Kokteyla kitêba "Desteyek Ji Çiroka Jiyana Min"NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-01 18:29:00
Kokteyla nasandina pirtûka Şêx Mehmûd YEŞİL bi coşek mezin û bi bêşdariyekê ku hejmara wan ji 600 kesî zêdetir bû hat li dar xistin
Di 28.02.2010 ê de li DİYARBAKIR li Otelêla CLASSE de bi kokteylêkî nivîskarê kitabê Şêx Mahmûd Yeşîl kitêba xwe ya "Desteyek Ji� Çiroka Jiyana Min" da nasandin û îmze kir.
�
Kokteyla nasandina pirtûka Şêx Mehmûd YEŞİL bi coşek mezin û bi bêşdariyekê ku hejmara wan ji 600 kesî zêdetir bû hat li dar xistin. Di nav beşdarvanan de gelek şexsiyetên navdar, siyasetmedar û rewşenbir hebûn.
Şêx Mahmûd Yeşîl di salên 50yî de dest bi xebata siyasî kiriye.Wî di vê pirtûka xwe de behsa serpêhatiyên xwe yên salên 50 yî heta 90i dike. Dema medreseyê, damezrandina PDK-T, aktîvîtetên DDKO yên li Silîva, hepsa Diyarbekirê sala 1971 û di salên 90î de jî ew yek ji komîsyona ku alîkariya Pêşmergeyên ku piştî şerê Xelîcê derbasî aliyê Tirkiyeyê bûbûne.

Keça Şêx Mahmûd Yeşîl Nazdar Kahramaner bernameya nasandina pirtûkê birêvebir û beşek ji kitêba bavê xwe xwend. Şêx Mahmûd di axaftina xwe de xêrhatinek germ li bêşdaran kir û li ser jiyana xwe ku çawa derbas kiriye û çima hewcedarî bi nivîsandina jiyana xwe ku kiriye pirtûk kir. Şêx Mahmûd li ser girîngiya zimanê kurdî sekinî û got îro li ser me� kurdan ferze ku em kurdî bioeyivîn û binîvsînin.
Kurê Şêx Mahmûd Rociwan Yeşîl di derheqê pirtûka bavê xwe de peyivî beş bi beş naveroka pirtûkê bi kurmanciyeka xweş û bedew diyar kir . Rociwan bi pêkenokekî bahsa mahkûmiya xwe û Ibrahîm Guclû kir û Ibrahîm vexwend ser dîkê. Ibrahim Guçlu di axaftina xwe de li ser welatperweriya Farqiniyan û li ser jiyana Abdulkerim Ceyhan, Muhterem Biçîmli û Şêx Mahmûd Yeşîl sekinî û li ser rola bîranan got ku; nenivîsandina bîranînan kêmasiyekê mezin e, bi bîranînan gelek tişt ronî dibin, Şêx Mahmûd bi nivîsandina bîranên xwe di vî warî de karekî baş kiriye û hin tiştan ronî kiriye.
Hevalê Şêx Mahmûdê medreseyê Mele Imameddîn bi xwendina şiîra reng da kokteylê.
Di nav bêşdaran de hunermenda kurd Rojîn jî hebû. Wexta çavê wê bi wan DDKDyiyên naskirî ket, xwe negirt û got, ”DDKD qet naqede û espîriya xwe li ser ”Ciwan-Kurdê” ku rihê wan ciwan, lê porê wan sipî bûye kir. Ev pêkenoka Rojînê di 2007ê de wexta ew bêşdarê pîrozbayiya Newroza Ciwan-Kurdê bûye di bîra wê de maye.
Piştre Şêx Mehmûd Yeşîl dest bi imzekirina pirtûka xwe kir û got; bi texmina min nêzik 800 pirtûk îmzekirin û belavkirin.
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)