Li Diyarbekirê konferansa navnetewî
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-27 15:25:32


Di nav beşdarên konferansa ku bi Kurdî, Tirkî, Îngilizî û Spanyolî bi awayekî simultane wergêr tête kirin de, gelek kesên naskirî hene.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Konferansa Ezmûnên Çareserî û Muzakereyê yên Navneteweyî" ku li Diyarbekirê ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk a ji gelek rêxstinên sivîl û derdorên siyasî pêk tê, îro, li Salona Resepsiyonê a Sümer Parkê dest pê kir.

Axaftina destpêkê a konferansê ji aliyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemir ve hate kirin. Baydemir, di axaftina xwe de bal kişand ku ew ê du rojan li ezmûnên miletên dîtir ên ku di wexta xwe de heman pirsgirêk jiyane guhdarî bikin.

Baydemir wiha axivî: "Çawa ku hevnijadên tirkan li Bulgaristanê û welatên turkî hene, kurdan jî hevnijadên xwe li Sûriye, Iraq û Îranê hene. Ligel ku ji 30 salan zêdetir li Tirkiyeyê pêvajoyeke pevçûnê heye jî, kêm rojnamevan hene ku serê xwe li ser vê yekê êşandine."

Hevseroka KCD'ê Yüksel Genç di axaftina xwe de bal kişand ser guhartina pirsgirêka kurd a piştî hilweşîna rejîma Sedam û diyar kir ku wek naverok pirsgirêka kurd a li Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyeyê heman tişt e. Genç wiha axivî:

"Pirsgirêka Kurd êdî ne tenê ya Tirkiyeyê ye, êdî, ew bûye pirsgirêka hemû Rojhilata Navîn. Ev pirsgirêk êdî ji ber ku li Iraqê eskerê wê hene, DYA û NATO'yê û ji ber berendamiyê YE'yê jî eleqedar dike. Tu kes nikare pirsgirêka kurd bi tena serê xwe çareser bike. Ev pirsgirêk li ser bingehê îradeya azad a gelê kurd bi tevlêbûna hêzên navneteweyî yên demokrat dikare bête çareserkirin."

Parlamentera berê ya DEP'ê Leyla Zana jî li vir axivî û got: "Kesên dixwazin pirsgirêkê li ser dijberî û tundiyê çareser bikin, wekî agirê pûşikê geş bûye û çûne. Îro, gelê kurd naxwaze bibe agirê pûşî. Bo aştiyê bi biryar û bi israr e."

Zana, bang li dînamîkên navxweyî yên Tirkiyeyê kir û xwest ku her kes piştgiriya aştiyeke adil û mayînde bike.

Di nav beşdarên konferansa ku bi Kurdî, Tirkî, Îngilizî û Spanyolî bi awayekî simultane wergêr tête kirin de, ev navên naskirî hene:

Serokê Giştî yê DTP'ê Selahattin Demirtaş, Serokê Giştî yê DTP'a girtî Ahmet Türk, Prof. Dr. Norman Paech, Prof. Dr. Büşra Ersanlı, Prof. Dr. Doğu Ergil, Prof. Dr. Mithat Sancar, Doç. Dr. Fikret Başkaya, Cîgirê Musteşarê MÎT'ê yê berê Cevat Öneş, Parlamenterê Ingilîz Lord Raymond Hylton, Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY'ê yê berê Hans-C. Von Sponeck, Serokê Partiya Neteweyî ya Gallerê Dafydd Iwan, Berdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Aralar a Baskê Jon Abril, Nûnerê ANC'ê yê Afrîkaya Başûr Hassen Ebrahim û rojnamevan- Nivîskar Cengiz Çandar.

Çavkanî: AKnews

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. B.Alan
    Mixabin di nav be$darén konferansé de navén nűnerén partíyén Kurdén par&én dítiré Kurdistané ú nemaze ba$úré welat níne ,lé dísa ev comcivín péngavek giring ú héja ye, her serkeftíbin,ú xebat xwe$.
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.