Konferansa Parîsê:”Mafên rewa yên Kurdan nas bikinNETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-01 18:23:06
Enstîtuya kurdî ya Parîsê, bi minasebeta minaqeşeyên danwîn yên bi navê “Rêvekirina demokratîk” li ser pirsa kurdî konferanseke berfireh pêk anî. Koferans li Parlamentoya Fransa
Yaqûb Karademir
Enstîtuya kurdî ya Parîsê, bi minasebeta minaqeşeyên danwîn yên bi navê “Rêvekirina demokratîk” li ser pirsa kurdî konferanseke berfireh pêk anî. Koferans li Parlamentoya Fransa, li hola Victor Hugo, 26-ê sibatê roja înê pêk hat û tê de gellek kesayetiyên politik, akademîk û hûnerî ji Kurdistanê, Tirkiyê, ji welatên Ewrûpa û Amerîka amade bûn.

Konferansê sibê saet ji 9.00-ê heta 19.00-ê êvarî bi minaqeşeyên germ ên li ser pirsa kurdî dom kir. Parêzer Rûşen Werdî bi axavtineke kurt ku tê de bername pêşkêş kir û sipasî beşdar û mêvanan kir, saet di 9.30-î de vekir. Konferans ji 4 civînan ku 2 danê sibê û 2 jî yê piştî nîvro çêbûn pêk hat.
Civîna yekem bi sernavê “mafên mirovî, bi awayekî giştî” pêk hat û ji aliyê Serokê kevn ê Weqfa Mafên Mirovî li Tirkiyê Yavuz Onen ve hate birêvebirin. Di vê civînê de Prof. Dr. Murat Belge (Universiteya Bilgiyê, Stenbol), Dr. Necdet İpekyüz (Serokê kevn ê Odeya Tebîban, Diyarbekir), Zubeyde Kılıç (Seroka Sendikaya Mamosteyan ‘Egitimsen’, Tirkiye) û Nadire Mater (rojnamevan ji Bianetêj, Stenbol) axivîn. Yavuz Onen, piştî ku bi awayekî giştî bahsa têkoşîna mafên mirovî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê kir, mafê peyvê yê pêşîn da Murat Belge.
Murat Belge axavtina xwe bi Tirkî kir, li ser peyvendiyên mafên mirovî bi pêvajoya “Rêvekirina Kurdî” re rawestiya û got: “Em nizanin pirsên xwe bi serbestî minaqeşe bikin; pêşî berdevkên projê gotin ‘Rêvekirina kurdî’, lê ji ber reaksiyonan û bixwenebaweriyê devguhertin gotin ‘Rêvekirina demokratik’ û di encamê de jî hatin li ser peyva ‘Yekîtî û bihevrebûna milli’ rawestiyan. Ji ber ku li cem me tradisyoneke eskerî heye, ku esker dixwazin midaxeleyê hertiştî bikin û siyasiyan tehdît bikin. Lê dîsa jî tevî hemî kêmasiyên xwe ev projeya hikûmetî gaveke erênî ye û tiştekî baş e.”
Belge axavtina xwe wiha domand: “Gotina ‘Rêvekirina demokratîk’ valahiyek çêkir. Ji ber ku li Tirkiye mentalîteyeke pelixandinê, lînçkirinê heye. Ji bo xwediyên vî mêjiyî ‘Şerkirin ji aştîpêkanînê hêsantir e’. Lê bi salan e, em dibînin ku fêda vê yekê ji kesî re tuneye. Mirovên ji rêzê jî êdî li vê yekê serwext dibin. Lê dîsa jî alîgirên şerxwazan di nav siwîlan de ne hindik in. Herçend em bêjin ‘Em goşt û neynûk in’ jî, gelo çend Tirk çend gotinên kurdî dizanin? Tezahuratên şandina eskeran a eskeriyê navbera Kurd û Tirkan bêtir vekir. Sersarî û nebûna gotûbêjê pirsê aloztir dike. Yek ‘heq’ dibêje yê din ‘hûq’, ‘cudaxwaziyê mekin’ dibêje. Li ser kaxezê nivîsîn girîng e, li çareserî di dilan de ye, di vî warî de kêmasî heye. Divê em herkes ji hindava xwe ve li ser meselê bixebitin da ku hal bibe. Divê em karibin kesên ji her bîrûbaweriyê werin cem hev û ji hev re bêjin bila serê te sax be.”
Paşê Necdet İpekyüz mafê axavtinê wergirt û wiha got: “Vebûna TRT-6 (kurdî) ê ne lutfek, pêdiviyek bû. Vê gavê tabûyek bi xwe re şikand, lê hîn jî herfên alfabeya kurdî yên qedexe hene, pirsa zimanê kurdî hal nebûye. Êdî divê em navê pirsê lêbikin û li gor wê gavan bavêjin. Ji bo wê jî ‘Rêvekirina kurdî’ bi mane ye. Belbî weke berê skenceya fizîkî tuneye, lê ya psîkolojîk her heye. Divê skenceker bêceza nemînin. Di operasyonên vê dawiyê de 1500 siyasetmedar û ronakbîrên kurd hatine girtin. Her tim ji me re dibêjîn hûn çima çûne filan civînê, çima hûn bi kurdî dipeyivin. Hîn jî bi dehan pirtûk, kovar û rojname tên berhevkirinê. Zarokên me weke mezinan mehkeme dikin û ceza didin wan. Zarokên Kurdên ku ji ber şer koç kirine dişînin welatê wan, li wir bi wan eskeriyê didin kirin û wan rêdikin operasyonan. Kurdên li metrepolan roj namîne ku duçarî êrîşeke lînçkirine nebin. Pirsa Kurdî anîn zimên girîng e, lê divê gavên pratîk bên avêtin. Yên ku çareseriya vê meselê asteng dikin militarîst û piştgirên wan ên nijadperest in.”
Zubeyde Kılıç jî li ser têkoşîna rêxistinî ya mamostayan rawestiyan, bal kişand ser giringiya zimanê zikmakî û wiha got: “Zarokê ku bi zimanê xwe yê zikmakî nepeyive ne kare xwe îfade bike û ne jî diare derdora xwe nas bike û ji tiştan serwext bibe. Ji ber vê yekê me ev maf di destpêkê de xist destûranameya xwe, lê ji ber sedemên yasayî em mecbûr man ku jê derxin. Mexdûrên vê pêvajoyê zarokên me ne, ji van zarokan yên herî zîrek bi mahneyên pûç hatin girtin û weke mezinan hatin cezakirin.”

Axavtina dawîn a vê civînê Nadire Mater kir û li ser girîngiya azadiya xwe îfadekirinê rawestiya û wiha dom kir “Min xwest ez ji xeberên xweş destpêbikim, lê min tenê yek dît: Biryara RETUK (Konseya bilind a radyo û televizyonên Tirkiyê) –ê, ku weşana taybetî ya bi kurdî jî di radyo û televîzyonan de serbest dike. Li wane rojnameyek bi navê ‘Wan times’ bi kurdî (kurmacî û zazakî) û ingilîzî weşanê dike. Ji aliyê din ve, em dizanin ku berî niha bi sedrojan weşanên radyo û televîzyonan hatin rawestandin. Li Birêvebirê rojnameya Azadiya Welat 525 sal ceze hate birîn. Ji her ku pêvajoya ‘Rêvebûna demokratîk’ dest pêkiriye gellek caran mafên mirovî hatine binpêkirin. Ev yek her diçe zêde dibe û dewlet çavê xwe jê re digre. Kêm zêde qanûn tên guhertin, lê bipêkirina mafên mirovî her berdewam e, nayê guhertin. Li ser mesela Ergenekonê min ji sê şifêran pirsê hersiyan jî got, ‘Hikûmet neheqiyê li eskeran dike, medya derewan dike.’ Mesele di mêjî de ye, di dilê mirov de ye, divê ew bên guhertin. Di vî warî de kar dikeve ser milê medyayê. Divê ew weşana provakatif neke, li ser prensîbên rastiyê xelkê agahdar bike, ku fikren wan jî bi awayekî rast bên guhertin.”
Civîna duwemîn ji aliyê Prof. Dr. Hamit Bozarslan (Ecole des Hautes Etudes en Sciences Sociales, Paris) ve hate birêvebirin û Dr. Gencay GURSOY (Serokê Yekîtiya Odeyên Tebîban, Tirkiye), muzisyen Şivan Perwer, Dr. Tarik Ziya Ekinci û zimannas Reşo Zîlan beşdar bûn. Peyva pêşî Tarik Ziya Ekîncî kir.
Ekînci, di axavtina xwe de li ser pêvajoya qedexeya li ser zimanî kurdî, navê Kurd û Kurdistanê rawestiya û gotina xwe wiha domand: “Bi saya têkoşîna bi deh salan a Kurdan, alîkariya entelektuelên Tirk û pêvajoya YE (Yekîtiya Ewrûpayê) gelek tişt hatin guhertin. Ji bo wê jî ez ji dostên me yên Fransiz dixwazim ku rê li ber ketina Tirkiyeyê ya YE-yê negrin. Navê ‘Rêvekirina Kurdî’ dikare bibe ‘Rêvekirina demokratîk’, lê navê ‘Yekîtî û bihevrebûna netewî’ qet li vê pêvajoyê nayê. Dewlet dixwaze çûna zozanan serbest û kontrol kêm be. Li zanîngehan zimanê kurdî hebe. Partiya AKP-ê xwe mecbûr dibîne ku hin gavan bavêje, lê navxwaze yên cidî bavêje. Ji ber ku alîgirên wê sentezîstên Îslama Tirkî ne. Dixwazin PKK-ê sivîlîze bikin, lê ji aliyê din ve jî zorê didin operasyonên eskerî. Ev yek neheqî ye...”
Axêverê duyemîn, Gencay Gursoy jî got: “Ez bawer im, bi guhertina navê pêvajoyê hikûmetê rîcad kiriye. Bi vî awayî proje ji ya hikûmetêbûnê derket bû ya dewletê. Di civînên li Diyarbekirê de mirov dibîne ku gelê Kurd bizanebûneke kûr li mesela xwe xwedîderdikevin. Lê li Tirkiye pêvajo berevajiya vê ye. Li aliyekî baweriya bi aştiyê, li aliyên din hisên tol hildanê serdestin. Kapasîteya hikûmetê ya çareseriya pirsa Kurdî tuneye, lê hêviya me heye ku dê pêşketin pêk bên û bi derengî be jî divê pirs bê çareserkirin. Mesela Xabûrê hisên dijminantiyê zêde kir...”
Şivan Perwer jî, li ser rola dewletên netewî ya di warê ziman, edebiyat û hunerî de rawestiya û wiha got: “Dewletên ku berî 80 salî kesî navên wan nebihîstibûn li herêmê bûn xwedî hikum, lê navê Kurdistanê yê 1000 salî hîn jî qedexe ye. Miletên ku nifusa wan ji milyonekê kêmtir e, bûn xwedî dewlet, lê 50 milyon Kurd hîn jî bê dewlet in. Muzîk û huner di sitranan de lehî ye. Êş û azarên Kurdan, hemî jiyana wan weke kanî di muzîka wan de diherike. Muzîka Tirkî jî ji vê kaniyê avê vedixwe, bi dehan hunermedên bi eslê xwe Kurd, vê muzîkê werdigerênin tirkî û pê nanê xwe dixwin.”
Zimannas Reşo Zîlan jî, li ser koça salên 60-î ya ji welatên weke Tirkiyeyê ku weke karkir hatibûn welatên Ewrûpayê sekinî û bahsa handanên asîmîlasyonê yên dewletên wek Elmanya û Swedê kir û peyva xwe wiha domand: “Piştî salên şêstî, lêkolînên zanistî nîşandan ku mirovê bi zimanê diya xwe nepeyive di tu warên jiyanê de bisernakeve. Ji bo vê jî li Swêdê reformek derxistin. Li gor zimanê nav malê 5 grûb çêkirin û ji bo hemiyan jî perwerde bi zimanê dê serbest bû. Kurd jî di pêşerojê de dikarin dawa vî mafî, ango mafê kêmayetiyê bikin. Niha 4 hezar Kurd dikarin ji destpêkê heta lîseyê bi zimanê xwe bixwînin. Gava li Tirkiyeyê bahsa zimanê kurdî dibe Tirk radibin û rûdinên dibêjin em ê perçe bibin. Ev refleks bêfêde ye, divê mafê Kurdan hebe ku bi zimanê xwe bixwînin. Li Kurdistana Tirkiyeye, li ciyê ku Kurd lê piranî bin divê zimanê fermî Kurdî be. Mirovê ku zimanekî nêvcî zanibe, ew bi xwe jî nêvcî ye. Ez bi zorê tirkî hîn bûm, gelek hevalên me bin xwe şil dikirin. Nikarebûna bi zimanê xwe xwe îfadekirin, skenceyeke malkambax e. Bi serbest bûna zimanê kurdî Tirkiye perçe nabe. Di dilê her Kurdekî de serxwebûn heye, lê divê em realîst bin, menfaeta me di bihevjiyana bi Tirkan re heye.”
Civîna sêyem, “Rêvekirina demokratîk” û dîplomasiya nû ya Tirkan, ji aliyê jeostratejîst Gérard Chaliand ve hate birêvebirin. Di vî beşê konferansê de Dr. Fuad Hussein (Birêvebirê dîwana Serokayetiya Kurdistanê, Iraq) bi videomesaja xwe, rojnamevanê fransî yê navdar Marc Semo, rojnamevan Bejan Matur (Zeman, Stenbol), Jonathan Randal (Washington Post) û Dorothée Schmid (lêkolîner) beşdar bûn.
Gérard Chaliand, li ser buyerên siyasî û civatî yên dema dawîn a Osmaniyan û destpêka Komara Tirkiyeyê rawestiya û got: “Mafê Kurdan hîn ji wê demê de hatiye înkarkirin. Li gor gotina Serokkomarê berê Turgut Ozal, li Tirkiyeyê 12 milyon Kurd dijin. Serokwezîrê îro Recep Erdogan jî li Elmanya got ku ‘Asîmîlasyon sûcê mirovayetiyê ye.’ Tirkiye ji bo NATO mutefiqeke girîng e, bandora wê li ser welatên misilman heye, hamîtiya welatên Kafkasyayê û kêmayetiyên din ên Tirkofon dike.
Peyva pêşîn a vê civîne Dorothée Schmid kir û wiha got: “Fransa welatê bi tenê ye ku li dijî endamtiya Tirkiyeyê ya YE-yê derdikeve. Tiştê balkêş ew e, ku piraniya Kurd û Tirkan tev de dixwazin ku Tirkiye bibe endamê YE-yê. Lê endamtiya Tirkiyeyê girêdayî reformên ku divê bike ye. Reformên ji bo Kurdan, mafên siyasî û çandî û Têkiliyên Tirkan ên bi Kurdên Başûr re, tesîreke pozîtîf li têkiliyê Tirkiyeyê û YE-ye dike. Lê endamtiya YE-yê li Tirkiyeyê prestîjê xwe wenda dike. Kurd difikirin ku endamtî dê mafên kêmayetiyan misoger bike.”
Marc Semo jî di axavtina xwe de got: “YE naxwaze Tirkiye ji destê wê biçe. Têkiliyên wê û welatên misilman, rolê wê yê di siyaseta Rojhilata Navîn de YE-yê ditirsînin. Siyaseta Tirkiyeyê ya avakirina yekîtiyeke îslamî ya polîtîk ne ji niha ve ye, ji dema siltan Ebdilhemîd de ye lê encam trajîk bû. Tirkiye têkiliyên xwe bi Ermenîstanê re xweş dike. Her wiha ji ber giraniya raya xwe ya giştî nikare helwesteke net li hemberî Îranê weke ku YE dixwaze bigre...”
Fuad Hussein jî di vîdeomesaja xwe de got: “Em dixwazin di nav Iraqeke demokratik de Kurdistaneke federal ava bikin. Ev jî weke ku Tirkiye jê ditirse ne li dijî berjevendiyê wê ye. Wê gellek caran xwestiye bi mahna PKK-ê midaxeleyî herêmê bike. Ev ji bo ewlehiya herêmê xetereke mezin e. Rolê Kurdan di siyaseta Iraqê de mezin e, ger Tirkiye bixwaze têkiliyên wê û Iraqê xweş bin, divê berî têkiliyên xwe bi Kurdan re xweş bike. Ger di proseseke demokratîk de têkiliyên Kurdan û Tirkan xweş bin em naxwazin midaxele bikin. Divê ew jî midaxeleyî me nekin, piştgiriya demokrasiyê li Iraqê bikin. Divê em têkiliyên xwe bi cîranên xwe û welatên derve re xweş bikin. Pirs bi gotûbêj û hev fêmkirinê hal dibin. Ger Tirkiye dixwaze li herêmê, di qada navneteweyî de rolekî bilîze divê têkiliyên wê û cîranên wê xweş bin.”
Bejan Matur: “Tirkiye welatekî dînamîk e, herroj hertişt dikare biguhere. Lê pêlek ji binî ve tê, hete niha modernizm ji bo me Rojava bû, me rastiya xwe jibir kiribû. YE projeya modernîzmê ye, Kemalîstên ku weke dewama Rojava bûn niha li dijî YE-yê ne. Erdogan bêkompleks xwest têkiliyên xwe bi YE-yê re xweş bike. Lê Ewrûpa bi beza Tirkiyeyê re nagihê, ji bo vê rê li ber pêvajoyê digre... Tirkiyeya ku dixwaze têkiliyên xwe bi Berzanî re xweş bike, çima dê zilmê li Kurdên xwe bieke?.. Ez dixwazim sînorên heyî rabin, Beneluxek li herêmê jî ava bibe...”
Axavtina dawîn a civînê Jonathan Randal kir. Ew li ser têkiliyên Kurdan û Ozal ên dema Şerê kendavê sekinî û got: “Min di civînekê de ji Ozal pirsî çima hûn li dijî dewleteke Kurdî ne? Min bersivek negirt, lê ji wê demê pêve Ozal pir bala xwe da herême û meselê bi alîkariya Cengîz Çandar eleqedar bû. Bi vî awayî nasîna xwe ya herêmê xwirttir kir. Ozal ne utopik, realîst bû. Têkilî bi Berzanî û Telebanî re danî û têkiliyên xwe xweş kirin...”
Civîna dawîn a Konferansê ji aliyê Serokê Enstîtuya Parîsê Kendal Nezan ve hate birêvebirin û tê de Parlamenter Mîr Dengîr Firat, nivîskar Altan Tan, Serokê HAKPAR-ê Bayram Bozyel û diplomatê xanenişîn ê Fransî Bernard Dorin û Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemir jî bi videomesaja xwe beşdar bûn.
Kendal Nezan bi awayekî giştî bahsa pirsa Kurdî li Tirkiyeyê kir û got “Ger hûn Kurdan asîmîle bikin jî, hûn nikarin daxwaza nasnama wan ji dilê wan derxin. Wek nimûne kesên herî asîmîlebûyî yên weke Yilmaz Güey û Ahmet Kaya yên herî bêtir ji bo doza Kurdî têkoşîn dan bûn. Ji bo helandina Kurdan her metod hate bikaranîn tenê metoda gotûbêjê nehatiye bikaranîn. Divê em wê bikarbînin, ji ber ku em mecbûr in bi hev re bijîn.
Axavtina pêşî Bernard Dorin kir û wiha got: “Li Efrîqa Başûr demekê kêmayetiya sipî hikum li piraniya reş kir. Paşê mecbûr man rê li ber kêmayetiyeke melez vekirin, lê praniya reşik nasnekirin, rewşa Tirkiyê jî hinekî wiha ye. Birîtanya jî di mesela Îrlanda de wiha kir; kêmayetiya katolîk nas kir, lê piraniya protestan nas nekir. Fransa, Elmanya û Awistirya li dijî endamtiya Tirkiyê ne. Halkirina pirsa kurdî dikare rê li ber endamtiya wê YE-yê veke. Li Tirkiye 16 milyon Kurd hene, ku em 3-yê Suriyeyê, 5-ê Iraqê û 8-ê Îranê jî îlave bikin dike 32 milyon. Ku Tirkiye bikeve YE-yê pirsa Kurdî nêvî, heta belbî bi temamî jî hal bibe, lê nêvî li derve dimîne. Pirsa Kurdî di sê etaban de hal dibe: Yek, otonomiya çandî, ya din îdarî û ya sisiyan jî siyasî ye.”
Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr jî bi videomesajekê beşdarî konferansê bû: “Min dixwest ez li ba we bûma, lê ji ber qedexeya siyasî ez nikaribûm bihatama. Gelo çima li welatê me, li Mezopotamya aşitî bi pêşneketiye? Di dîroka vî welatî de, kêmayetiyên dînî û neteweyî hemî bi hev re dijiyan. Li vî bajarê ku demekê ji % çelê nifûsa wî Ermenî bû, niha çend mal mane... Di 2009-an de, gelê kurd piştgiriyeke mezin da DTP-ê. Dewlet û hemî hêzên xwe bûn yek, lê nikaribûn rê li ber vê yekê bigirtana. Ev yek dikaribû bibûna bingeha çareseriya pirsa Kurdî. Em şer naxwazin, em amade ne ku pirs bi aştiyê çareser bibe. Bi bangekê bideha kes ji Qndîlê daketin hatin, lê piştî heftiyekê hertişt hate guhertin. 1500 ronakbîr, siyasetmedar, jin û zarok hatin girtin. Cezê mezinan ji zarokan re ne rewa ye. Ger li Fransa şaredarên hilbijartî bihatana girtin dê çi bibûya? 20 şaredarê me niha di hindur de ne û nizanin ji bo çi jî hatine girtin. Ez vê bêdengiya li Ewrûpa û li Tirkiyeyê fêm nakim. Mafên ji bo hinekan rewa, ji bo hinên din çima rewa nabe. Dibêjin em rê vedikin, ez ji ber ku bi Kurdî peyivîm hatim darizandin. Ku zarokên me bi zimanê xwe perwerde nebin ziman ji dest diçe. Pirsa me siyasî ye, ku Kurd bi qende Baskî û Katalanan xwedî maf bin, nema patpatkekê jî diteqînin. Divê polîtîkayeke net a YE-yê ji bo pirsa kurdî jî hebe. Demokrasî, aşitî, azadî divê ji bo herkesî hebe. Gava siyasetmedarekî Kurd fikra xwe dibêje bi cudaxwaziyê tê tawanbarkirin. Mafên bingehîn gava li dereke qedexe be divê cîhan bêdeng nemîne. Divê em ji bo Bêrîvana 12 salî ku di zindana Diyarbekir de ye bêdeng nemînin.”
Bayram Bozyel wiha axivî: “Nav çi dibe bila bibe ev prosesa pirsa Kurd e. Ev proses encama guhartinên li derve û li hindur e. Hin gavên hatine avêtin encama xebata gelê Kurd e, ku rê nedaye tunekirinê. Serê Tirkan jî li kevirê bergorê ket, gelek tişt fêm kirin. Ew jî têgihîştin ku bi vê siyasetê ew ê bivir li paqa xwe xin. Rakirina cezayê îdamê gaveke girîng bû, ku bi nijadperestên weke Ecevît û Bahçelî dane kirin. Sebebeke din a vê guhertinê jî avabûna Kurdistana Federe bû. Piştî pejirandina Destûrê Tirkan fêm kirin ku nema karin wek berê bi awayekî kêfî midaxeleyî vê herêmê bikin û daxwazên xwe li ser wan ferz bikin. Rojavayî, Nato, Tirkiyeyeke bêproblem dixwazin. Ji bo vê ye ku pirsa kurdî qebûl dikin. Divê em piştgiriya vê yekê bikin. Le problem hene; nijadperestên wek CHP, MHP-ê, hêzên çekdar û hwd. astengin. Ku AKP rola xwe bilîze hebûna wê şansek e. Bêşansî jî ew e ku tradisyoneke wan a demokrasiyê tuneye. Bi baweriya min Kurdan jî rola xwe baş nelîst. Helwesteke neteweyî ya yekgirtî ji me re divê. Em 40 milyon in, divê em bi mafê kêmayetiyan qebûl nebin. Mafê me jî wek yê Tirk, Ereb û Eceman heye. Pirs bi federasyoneke demokratîk hal dibe, lê divê em gavên pozîtif jî red nekin.
Nivîskar Altan Tan jî wiha got: “150 sal e, ku ev minaqeşe dibe. Berê bi zorê hertişt bi me didan kirin, lê îro nikarin. Çima pewistiya gaveke wiha dîtin? Ji ber dînamîkên derve û hindur e. Dînamîkên hindur Têkoşîna Kurdan û Westiyana Tirkan e. Yên derve jî, dixwazin ku Tirkiye ji bo cîhana îslamî bibe modelek û bi Kurdan re jî li hev bike ku xetên enerjiyê di ser wê re derbas bibin. Ozal berî bîst salî ev yek dît. Serokwezîrê niha hevalê min e, lê negîhaştiye asta wî. Ez hêvî dikim ku bigihêyê. Îtifaqeke dewletê jî di vî warî de tuneye ku milet îkna bike. Tirkiye hatiye serê çariyanekê, divê riya xwe bibijêre. Lê DBP û PKK-ê jî baş nekir, rola xwe nelîstin.
Axavtina dawîn Mîr Dengîr Firat kir: “Ez AKP-yî me, lê weke berê ne berpirsiyar im. Ez bi înîsiyatîfa xwe beşdarî vê civînê bûm. Sînorên heyî ne me danîne, îradeyeke din daniye. Çima 1��6 milyon Kurd li Tirkiyê 16-ên din li derve ne? Ez nakevim vê minaqeşê. Destûra Tirkiyê dibêje ‘esthilat bê qeyd û şert ya milet e’ disa dibêje ‘Komara Tirkiye dewleteke layiq, demokratik û hwd. e.’ Lê MGK, YOK, RETUK û hwd. hene. Yanî ne dewlet ne demokratik brokratîk e. Girtina zarokan, ya şaredaran û operasyona KCK jî ne bi dilê min e...”
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)