Berhem Salih û wezîrê Fransayê civîyan
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-27 20:19:21


Hikûmeta Herêma Kurdistanê butceyeke taybet bo xwendina bilind bidest kiriye da ku xwendekarên kurd bikaribin li derveyê welat bixwînin.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Duhî li bajarê Silêmaniyê Berhem Ehmed Salih Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li şandeyeke hikûmeta Fransayê a bi serokatiya Kristiyan Îstrosî wezîrê industriyê hikûmeta Fransayê kir.

Piştî şandeya hikûmeta Fransayê ku ji bilê wezîrê industiryê ji çend parlamenter, sermayedar, bazirgan û xwedî şîrket û kompaniyên berhemanînê pêkhat bû bi serokê hikûmetê herêma Kurdistanê re civiyayîn, di perskonferansê de encamên serdanan bo herêma Kurdistanê eşkere kirin. 
 
Serokwezîr Berhem Salih weha got:

- Hikûmeta herêma Kurdistanê têkeliyên xwe, di wan warên ku cîyê giringîpêdana her du aliyane, bi Fransayê re ber bi pêşve dibe. Kurdistanê di warê têkeliyên abûrî, bazirganî, pêşesazî û berhemanînê de di navbera herîma Kurdistanê-Îraq û Fransayê de pir û dariyekê mezin e.

- Me di budceya herêm Kurdistanê de, budceyeke taybet bo geşe pêdana şiyanên kadroyên hikûmetê û xandina bilin bedest kiriye, da ku xwendekarên kurd ji bo xandinê derkevon derve û diplomayên bilind werbigirin. Yek ji wan welatan jî Fransa ye. Da ku sur ji tecrûbeya zengîn a fransayê bê wergiritn.

Wezîrê Fransayê jî di axaftina xwe de got:

- Kurdistanê, ji bona têkeliyên Fransayê bi Îraq û Kurdistanê re, derîyekê mezin û giringe. Îro em hatine Kurdistanê da ku bi serok Talebanî û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê re bicivin û behsa têkeliyên Fransayê bi Kurdistanê û Îraqê re gotûbêj bikin. Fransayê têkeliyên xurt bi herêma Kurdistanê û gelê kurd re heye û Fransa giringiyeke ntaybet bi wan peywendiyan dide.

- Fransa dê senterekê mezin yê zîraetê li herêma Kurdistanê veke û dê pispor û teknolojiya pêşkeftî ji bo wî senterê zîraetê dabîn bikin. Herwesa di demeke nêzîk de dêherêma Kurdistan xeta emanî di navbera Fransayê û herêma Kurdistanê de dest bi seferên esmanî bike, û ew yek dê bibe sedemê zêdetir xurtkirina têkeliyan û bizava bazirganiyê.
 
KRG

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.