Haldun Dormen erka xwe bicîh anîNETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-27 09:44:24
Şanogerê navdar yê tirk Haldun Dormen soza xwe bicîh anî û ji bo alîkarî bide "aştî" û "çareserkirina pirsa kurd" şanoyeke bi kurdî çêkir.
Şanogerê navdar yê tirk Haldun Dormen soza xwe bicîh anî û ji bo alîkarî bide "aştî" û "çareserkirina pirsa kurd" şanoyeke bi kurdî çêkir.
Dormen ev demeke dirêj e ji bo provayên şanoya " Çîrokek zivistanê" li Diyarbekirê bû û duh bi şev jî premiera şanoyê li salona Tiyatroya şarederiya bajarê mezin pêk hat.
Gelek kesên naskirî yên wek Hevseroka BDP-ê Gultan Kişanak, Ahmet Türk, Aysel Tugluk, Sabahat Tuncer, Waliyê Diyarbekirê Hüseyin Avni Mutlu, Leyla Zana, Osman Baydemir û hevjîna wî Reyhan Yalçındağ, nivîskarên lîstikê hevjîna Ahmet kaya Gulten Kaya û Kemal Uzun, endamên grûba aştiyê, rojnamevan Ece Temelkuran, Devrim Sevimay, Müjgan Halis gelek beşdarên dawetkirî di promiyerê de made bûn.
Piştî lîstika şanoyê hemû şanoger hatin ser dikê û bi çepikan Haldun Dormen jî derket ser dikê û bi kurdî got " Şev baş" û dom kir " Ev buyera xweştirîn û heyecantirîn ya jiyana min bû. Me ev çîrok ji bo Kemal Sunal nivîsîbû. Wî di fîlmê " Deli Deli kupelî" de vê çîrokê leyist... Me çîrokê nûjen kir û em serkeftî bûn. Kadroyek gelek baş hebû. Ez gelek bextiyarim. Baş e ku we ev firsedê da min."
Osman Baydemîr spasî Haldun Dormen kir û axavtina xwe bi kurdî û tirkî kir. Baydemîr got " Ji bo çîroka şanoyê got li wî welatî berfên 70-80 salî dihelin. Bihara ku emê bi hev re bêjîn tê."
Baydemîr piştre spasî mêvana jî kir û piştî şanoyê Kokteyleke hate dayin.
Şanoya "çîrokek zivistanê", dê di meha Hezîranê de li 10 bajarên din jî were leystin
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî



ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)