"Bi Kurdistaneke biçûk dixwazin Kurdan mijûl bikin"
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-27 12:57:04


Serokê PKK’ê Ocalan di hevdîtina xwe de diyar kir ku bûyerên dawîn di bin kontrola DYA’yê de ne û “Plana Darbeya Balyozê” ji ya Ergenekonê cudatir e.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya Çarşema çûyî de, bûyerêm dawîn yên ku li Tirkiyeyê diqewimin û “Plana Darbeya Balyozê” nirxand.

Ocalan nerînên xwe wiha anî ziman:

Bûyer di bin kontrola DYA’yê de pêk tên

Plana Balyozê li holê ye. Behsa bombekirina mizgeftan dikin. Ev tam harbûn e. Bi temamî tinekirina kurdan plan kirine. Fikirîne kurdan jî wekî yewnanan surgun bikin. Planên kuştin û surgunkirina gelek kesan kirine. Ev tiştek xeter e. Ev yek nêrîna min a, 'divê Kemalîzm ji nû ve were nirxandin' piştrast dike. Min digot, 'Tirkiye bi vê rewşa xwe nikare dewam bike.' Wan xeyal kiriye, NATO jî piştgiriyê bide vê plana wan. NATO jî piştgiriyê nade komkujiyên bi vî rengî. Plan û dînîtiya vê planê li holê ye. Lê careke dest pê kirine û nikarin jê derkevin. Emerîka jî vê qebûl nake.

Xeta neteweperest� ya radîkal jî û xeta îslamiya nerm jî di bin kontrola Emerîkayê de ne Tirkiye niha di nav aloziyekê de ye. Li aliyekî CHP, MHP, kemlîstên nav-artêşê, bi gotineke din, bermahiyên îttîhatiyan, yanî neteweperestên alîgirî komkujiyan. Hêza vî aliyî ne kêm e. Baskê rastgir yê Îsraîlê jî piştgiriyê dide van. Neo-conên Emerîka jî piştgiriyê didin van. Li aliyê din jî, aliyê kevneparêz ên ji AKP û Fetullahiyan pêk tê, hene. Ji Îsraîlê Netenyahû piştgiriyê dide van. A rast, tam Fetûlahî jî nîn in. Gelek cemaet hene, wekî organîzasyonekê tevdigerin...

Kurdan lîstik xera kirin, Tirkiye wê biguhere û wê Kurd jî bên qebûlkirin

Li ser Tevgera Kurd, gelek lîstik hatin lîstin. Xwestin tesfiye bikin. Encam çibû? PKK û gel li ber xwe da. Di qada demokratîk de, mezin û bi hêz bûn. Min jî, li vir bi sebreke mezin li ber xwe da. Û bi vî rengî lîstik xera bû. Êdî kurd tesfiye nabin. Ev hate dîtin. Lê belê nizanin wê bi vê rastiyê çi bikin û çawa bi vê rastiyê bijîn.

Li gorî min, di dawiya dawî de, wê li ser demokrasiyê wan li hev bînin. Wê Tirkiye biguhere. Dema Tirkiye biguher, wê kurd jî, wekî hêzeke demokratîk bên qebûlkirin. Min di nexşeya rê de jî diyar kiribû. Ji bo kurdan, Xweseriya Demokratîk, çareseriyeke maqûl e.

Ji bo çareseriya demokratîk, rewşa niha ya li Tirkiyê, avantajek e. Werin em Tirkiyê ji hegemonyaya neteweperest û îslamiya nerm rizgar bikin. Kî xwe baş bi rêxistin bike û siyaseteke rast bimeşîne, wê qezenc bike. Divê xeta yekîtiya demokratîk were pratîk-kirin.

Bi avakirina Kurdistaneke biçûk dixwazin Kurdan sedsaleke din mijûl bikin

Bi avakirina Kurdistaneke biçûk dixwazin hemû kurdan bi wir ve girê bidin. Armanca wan ayekemîn, helwesta înkar û tinekirinê û a duyemîn jî bi avakirina Kurdistaneke biçûk û pêvajoya sedsaleke din mijûlkirina kurdan bi xeyala Kurdistaneke mezin e. Wê hemû kurdan, bi riya Kurdistaneke biçûk kontrol bikin. Di demên derbasbûyî de çawa bi Ocaxên Ulkucu, xeta çepgir hat pasîfîzekirin, îro jî bi riya cemaetan dixwazin tevgera me pasîfîze bikin. Derfetên bi hêz ên aborî hene. Ev derfet jî xistine dewrê. Di vê çarçoveyê de jî hin malbatan bi xwe ve girê didin. 'Osman digot, 'pêşiya min vekin, ez biçim hemû kurdên mûxafazakar bi rêxistin bikim.' Wekî vê gelek lîstik lîstin. Lê belê ti lîstik negihîşt armanca xwe.

Di AKP'ê de her tişt girêdayî helwesta Tayîp Erdogan e. Lê ew nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Wê helwesta wan a ji bo kurdan çi be? Ya girîng ev e.

Di nava vê aloziyê de ki siyaseteke rast bimeşîne we ew qezenc bike

Kî di nav vê aloziyê de, xwe baş rêxistin bike û siyaseta rast bimeşîne, wê ew qezenc bike. Yên me jî divê roj bi roj, siyaseteke têkûz bimeşînin. Min ewqas besha girîngiya avakirina akademiyan kir. Îro pêwistiya wan li holê ye. Eger tiştên îro diqewimin rast fêm bikin, wê karibin girtinên dawî jî pûç derxin. Divê rêbertiya demokratîk ya herêmî ya xwe derxin holê. Ev biryarên girtinê, taktîkeke dewletê ye. Bi meşandina siyaseteke rast, mirov bi rehetî dikare van girtinan pûç derxe. Divê gotina 'siyasetê bimeşînin' wekî xebateke îlegal neyê fêm kirin. Di bingehê demokratîk de xebatên muazem ên dikarin werin meşandin hene, ez dibêjim divê ev werin kirin.

Divê xeta yekîtiya demokratîk serdest bibe û ji bo çareseriyê dixwazim rolê bileyîzim

Ez dibêjim em Tirkiyeyê ji xeta tund-neteweperest-nijatperest û xeta nerm-îslamî-muhafazekar, ji van her du hegemonyayan rizgar bikin. Ev xeta yekîtiya demokratîk e. Ev deh salin tim vê dibêjim, lê xebatekê li holê nabînim. Ev rewşa kevneşop a hêzên çepgir e. Hin tişt ji ber kirine û her tim wan dûbare dikin. Vaye girseyeke bi qasî çiyayan mezin heye, ez ji vê pêde dikarim çi bikim! Di vê navberê de min xebateke bêpempa meşand. Di nav BDP'ê de be an derveyî wê de be, ya girîng ewe ku xebateke hevpar were meşandin. Ji bo vê yekê desteya koordinasyonê dikare were sazkirin, xebateke hevdeng dikare pêk were, were meşandin.

Beriya demekê min nivîsa Avnî Ozgurel xwend. Digot 'Kurd, PKK û Ocalan mijarên cuda ne, lê ev têkildarî hev in û ketine nav hev, eger bi hev re li ber çavan neyên girtin pirsgirêk çareser nabe.' Digot 'her gava dixwazin Ocalan li derveyî pêvajoyê bê hiştin evê Ocalan xurtir bike.' Ev tesbîteke di cîh de ye. Rast dibêje. Di vê navberê de ez lava ji ti kesî, ji dewletê jî nakim. Min di nexşerê ya xwe de destnîşan kiribû. Hêna ku tenduristiya min derfetê dide, ez dixwazim rola xwe bilîzim.

Divê jin hemû şêweyên azadiyê pêşbixin. Li ser vê mijarê xwe zana bikin û bi felsefeya azadiye xwe biparêzin.


Ziman, erdnîgarî û cand bedena mirovan e, li bedena xwe xwedî derkevin

Ziman û çand bedena mirovan e. Li bedenên xwe xwedî derkevin. Zimenek wisa req û rût bi serê xwe, ti wateyê îfade nake. Tevahiya van hevdû temam dikin. Eger ev yek di nava hevde bên nirxandin, bi civakeke demokratîk, maneya xwe îfade dike. Ji bo ziman, erdnîgarî û çandê, ji bo hemûyan ez dibêjim bedena mirovan.. Eger hûn li bedena xwe xwedî� dernekivin, ti wateya wê namîne, bikêrî ti tiştî nayê..

Divê jin hemû şêweyên azadiyê bi pêş bixe û xwe bi felsefeya azadiyê biparêze

Têkiliya di navbera jin û zilaman de, gelo jin dibin koleyê zilaman, yan jî zilam dibin koleyê jinan, ev yek dikare were nîqaşkirin. Li gorî min di roja me de, herdû jî, bûne koleyên hev.. Divê têkiliya navbera jin û zilaman, baş were fêmkirin. Li ser kîjan esasî, jin û zilam wê bên cem hev, ev yek girîng e. Ez gihîştim vî temenê xwe, hê jî difikirim, eger ez û jinek bên ba hev, ezê li ser kîjan esasî û kîjan mijarê, bi wê re biaxivim. Slovaj Zîzek dibêje, 'Tişta ku herî zêde min dixe nava heyecanê, bi jineke ku ji min zanatir re guftûgokirina felsefeyê ye..'
Bi jinan re, divê li ser bingeheke diyar diyalog û têkîlî, were danîn. Ez ji vê re dibêjim 'zimanê çêbûna gerdûnê, şêweya çêbûna gerdûnê.' Eger pîvanên têkîliyê li ser esasên azadiyê werin danîn, hingê dikarin bigihêjin Nîrvanayê. Ez li ser esasên rêzgirtinê nêzîkî jinê dibim. Eger jin ev qasî min dişopînin e, ev tê wê wateyê ku ew bi hin aliyên min hisiyane.� Ez nirxekî mezin didim jinê.

Divê jin hemû şêweyên azadiya xwe bi pêş bixe. Divê di vî warî de, xwe zanatir bike.. Jineke Îskenderiyeyî bi navê Hypatîa, ji ber ramanên xwe, ji aliyê Xiristiyanên wê demê ve bi cezayê mirinê tê ceza kirin. Ji jinikê re dibêjin, 'Tu li dijî qanûnên me rabûyî.' Li hemberî êşkenceya ku lê dikin, jinik bi felsefeyê bersiva wan dide. Her ku ew êşkencê lê dikin, ew bi felsefeyê xwe diparêze û felsefeya xwe dibêje. Ji ciwanên der û dora wê kombûne re dibêje, 'Hûn ji bo berjewendiyên xwe û ji dilbijiyeke qeba a cinsî nêzîkî min dibin. Ez vê nêzikahiyê qebûl nakim.' Paşê ev jin, bi keviran tê lînckirin û wê dikujin. Divê jin jî ji bo azadiyê xwe bi vî awayî biparêze..

Li Semsûrê jinbûn û mirovahî kirin bin axê. Di navbera binaxkirina mirovekî û bi mîlyonan mirovî de ti ferq nîne. Di vê dewrê de, paşvemayîna olî gelek bi tehluke ye ji ber vê yekê divê jin xwe pir pêşbixin..

Kapîtalîzm mirovan tine dike

Gelek kesên betal hene. Jiyana xwendekarên zanîngeh qedandine, li qehwexaneyan� diqede. Û nizanin ewê çi bikin. Ez dizanim, hê jî, hin hevalên me çixareyê dikişînin. Divê bi kapîtalîzmê nexapin. Pîrbûn girêdayî mejî ye. Divê hişê mirov bi hêz be. Hişê mirov çiqasî bi hêz be, bedena wan jî bi hêz dibe. Hişê mirov ne bi hêz be, û eger sîstem jî baş� fêm nekiribe, bedena mirov jî, zû zeîf dikeve. Di pergala sermayedariyê de, dîtina heqîqetan û şîrovekirina wan gelek zahmet e. Ev pergal mirovan ji rê derdixe. Mirovên ji rê derdikevin jî, êdî bi kêrî ti tiştî nayên.
Roj TV

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. rastigo
    Kurdistanek bicuk ji Tirkiya ku Cehennema Kurdaye û Apoistaneka bê Xadê ya mezin bashtir e!
  2. rodî
    ocalan bû bela serê kurdan. diyar e bo berjewendiya kê tevdigere. hemî axaftin û peyamên wî tiştekî destnîşankirî ji xwe ra dikin armanc. Ocalan mirovekî çepgir e. ev bi xwe ne tawan e, ne jî tiştekî xirab e, bes tiştê ku Ocalanî tawanbar dike ew e ku tevahiya gelê kurd dixwaze bi xeyalên xwe yên çepgirane bixe, da her kes dîtinên wî lêk ve bike. ji bo dîtinên xwe yên takekesî ji Kurdistanfiroştinê jî natirse û dewletbûnê wek tiştekî pûç û nebikêr diyar dike. Ango tevahiya cîhanê şaşîtî kiriye bi avakirina dewletan, bi tenê Ocalan di girtîgehê da di wate û pergala evê dinyayê gihîştiye. Xwedayê mezin û dilovan bila harîkarê me bit.
  3. Hawre
    mero ma tu çî bîkî Kurdistana biçuk?.ma ne tu yê 1000 car dibejî Kurdistan bide min de ezê tersê deste xwe le bidim kabul nakim.Dewlet xwestin ixanete.ma wan axaftina dema tu diki key akile te ne li serê teyê ?hey haaayy welehi edi te akil serê Kurd nehişt helal be ji bo te.bravo ma bejim çî?gelo ?abuqat te ji bo çî gel te?her hefte?bes ji bo tu ruhe berxwedana gel bişkînî le bawer bike tirkê xalê te u te wehe şer wenda kîr.u hun tek çu.girava imrali hotela teyê em zanin bes girava gola wane bawer bike de bibe zindana rast ji bo te.de here
  4. B.Alan
    Ya rastí ewe,ku mixabin eve zédetiri bist-sih salin Kurd bi xeyala "komara demokratik"ve mijűl dikin ú dixapínin,ya dítir ímralí ú alígirén ímralí ne Kurdistanek bi&űk u ne mezin naxwazin,ú ya séemín &awa sedam bi saya berxwedana gelé Kurd nekarí Kurdan tesfíye biké,herweha Ergenekon jí nikaré Kurdan tesfiye bike.Ya &aremin Ísraíl &iqasí bi&űke ewqasí bi héze ú qewete ú xwe li ser tirkan jí ferz kirí ye.
  5. Saho salih
    Turkiya Cumhuryeti Kurdistan a mezıne li def apo
  6. lawkê Metînî
    Ma ez nizanim ew Kurdistana (mezzzzzzin) a ku te xelk ji bo wê dane kushtin bi ku de chû loo! kuro Evdela welle kesî te li hedê te bisekinîne tune! niha tu chi dixwazî bibêjî! here finasên te xuyabûn û kesek nema bi te dixape. û netkurdê ji kerema xwe biweshîne mal ava be.
  7. Beranê Meletiyê
    Yaw sayin bashqan dîsan rabu ser tapanan u tirr ji meselê berda. Bi navê serê te yê shemamokî sayin pir mezin bashqan, law bi rastî jî te bi van teoriyên komployî îmana kurdan kir shorba nîskê cîgerim. Shekerim hinekî hêdî hêdî bavêje, bila chukên belengaz jî daqurtînin lo. Kuro sayin bashqan komployan diafirîne u pê ra wekî shêran bi deh salan sher dike di odeyeke 11 mêtroqareyî da, dawiyê bi "aqilê" xwe yê ku buye "milkê mala cîhanê", kilama xwe ya menshur "pîroz e pîroz e cejna min pîroz e" ji parêzerên xwe yên simbêlboq ra dibêje u wekî wahî dishîne ba murîdên qirase qerdashim.
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.