Li Dersimê 40 hezar hatin kuştin, 12 hezar sirgûn bûnNETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-28 11:48:59
Erdogan ji Baykal re got em behsa Sirguniyên Dersimê bikin, û dewam kir ku hemû belgeyên qetlîam û sirgûna Dersimê li ber destên wî ne, eger îcab bike ew ê wan eşkere bike.
Li ser minaqeşa navbera serokwezîr Erdogan û serokê CHP-ê Deniz Baykal a hefteya derbasbûyî Qetlîama Dersimê careka din hat rojevê.
Hefta çûyî Baykal di axaftina grûba xwe ya parlamentoyê de operasyon, binçavkirin û girtina 49 general û efserên liserkar û teqaudbûyî, wek mesela "girtiyên welatperwer ên Maltayê" binavkiribû. Piştî Şerê Cîhanê ê Yekê, bi îdîaya komkujiya ermeniyan û tawanbariya şer berpirsên Ittîhat Teraqîyê yên ku wê demê Împaratoriya Osmanî îdare dikir, hatin girtin û ew li Girava Maltayê hatin zîndankirin. Baykal generalên darbexwazên Darbeya Balyozê dişiband van endamên Îtîhat Teraqîyê.
Li ser vê, serokwezîr Receb Teyyip Erdogan jî got e"w qas dûr meçe, were sala 1938-ê ku CHPya bi serokatiya Îsmet Înönü li ser hukum bû, we çend dersimi kuştin û çend sirgûn kirin". Erdogan got em behsa Sirguniyên Dersimê bikin^û berdewam kir ku hemû belgeyên qetlîam û sirgûna Dersimê li ber destên wî ne, eger îcab bike ew ê wan eşkere bike.
Di vê navberê de profesorekî Unîversîteya Suleyman Demirel a li Ispartayê ê bi navê Prof. Dr. Ahmet Özer eşkere kir ku tevî hê hemû belge eşkere nebûne dixuyê ku di dema Qetlîama Dersimê de 40 hezar dersimî hatine kuştin û 12 hezar jî hatine sirgûnkirin bo bajarên tirkan ên li Rojava. Di wê demê de ne tenê ji Dersimê, ji bajarên din ên Kurdistanê jî sirgûn bûne û hejmara hemû sirguniyan 25 hezar kurd bûye.
Li gor Özer ji Desimê, Erzincanê, Bedlîsê, Siirtê, Wanê, Bîngolê, Diyarbekirê, Erzurumê, Elazîzê, Qersê, Meletiyeyê û Mêrdînê ji 5 74 malbatan (xaneyan) 25 hezar û 831 kes sirgûnê bajarên Rojava bûne. Ev reqem, salên pişt re ji 27 hezaran, li gor hinan jî ji 30 hezaran dibuhure. Nêzî nîviyê vê reqemê dersimî ne. Prof. Dr. Ahmet Özer radigihîne ku 12 hezardersimî hatine sirgûnkirin li gor belgeyekê bi biryara hukumetê a 6-ê agustosa 1938-ê uji 1246 mlabatan (xaneyan) 5 hear kes sirgûnî 922 gundên 50 qesebeyên 15 bajarên tirkan bûne, ew carina yek malbat carina du malbat an çend malbat li gundekï hatine bicîkirin û hatiye qedexekirin ku ew hevdu bibinîn, 10 salan qedexe buye ku ew ji gund derkevin.
Li gor belgeyan mesela:
Li Denizliyê 158 xane li 161 gundan,li Aydinê 100 xane li 100 gundan, li Bilecikê 100 xane li 50 gundan, li Bursayê 200 xane li 100 gundan, li Balikesîrê 104 xane li 77 gundan, li Ispartayê 20 xane li 20 gundan, li Kutahyayê 24 xane li 23 gundan, li Burdurê 62 kes li navendê û 2 qezayan, li Muxlayê 28 xane li 28 gundan, li Eskîşehirê 50 xane li 50 gundan, li çaneqelê 150 xane li 150 gundan, li Edirneyê 50 xane li 50 gundan, li Kirklareliyê 50 xane li 25 gundan, li Tekirdagê 75 xane li 75 gundan bizorê hatine bicîkirin. Ev kurdên sirgûnkirî wesîqeyên ku sirgûnî kîjan gundî bûne li gel wan hebûn.
Prof. Dr. Ahmet Özer wiha dibêje: "Yên ku sala 1938-ê li Dersimê hatin jiyan mezintirîn qetlîmam cumhuriyetê bû. Ji xwe îro ew pirsgirêkÊn ku em dijîn çavkaniyên xwe ji wan siyasetan digirin ku Cumhuriyetê bi darê zorê kurd dikir tirk, elewî dikir sunnî, sunnî jî bi çoyê sekuleriyê terbiye dikir. Ji bo çareseriya van du tişt lazim in. Divê em bi dîrokê re rûbirû bibin û pê re lihevbên, a duduyê jî devjê berdin ku cudatiya bikin taketiştek, em wan wek dewlemendî qebûlbikin û aştiya civakî cîbicî bikin."
Seda ŞİMŞEK / Bugün
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)