Sarkozy Serok Barzanî vexwend Fransayê
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-02-28 21:02:24


Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Selahedînê pêşwazî li Balyozê Fransayê Boris Biwalon û Konsolê Fransayê yê li Hewlêrê Fredrik Tissot kir.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Selahedînê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Boris Biwalon û Konsolê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Fredrik Tîssot kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Fransayê yê li Iraqê xweşhaliya xwe derbirî ku careke din serdana herêma Kurdistanê dike û ragihand ku di navbera vê serdanê û ew serdana berê de pêşketineke diyar di pêwendiya di navbera Fransa û herêma Kurdistanê de çêbûye ku ev jî cihê xweşhaliyê ye.

Balyozê Fransayê di axaftina xwe de got ku li gor biryara hikûmeta Fransayê senterê kulturîyê fransî û senterê cî û warên xanistên civakî li Hewlrê hatine vekirin û zêdekirina jimara wan xwendekarên li Fransayê xandina bilin dixwînin.

Balyozê Fransayê yê li Iraqê balkişand li ser wê yekê ku di hevdîtina şandeke bilinda Fransayê di gel berpirsên herêma Kurdistanê biryara damezrandin û pêşxistina pîşesazî û petrokîmyawî li herêma Kurdistanê de hatiye dayîn û ji bo vê mebestê jî hikûmeta Fransayê dê şandeke pispor ji bo lêkolîn û biryardana li ser çend projeyek di vî warî de bişîne Hewlêrê.

Sebaret bi warê siyasî jî Balyozê Fransayê yê li Iraqê got ku welatê wan gelek bi hurî dûvdaçûnê li ser helmetên hilbijartina parlamentoya Iraqê dike ku biryar di 7ê meha adarê de birêve biçe û ji bo vê mebestê jî biryare du endamên civata pîran a Fransayê û hejmarek ji çavdêran serdana Iraqê û herêma Kurdistanê bikin, û dawetnameya serok Komar Sarkozy jî bi serok Barzanî ragihand ku serdana Fransa bike.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê derbirî û spasî serokkomar Sarkozy jî kir sebaret bi vexwendina serdana welatê Fransayê û ragihand ku ew ê di zemaneke minasib da serdana Fransayê bike.

Di derbarê pêwendiyên her du alî jî de serok Barzanî got:” Fransa welateke doste û daxwazeke me ya hevbeş jî heye, ji bo wê yekê bi hemû kiryaran ve hewl didîn pêwendiyên di navbera me de pêşbikeve û ji bo vekirina çend malbendeke Fransî û zêdekirina hejmara xwendekarên Kurdistan ku dixwazin xwendina xwe li Fransa bikin destxweşiyê li hikûmeta Fransa dikim.”

 
KRG

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. Ferhad
    Dîdarên Serok Barzanî ji bo Welatên giring li Cîhanê bêsebeb nîne! Ev Vexandine ji bo her çar Parçeyên Kurdîstanê gelek giringe û Ew van Seferan belaş nake û di hizra wî de, Pilanek ji bo Serxwebûna Kurdistanê heye! Dema ronî kirina vê Pilanê û çewa cêbecêbûna wê Kes nizane, lê ger mirov li Rûydanên Bakurê Kurdistanê û hişyar buna Gelê me yê hêja li van deran binêre, wê xoya bibe ku serxwebûna Kurdistana-Mezin (Great Kurdistan) ne dûre!! Were were were were, ez heyrana bejna te me!;-) Her bijî Serok Barzanî! Ji kerme xwe ji van her Dû Vîdêoyan binêrin, wê Hûn bizanin qesda min çî ye! http://www.youtube.com/watch?v=HoGt7hJqAeg http://www.youtube.com/watch?v=8RaCQLV7FsY
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.