Nivîskarên quncikan, li dijî Erdogan îmza kom dikin
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-28 13:06:04


Axaftina roja înê a li ser nivîskarên quncikan ku daxwaz ji xwediyê rojnaman kiribû ew midaxeleyî nivîskarên rojnameyên xwe bikin, di nav nivîskar, rojnamevan û siyasetmedaran de olan da.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Axaftina roja înê a li ser nivîskarên quncikan ku daxwaz ji xwediyê rojnaman kiribû ew midaxeleyî nivîskarên rojnameyên xwe bikin, di nav nivîskar, rojnamevan û siyasetmedaran de olan da û bû sedemê nerazîbûneka mezin. Gelek nivîskaran ev axaftin wek nîşana wê yekê ku Erdogan ne demokrat e, nizane azadiya raderbirînê çi ye û dixwaze medyayê têxe bin kontrola xwe, yekdengiyê di medyayê de peyda bike nîşan dan.


Rojnamevana rojnameya Bugünê Gülay Göktürk ku ew jineka demokrat û azadîxwaz e, piştgiriya "vebûna demokratîk" a hukumetê dike li dijî axaftina Erdogan rawestiya û eşkere kir ku ew ketiya nav mihaweleya komkirina îmzayên protestokaririna Receb Teyyip Erdogan ji bar wan gotinên wî yên bê talîh.


Erdogan di axaftina xwe de gazî patronên rojnameyan kiribû ku ew berpirs in ji rojnameyên xwe û ew nikarin bêjin ku ew nikarin nivîsên nivîskarên quncikan rawstînin. Erdogan got ew patron meaşê wan nivîskaran didin loma divê nehÊlin nivîsên texrîbkar ên dereew û bêîstîqrariyê dixin aboriya welêt derkevin. Erdogan rojname şibhandibûn dikanan, gotibû bira herkes xwedî li dikana xwe derkeve.


Erdogan îdîa kir ku sedemê ku indeksa borsayê hefteya buhurî ji 6 % bêtir daketiye ew nivîskarên quncikên hin rojnameya ne ku meselên Tirkiyeyê mezin dikin, dibêjin pevçûn di navbera dezgehÊn dewletê de heye. Erdogan ji bo xwediyên rojnameyan got, ew di riya nivîskaran re hem bêîstîqrariyê dixin nav aboriyê hem î gava aborî xerab dibe hukumetê tawanbar dikin.


Wek tê zanîn hefteya buhurî li ser operasyona girtina 49 efserên orduya tirk 15 orgeneral û oramîralên liserkar civiyabûn û nirxandibûn ku rewş ciddî ye. Li ser vê cîgirê serokwezîr Cemil çiçek çûbû qerargeha eskerî 3 saetan bi serokerkan Ilker Başbug re civiyabû. Roja pêncşemê jî serokkomar Abdullah gul serokwezîr Erdogan û serokerkan Ilker Başbug li qesra serokkomariyê civandibû. Piştî wê orgeneralên binçavkirî fermandeyê berê ê hêzên hewayî Îbrahîm Firtina, fermandeyê berê ên Hêzên Deryayî Özden Örnek û fermandeyê berê ê Orduya 1-ê Ergin Aygun hatibûn berdan.


Lê roja din fermandeyê berê ê Orduya 1-ê û serokê plana Darbeya Balyozê orgeneral çetin Dogan hat girtin. Fermandeyê berê ên Hêzên Taybet (Kontrgerillayê) ê dema girtina Abdullah Öcalan koramiral Engin Alan jî hat girtin. Engin alan nuha serokê Weqfa Hêzên Cekdar bû.

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.