Nora/Nûrê li Batman û Amedê ye
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-27 10:43:34


Koma şanoyê Boyali Kuş heta niha îmze avêtiye bin gelek xebatên hunerî. Koma şanoyê niha li ser lîstika Henrîk Îbsen dixebite û kom dê di rojên pêş de yekem car lîstikeke kurdî derxe ser dikê û li gelek bajaran bide nîşandan.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Koma şanoyê Boyali Kuş li Stenbolê xebatên xwe yên şanoyê didomîne û di nav komên şanoyê yên alternatîf de cih digire. Kom di nav komên şanoyê yên din de xwedî cihekî cuda ye û bi lîstikên ku mijara wan femînîzm e balê dikişîne û kom dê lîstikeke kurdî bilîze. Koma şanoyê Boyali Kuş dê lîstika Henrîk Îbsen a bi navê ‘Mala BebikanNora’ ku Aydin Orak li kurdî wergerandiye, bilîze. Kom 10 sal berê wekî komeke serbixwe hat avakirin û heta niha 8 lîstik, 3 şanoyên xwendinê, û 4 jî lîstikên pêşandanê yên gelên bindest lîstin. Komê heta niha gelek atolyeyên şanoyê li dar xistin û beşdarî gelek mîhrîcanan bû.

XEBATÊN FEMÎNÎST

Derhênera Giştî ya Hunerê ya komê Jale Karabekîr ji bo avakirina komê anî ziman ku kom li hemberî serdestiya mêran ya di şanoyê de hatiye avakirin û wiha axivî: “Bi taybetî jî em jin ji bo ku xwe îfade bikin ketin nav lêgerînê. Lê ev lêgerîna me hê jî didome. Bi salan e em bi zimanê şanoyê ji bo ku xwe biafirînin, dixebitin.”

Jale Karabekîr diyar kir ku bi sedema damezirandina 10’emîn salvegera komê bi 4 lîstikan ve xebatên xwe didomînin û Karabekîr wiha got: “Me di mehên mijdar û kanûnê de lîstike ku mijara wê femînîzm e lîst. Dîsa me lîstikeke Şahabettîn Suleyman ku bi salan berê hatibû nivîsandin lîst. Lîstika nivîskara femînîst ya navdar Caryl Churchill ku lîstikeke polîtîk e me derxist ser dikê. Kom dê lîstika bi navê ‘Kî Opheliya Kuşt?’ bi performansekê pêşkêş bike.” Karabekîr ji bo lîstika ku dê bi kurdî bilîzin ev tişt gotin: “Lîstika ku em ê bi kurdî bilîzin çîroka Nora ye ku bi tevgera jinan re bûye yek. Me bi vê projeya xwe ve par li Norwecê Xelata Îbsen wergirt. Lîstika ‘Mala Bebikan Nora’ ya Îbsen wekî hemû femînîstan ji bo me jî lîstikeke girîng e. Karaktera Nora ji bo hemû tevgerên femînîst bûye sembol û riya tevgera azadiya jinan ronî dike.”

Hemû lîstikvanên koma şanoyê Boyali Kuş bi kurdî nizanin lê li hemberî hemû dezavantajan dê lîstika Nora pêşkêş bikin û Karabekîr jî derhêneriya lîstikê dike. Karabekîr wiha axivî: “Em bi zimanê şanoyê xwe îfade dikin. Hemû hevalên me bi kurdî nizanin lê ev bi qasî du salan e em li ser zimanê kurdî dixebitin. Ango em diceribînin ku şano bi zimanê axaftinê pêk nayê. Ji ber ku em li ser deqeke klasîk dixebitin zêde guhertin nîn in û ji ber ku me der barê deqê de lêkolînên baş pêk anîn, em pirsgirêka deq û ziman najîn. Ji ber ku em baş dizanin ka em ê bi vê deqê çi peyamê bidin temaşevan. Em hewl didin ku bi tiyatraleke kurdî rîtm, aheng û muzîka kurdî baş pêşkêş bikin. Ev li hemberî zimanê sosyal serhildanek e. Em dixwazin bi hev re bigihîjin zimanê şanoya rasteqîn.”

NORA BÛ NÛRÊ
Karabekîr diyar kir ku lîstika ‘Nora’ ji aliyê Aydin Orak ve wekî Nûrê hatiye wergerandin û ji bo sedema lîstina kurdî ya vê lîstikê wiha axivî: “Mebesta me ya herî sereke ew e ku em bi zimanê zikmakî yê jinên herêmê ve bigihîjin wan. Çîroka lîstikê baş dizanin. Çîroka Nûrê ya dengbêjiyê nêzî çîroka Nora ye. Em baş dizanin ku ev tiştekî tesadufî nîn e û ji ber vê yekê çîroka Saliho û Nûrê û çîroka Torvald û Nora gelek nêzî hev in. Di lîstikê de em sadiqê deqa Îbsen dimînin. Ji aliyekî ve em lîstina klasîk a kurdî diceribînin û ji aliyê din jî nêrîna nûjen ya rejiyê diparêzin. Bêguman nêrîna me ya femînîst her tim heye. Bi rastî jî em di navbera klasîk û nûjeniyê, rojava û rojhilat diçin û tên. Lê ev çûyîn û hatin di warê şekil de heye û di warê kakil de rastiyek heye ku ew jî ev e ku pergala serdestiya mêran zext û zordariyê li ser mirovan dimeşîne û bi taybet jî zext û zordariyê jinan dike. Her wiha ji bo me şanogerên kurd ku bi salan e em hev nas dikin bi tevî me di nav vê projeyê de cih digirin ev ji bo me tiştekî girîng e. Ne hewceye em bibêjin zimanê me hevpar zimanê şanoyê ye. Amûrê me ragihandinê şano ye.”


Kom ji bo lîstikê serî Mîhrîcana Şanoyê ya Stenbolê da ye û hewl didin ku lîstikê di serî de bajarên Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê bilîzin. Her wiha lîstik dê di Weqfa Norveç Îbsenê jî bê lîstin. Derhêneriya lîstikê Jale Karabekîr dike û dramaturjiya lîstikê jî Ferîde Eralp amade kiriye. Di lîstikê de Aydin Orak, Şengul Ozdemîr, Remzî Pamûk, Berîvan Ayaz û Îsmaîl Yildiz rol digirin.

Batman; 03 Adar Çarşem Saet 12:00 Yılmaz Güney Sinemasi

Amed: 04 Adar Pêncşem Saet 14:00 Kayapınar Belediyesi Tiyatro Salonu

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.