Li Unîversîteya Tuncelîyê perwerdeya zazakî û kurmancî
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-28 01:03:34


Rektorê Unîversîteya Tuncelîyê (Dersim) Prof. Dr. Durmus Boztug got ê li Unîversîteyê kurmancî û zazakî wek dersa bijarte bêne dayin.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Rektorê Unîversîteya Tuncelîyê (Dersim) Prof. Dr. Durmus Boztug got ê li Unîversîteyê kurmancî û zazakî wek dersa bijarte bêne dayin.



Rektor Boztug vê daxuyaniyê di dema merasîma protokala navbera Unîversîte û TOKîyê de da.

Boztug wisa got "Di beşê fakulteya edebiyatê de ê kurmancî û zazakî weka dersa bijarte bê dayin. Me mamosteyên kurdî ji nav mamosteyên muduriyeta perwerdeyê hilbijart û zazakî û kurmancî jî xist nav programa xwe."



Wezîrê dewletê Cevdet Yilmaz jî di merasîmê de got " ez jî zaza me, wek welatiyeke Tirkiyeyê ez gelek bextewarim ku Unîversîteya Tunceliyê dest bi perwerdeya kurdî kiriye."


ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. Usu Danur
    Gotineke heye, dibêjin "yê di jora têkeve, yê di xwara derkeve, lê yê di xwara têkeve, yê di jora derkeve" bi yamin û bi baweriya min, ev mesleya ziman di nêv Turka û Europia û Amerîkiya da hatiye gufûgokirin û wisa bala tyrkia kişandine,ser becîhaîna karê biçuk yê tu kar jê nabe û ti faida wê nîne. li hem demî jî ji dervada wê bêjin aha.. aferîn, welle turka Demolrate û normê europia bicîhtîne û wisa dixwazin ruyê turkiya makiaj bikin. ji ber ku li vê hemî cîhana me, perwerdeya ziman ji çukanîda û di dibistanê destpêk da çêdibe, lê neku dema etudia li universîteyê dixwaze zimanê dayîka zaniariyê fêr bibe, wê here saatê bijate yê kurdî. Ewjî bi ya min wê neayîndeyîbe, etudiyayê saatê kurdî yê bijarte bixîne wê bi hezara problêma jêra ava bikin. ji ber ku amanc ji vê yekê, ne fêrbuna zimane, lê tuza ku davêjin çavê miletê kurde, ku bawer bike, ew li çareseriyê digerin??
  2. Ferhad
    Bira ez nizanim ka ez bi vê Nûçeyê bigrîm yan jî bikenim! Ji bo Demekê em Dest ji Bakurê Kurdistanê berdin û em di Xeyalên xwe de li Almanîya dijîn (Di Xeyala me de, almaî qedexeye û Xwendevan mecbûrin bi inglîzî biaxivin!) Sibê em diçim Xwendingehê û li vir Mamoste ji me re dibêjin "Gelî Xwendevanan êdî em dikarin li Zanîngehan ji xwe re Beşê almanî helbijêrin û hîn bibên!!" Hûn dizanîn ev yêk ji min re gelek Komîş tê! Ez di lehzê de fikir dikim û bibêjim, ma qey almanî li Welatên Cîran de dijîn?! Ma ew li Welatê Xwe nîne! Çima ew bi almanî naaxivin û Çima, Çima, Çima...! Wêca em li Welatê xwe ne û bi vebûna Beşê Kurdî serxweş dibin û fikir dikin "Dimokratî" heye! Bavê min! Çavê min! Dilê min, Mafê te heye, her li Debistan heta Zanîngehê bi Kurdî bixwînî! Vebûna Beş û Meşan Derdê Te û Min derman nake û ne Te û ne jî Min fêrî kurdî dike! Bi Tiştên biçûk keyfxweş nebîn û Mafê Xwe yê rewa bixazin! Çima tirk bi Kurdî naaxivin û ji xwe re Beşên Zimanê tirkî li Zanîngehan venakin?! Çima ji wan re Hirmete û ji Te qebehet!? Çima?çima?çima....
  3. m.zeki cilgin
    ez hevidikim ev biryara oniversita dersime ji temame oniversiteye turkiyere bivin minak,ez hevidikim xortu qize kurmanca u zaza regbetek zede ji perwerda bi zimane zikmakire nisanbidin.
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.