58


“Di mesela Kerkûkê de heta nuha siyaseteke perçebûyî û pasîf hatiye meşandin. Pirseke weke pirsa Kerkûkê, encax bi siyaset-dîplomasiyekî pro-aktîf dikare çareser bibe.“


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Tevgera Yekîtiya Netewî ya Kurd-TEVKURD’ê bi minasebeta hilbijartinên Parlamena Iraqê daxwiyanîyek bo raya giştî belav kir:

 
Daxwiyanî Ji Bo Raya Kurd!

 
Weke ku tê zanîn di 7-ê Adarê de li seranserê Iraqê û Kurdistanê hilbijartinên Parlamena Iraqê ne. Demekî dirêj li ser beşdariya Kerkûkê ya ji bo hilbijartinan, di navbera hukumeta merkezî û Îdara Kurdistanê de nerazîbûn derketin. Aliyê Ereba nedixwestin ku li Kerkûkê hilbijartin çêbibin. Belê Kurda vê carê “xeta sor” kişandin û encama wê bi dest ve anîn.

Nuha Kerkûkî jî beşdarî hilbijartinê Iraqê dibin. Beşdariya Kerkûkê serkeftine û ji sê aliyan de pozîsyona Kurda xwurt dike; ji alîkî de temsîla Kurda li Parlamentoya Iraqê zêde dike, ji aliyê din de kartê siyaseta Kurd, bi taybetî di mesela Kerkûkê de berztir dike. Û, her weha encama hilbijartinên Kerkûkê, dikare weke referandûma mada 140-ê jî, bê qebûl kirin.

 
Ji nuha de pirsa Kerkûkê bûye mijara sereke ya hilbijartinê. Cemawerê Kurdistan li ser pirsa Kerkûkê hesas e û li ser piya ye. Propaganda, ajîtasyon û sonda hemû partî û kandîtên Kurd jî, li ser Kerkûkê ye. Her weha li seranserê dinyayê hêvî û çaverêya hemû Kurdan jî Kerkûk e.

 
Em weke Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (TEVKURD), pirsa Kerkûkê pirseke stratejîk, pirsa “man û nemanê” dibînin. Heta nuha me gelek caran balê kişande ser pirsa Kerkûkê. Çavdêrî ewe ku di mesela Kerkûkê de heta nuha siyaseteke defansîf, perçebûyî û pasîf hatiye meşandin. Pirseke weke pirsa Kerkûkê girîft, encax bisiyaset-dîplomasiyekî pro-aktîf dikare çareser bibe. Îro şert, îmkan û hêza Kurda ya ku mesela Kerkûkê çareser bike heye. Belê ji vê bonê îradeyeke berz, siyaseteke neteweyî û hevmuşterek pêwîst e.

 
Heta nuha ya xwuya dike ewe ku Kurd dê bi sê lîsteyan têkevin hilbijartinan; Lista Hevpeymanî ya ku ji PDK, YNK û 12 partiyên din pêktê, Lista Goranê û ya Zahmetkêşan.

 
Ji bo pêşeroja federaliya Kurd û Ereba, hilbijartinên Iraqê grîng in. Di reorganîzasyona Iraka nû de Kurda roleke sereke û pozîtîf leyîstin. Ji nuha û pêde jî îhtiyac bi rola Kurda heye. Serkeftina Kurda, di yekhelwestî û yekgirtina netewî de ye.

 
Rewşeke pir tabiîye û pêwîstî jî pê heye ku Kurd di nav xwe de firealî; pir rengî û pir dengîbin. Di siyaseta navxwe de bi qasî desthilatdariyê, pêwîstî bi muxalefeta xurt jî heye.

 
Belê li hamberê der û di ayîndeya İraqê de perçebûnî dê rol û pozîsyona Kurda qels bike. Siyaseta neteweyî di navxwe de çiqas perçe dibe bila bibe, belê li hamberê der yekgirtinê dixwaze. Tu sedemekî îdeolojîk û siyasî dibê nebe sedemê perçebûna temsîla neteweyî ya li pêşberî dost û dujminan.

Em weke Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (TEVKURD), tucarî tedaxulî siyaseta navxwe ya perçeyên Kurdistanê nakin û di nava hêz û aliyên Kurdan de teref nagirin. Belê, wexta ku li aliyekî Kurd, li aliyê din hêz, teref an dewletekî din be, bê qeyd û şert em destek û piştgriya birayên xwe yên Kurd dikin.

 
Bi van fikr û hestan û bi hêviya çareserkirina kêşeya Kerkûkê, em banga piştgriyê li îrada yekgirtî ya netewa Kurd li Kurdistana azad dikin!

25 Sibat 2010-Diyarbekir

TEVKURD

(Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd)

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. kurmanc
    ev sloganê belashin. xwediyên wan bikêrî tishtekî nayên. siyaset ji bo wan wenseke. lê ya herî balkêsh ew kurdên tirkiyê ne. ez fêm nakim kî heqê axavtinê daye we. ji xwe hayê kesê ji wan nîne. berê ku hûn li ser Kerkûka Kurdên iraqê çîrokan bêjin divê hûn li ser Diyarbekir û Elazig û agriyê bipirsin. xwediyên Kerkûkê hene
  2. Hemin Hiseyni
    Ez ji wek xwendevaneke weletparez u seroke KOMA KURMANC pishtevaniya xwe ji ve daxuyaniye radigihinim.
  3. Ape Zivi
    Nivisek Di wexte xwede Wexteki Ispata Man u nemane de TEVKURDE Tiliya Xwe Da Ser Birine Da ku Nistiman Perweren Kurd bi Mejiki Zelal Yekitiya Netewi u Bercewendiyen Netewa Kurd Biparezin.Bijii KURDISTAN biji TEVKURD Heviya Netewa Kurd.
  4. m.zeki cilgin
    gelo li kurdistaba bakur ci sedeme siyasi u ideolojik hene heta niha yekitiya netewi pek nehatiye,heta di tu mijarada buyerada nebune xwedan heman helweste.
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.