Hevpeyvîn ligel nevîye Şêx Seîd
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-27 11:45:43


“Bavê min wan diçin cem Smaîl Axayê SIMKO. Bavê min demêk cem Simko dimîne, dixwazê bi Somko va hev ra enîyêk daynin û şer bidomînîn, lê ji hev nakin.”


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Nevîyê Şêx Seîd Mehmet Fuat Firat, Şêx Elî Riza jîyanekê normal nedît ku serpêhatîyên xwe binivîse.

Seyîdxan Kurij: Kerema xwe tu dikarî ji bo xwendewanên me xwe bidî naskirin?.

Mehmet Fuat Firat: Ez Mihemed Fuat, navê duduya ji hikumeta tirkan li me kiriye Firat. Ez lawê Şex Elî Riza Efendî me, Elî Riza ji lawê Şex Seîd yê mezin e. Waxta ku, Şex Seîd Efendî di zilma tirkan da şehîd ket, piştî wî mezinîyê devrê bavê min bu. Bavê mindemekî dur û dirêj di îşkence û ledanan da ma, surgun û hepîs mecal neda ku serpêhatêyên xwe û biyara Şex Seîd binivîsîne. Jîyana wî di surgun û girtigehanan da derbas bu, çu. Du vefata bavê min apê min Şex Sellahadîn bu mezinê malbatê. Pey vefat kirina Şex Sellahadîn edî mezinê malbatê nema, herkes bu mezine mala xwe.

 
Seyîdxan Kurij: Ez dixwazim li ser Şex Elî Riza bisekinim. Weku min serpêhatîyên rewşenbirên wê demê da xwendîye, pişti şikandina serîhildana Şex Seîd , Şex Elî Riza û birayê Şex Seîd Mêdîn Efendî diçin Surîyê. Lê ew herdu damezirandina partîya "HOYBUN" ê da bi rewşenbirên kurda yên din va li hev nakin û efa 1929 an da vedigerin, tên Tirkiyê. Tu li ser vê dikarî çi bêjî?

M.Fuat Firat: Ew biyara hanê pêwîste mirov ji serî bigre. Waxta ku ewil kurd çun li ser Vartoyê û Varto girtin, Varto ket destê wan. Ji eşîra Cîbran Kasim xîyanet kir. Bavê min wî hesîya ku, du meriv daye ber derê postaxanê û ew bi Ankara va bi telgrafê muxabere dike. Bavê min peşnîyara Şex kir ku, ji ber îxaneta Kaso, Kaso bê kuştin. Lê Şex Seîd efendî kuştina Kaso qaîl nebu. Şex Seîd Efendî got; Kaso nikare tiştêk me bike. Bavê min li wê derê enîyekî duduyan vekir, derbasî Melezgîrê bu. Li Melezgîrê çend suwarîyên eşîra Zirikan, eşîra Hesenan topkir, bi mirovên xwe va ji Melezgîrê û Tekmanê qasî400 - 500 suwarî topkir. Armanca enîya duduyan ew bu kubiçin alîyê Qerekose û li wan eşîra bixin ser pîyan. Lakîn hingê şer tekçu û Şex Seîd hat girtin. Edî wana ji gotin emê xwe heta waxte kî bidin alîkî, îltîca welatekî bikin, dura dîsa em li hev bicivîn û ji nu va dest bi xebatê bikin. Bi vê armancê derbasî Îranê bun. Gava çun Îranê li gor zagona Îranê divê çeken xwe bidana Îranê. Rayedarên Îranê ji wan xwest ku, çekên xwe daynin. Bavê min wan gotin ; me çekê xwe ji Romê ra daneynin, em çawa ji Eceme ra deynin. Ji bo bavê min çu serhengê (Yuzbaşi) ra peyivî got; axlerê Kurdan hinêk mitehesibin, nikarin çekên xwe teslîm bikin, tebancên axayan li ser wan bihelin yên din emê teslîmê wan bikin. Serheng vê daxwaza bavê min qebul kir. Li cem bavê min Keremê Qol Axasî, Silêman axa,Ferzende û Xalit begê Hesenî û xalê min Reşîd Efendî hebun. Bavê min dîçe ku xeber bidê mirovên xwe, di hindira xanî da gulekî diteqe, gule li ser serê Serhengê diçe. Vê gavê leşkerên Îran bi mîtralyozan erîşî hewşê dikin, li wê derê 36 mêr şehîd dikevin. Apê bavê min Şex Dîadîn, xalê min Reşîd (Lawê Muradê Exmed), bacanaxê bavê min Keremê Qal Axasî û Xalit begê Hesenî li vê derê şehîd dikevin. Ewê din direvin ,lê wana digrin 3-4 meh di girtigehê da dimînîn. Îranî perê wan û hemu tiştê wan ji wana digrin, paşê ber didin. Bavê min wan diçin cem Smaîl Axayê SIMKO. Bavê min demêk cem Simko dimîne, dixwazê bi Somko va hev ra enîyêk daynin û şer bidomînîn, lê ji hev nakin, nakokî dikeve navbera bavê min û Simko. Bavê min û hevalên xwe ji cem Simko diçin Erbîlê, diçin cem Sêydayê Nehrîyê, seydayê piçuk. Waxtekî li mala wî dimînin. Ingîlîzan nehişt li wê biminîn, gotin werin Bexdayê. Îngîlîz giştika (Ew, birayê wî Sellahadîn, Apên wî Şex Mehdî û Şex Xîyasettîn) li Bexdayê komdikin. Li wê minewerê Kurda li dora wan kom bun. Ew çax bi navê "Taşnax" rêxistinêk Fileya (Ermenîyan) hebu. Rewşenbirê Kurda ji bi navê "Xoybun" ê rexistinêk avakiri bu. Rexistina Taşnak ji rexistina "Hoybun" ê ra peşnîyar anî ku îtîfak çêkin û hevra hembera devlata Tirk şer bikin, heqe xwe ji Tirkan bistinîn. Îngîlîzan nehişt bavê min biçe kong ra "Hoybun" ê, lê bavê min di wekaleta xwe da apê xwe Şex Mehdî û Fehmî Bîlal (Fehmîyê Licê), ew herdu şandin kongra Hoybunê .Gava ew ji kongrê vegerîyan hatin, şartên Ermenîya bavê min ra gotin, bavê min şartên Ermenîyan qebul nekirin. Ermenîyan dixwastin ku Kurd û Ermenî gor nufusa nivisandinê erdê parva bikin. Bavê got nifusa Ermenîya di defterên Kîlîsa da nivisîyê, lê kurd hemu kitimin (ne hatine nivisandin). Gavaku em gor nivisandinê çêkin ji çara sisê welatê me dikeve destê Ermenîyan. Ew nabe em hemu gundên Ermenîyan nasdikin, bila werin em hemu erdê wan didin wan, gundên me ji dîsa mera."Hoybun" û "Taşnak" hatin hev , lê bavê min wî ya qebul nedike, wekîlên xwe ji ji civînê dikşîne.

 
Seyîdxan Kurij : 1929 an da çima vedigerin tirkîyê?

M.Fuat Firat : Edî îmkana wan û tekoşînê nemabu, ewana her tiştê xwe wenda kiribun, pere nemabu, çek nemabu, cihe ku bikaribin alîkari bigrin nemabu. Ji ber wê ew ji vegerîyan welatên xwe, lê malbatên wan ji tev surgun kiribun. Malbata me ji surgunê Îspartayê kiribun. Bavê min du sal li welatê nema girtin surgun kirin. Delî Kemal pêra ket ku wî bigre. Mala xwe girt çu Erzurumê, li wê derê demêk ma, ji li we ji surguna Trakyayê kirin.13 sal li Trakyayê ma, 1947 an da cardin vegerîyan welat. Jîyanekê normal nedît ku serpêhatîyên xwe binivîse.

 
Seyîdxan Kurij: Mirov gava îro li tevgera azadîxwaza Kurdîstan dinêre xercî Barzanîyan ji ew malbatên Kurdîstanî yên mezin (Mehmud Berzancî, Seyîd Riza, Qadi mihemed, Şex Seîd, Simko, Bedirxanî, Cemîlpaşa) kes tune. Eger hebin ji li ser tevgerê tesîra wan tune, çima

M.Fuat Firat : Tevgera Şex Seîd Efendî piranî giranîya wî li ser dîn bu. Îro Tevgera Kurdî vê noqta nedigre nazarî îtîbar. Eşîra barzanîyan hebu, 5000 – 6000 mirov ji eşîra wan hebun. Li ber wê Barzanîyan domkirin, lê ewê din çun. Em newîyên Şex Seîd dîsa ji li ortê ne, em hin ji xwedîyê vê fîkrêne. Daxwaza me ewe ku giranî li ser dînê be. Çimkî irkçitîyê (nîjadperestîye) tiştêkî baş nine. Lê belê ji ber ku Kurd di bin zulmê da ne, pewîste ku ew, ji bin vê bindestîyê xelasbin. Welatê wan di navbera çar devletan da par buye. Edalet ewe ku erdê xwe ji destê dijminan xelas bikin, encax vê gavê dikevin sewîya însanan. Heta xwe xelas nekin ew sewîya însanan di ninîn.

Seyîdxan Kurij : Zor spas dikim.

M.Fuat Firat : Ez spas dikim.

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. kurdo kurdistanî
    "Edalet ewe ku erdê xwe ji destê dijminan xelas bikin, encax vê gavê dikevin sewîya însanan. Heta xwe xelas nekin ew sewîya însanan di ninîn."xelasbûn û edalet destê me kurde de ye. ger em bikin tıfaq,kes nikara wekî têkçûnên berê cardîn têk biçin. çi oli,çi îdeolojîyek dî qet ferq nake, tenê hin çişta de yekîtî yekîtî yekîtî... silav û rêz....
  2. Kalo
    eger me ji dirok a xwe ders negirt serkeftin zaxmet e!
  3. midya
    ji xue din u diniti mala me xerakir. teyare tirkan li ser sere wan bimbe dikeren wanji dest li mece [selate] bernedidan.
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.