"Baykal bi berpirsê PKK-ê yê Ewropayê re rûnişt"NETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-28 12:35:32
Cemil Akdogan: "Denîz Baykal ji bo ku ji Ahmet Türk û Sirri Sakik û berpirsên din ên DEHAP-ê xelas bibe ji min daxwaz kiriye ku ez berpirsê PKK-ê ê Ewropayê li gel wan bidim naskirin da ew hevdîtinan li gel wî bikin."
Minaqeşeya navbera CHP-ê û Ak Partiyê ku kî li gel PKK-ê û terorîstan hevkariyê dike her ku diçe berbelav dibe.
Wek tê zanîn CHP-ê hefteya derbasbûyî ji bo daxistina wezîrê hundurê hukumeta Ak Partiyê beşîr Atalay rapirsînek da parlamentoyê. Ev rapirsîn bi wê îdîayê bû ku wezîrê Hundur Beşîr Atalay ji bo gerîlayên PKK-yî ên ku ji Qendîlê vegeriyan bide berdan bi taybetî misteşarê xwe şand Xabûrê, tesîr li dozgêr û dadwerên Diyarbekirê kir ku ew dadgehê bibin li xîveteka ber Xabûrê deynin û gerîlayên vegeriyayî berdin.
Ev îdîa cara pêşî di dema lêpirsînê de Hatip Dicle yê serokê DTK-ê kevne parlamenterê DEP-ê hat kirin. Hatip Dicle îdîa kir ku di dema vegra "grûba aştiyê" de wezîr Beşîr Atalay û serokê DTP-a daxistî Ahmet Türk li hev civiyane û Atalay ji Türk re gotiye ku wî her tişt eyar kiriye, misteşarê xwe verêkiriye, ew ê yên vegeriyayî bên berdan.
CHP-ê ev îdiaya Hatip Dicle wek îtîrafa ku Atlay û hukumetê midaxeleyeka siyasî li ser dadweriyê kiriye û bi vî awayî sûc kriye, divê ew ji kar bê daxistin.
Her çendîn Atalay, Ahmet Türk, dozggêr û dadwerên Diyarbekirê ev îdîaya Hatip Dicle redkir jî CHP ji a xwe daneket û mesele bir parlamentoyê.
Li parlamenoyê di dema minaqeşeya ser pirsê de vê carê parlamenterê BDP-ê Sirri Sakik îdîa kir ku li ser daxwaza Deniz Baykal heyeteka CHP-ê bi serokatiya cîgirê serok li gel wan sala 1999-ê berî hilbijartinan li gel HADEP-ê (DTPya wÊ demê) rûniştiye û gotiye kesên wek Ahmet Türk, Sirri Sakik, Sedat Yurttaş û Murat Bozlak ên naskirî nabin, lê ew 20 mîlîtanan bidin wan ew ê ji CHP-ê bikin berendam da ew bên hilbijartin ji bo parlamentoyê.
Deniz Baykal ev civîn red kir. Ahmet Türk cîgirê serokê CHP Eşref Erdem û Sedat Yurttaş gotin "belê ev civîn buye" Türk û Erdem got navê "militanan" nehatiye lê behsa gêncan hatiye kirin.
Di vê navberê de Cemil Aydoganê serokê Yekîtiya Rojnamevanên Mêrdînê, eşkere kir ku gotina Sirri Sakik rast e, ew bi xwe qasî 15 caran li ser vê meselê li gel Deniz Baykal rûniştiye. Heta di dawiyê de Denîz Baykal ji bo ku ji Ahmet Türk û Sirri Sakik wan xelas bibe jê daxwaz kiriye ku ew berpirsê PKK-ê ê Ewropayê bli gel wan bide naskirin da ew hevdîtinan li gel wî bikin. Cemil Aydogan dibêje wî mihawele kiriye, di vê navberê de Deniz Baykal jê re gotiye ku wî di riyeka din re bi berpirsê PKK-ê re pêwendî daniye. Hettta goya ku ew dersimî buye, û çuye li navendê li gel Deniz Baykal rûniştiye.
Cemil Aydogan îdîa dike ku di dema hevdîtinan de wî dengê Baykal jî li ba xwe qeyd kiriye lê pişt re wenda kiriye. Cemil Aydogan ki ye. Ew rojnamevan e. Berê li Mêrdîn serokê Komeleya Mafê Mirovan bû. Pişt re bû damezrênerê HADEP-ê. Pişt re veqetiya xwest li Kiziltepê bibe serokê şarederiyê li ser navê Ak Partiyê. Nuha ew serokê Rojnamevanên Mêrdîn e.
Herî dawîn Ufuk Uras jî eşkere kir ku piştî Deniz Baykal di 1999-êde hêviya xwe ji berpirsên HADEP-ê biriye, teklîfî ÖDP-ê (ku wê wextê Ufuk Uras serokê wê bû) ku ew biçe li ser navê CHP-ê li Diyarbekirê bibe berendamê parlamentoyê da ew dengên kurdan bîne CHP-ê lê ÖDP-ê ev qebûl nekiriye.
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)