Înstîtûya Kurdî ya li Almanya kongreya 8. pêk anî
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-01 23:40:00


Fehmî Balayî carek din wek serokê Întîtûya Kurdî ya li Almanya hate hilbijartin.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Di roja şemî rêkeftî 27.02.2010 da , Înstîtûta Kurdî ya li Almanya kongireya xwe ya heştemîm pêkanî. Divê kongrê da hejmarek ji roşnbîr, kesayetî û nwênerên saziyan amade bibûn. Li destpêkê ji bo vekirin û bixêrhatina mêhvanan Fehmî Balayî serokê Instîtûtê axaftinek kir û liser giringî û berpisyariya înstîtût û ruşinbîrên kurd axvî û balkişande ser rewşa kurdan li herçwarparçên kurdistanê û pêwîstiya têkiliyên ruşnbîrî dinavbera hemû kurdan da. Herwesa piştî helbijartina dîwanê ku serokê PENa kurd Dr. Zerdeşt Haco weke serokê dîwanê hate hilbijartin û Jemal Balakaya û Memed. Paşî rojeva kongirê destpêkir bi xwandina rapora karûxebatên Instîtûtê ji aliyê berêz Mîrhrem Yigît ve ku, bi şêwekî zanistî û hemûalî rapor hatibû nivêsandin, paşî rapora darayî ji aliyê Fevzî Özmen ve hate xwandin û ji aliyê endaman ve danûstandin liser herdu raporan hate kirin. Komîta berê hate helweşandin û amadekarî ji bo hilbijartina komîtek nû hatin kirin. Herwesa pêşniyar ji bo pirojên paşerojê hatin pejirandin.

 
Kongre bi xwendina mesajên sazî, kesayetî û nûnerên saziyan hatin xwandin û bi helbijartinan bidawî bû.

 
Helbijartin bi vî şêweyî bû:

 
Fehmî Balayî carek din weke serokê Instîtûtê hate hilbijartin

Fewzî Özmen weke cêgir

Ahmed aktaş

Mîrhem Yigît

Evîn Aksoy

Fehmî Güve

Rokya Ozmen

 
Projên dahatî yên înstîtûta Kurdî:

 
· Ji bo xortkirina têkiliyên dinavbera sazî û Instîtûtên Kurdî da rêze kombûn û konferansên çandî bêne kirin û ji bo xortkirina ziman û dîroka kurdistanê bi hemû aliyên xweve.

· Têkelîkirin digel saziyên Alman û nasandina edebiyat û kultura kurdistanê bi gelên biyanî bigiştî û bi elmana bitaybetî.

· Xortkirina proje û peywendiyan digel hikometa Kurdistana fedral û sazî û zanîngehên kurdistanê û herwesa digel sazî û şarederên bakurê kurdistanê û parçên din yên Kurdistanê.

· Amadekariyên konferansên kulturî û ruşinbîrî yên nêvnetewî.

· Berdewamiya korsên zimanê kurdî û piştevaniya amadekariya mamostayên kurdî weke pirojekî zanistî di Almanya da.

· Çapkirina pirtûkên lêkolîn û zanistî bi kurdî û wergera bi zimanên biyanî û ji kurdî bo zimanên din.

· Herwesa berdewamî pêdana kovara Lêkolîn liser mijarên zanistî û lêkolînan

 
Komîte bi vî şêwey hate hilbijartin û bi şêwekê serkeftî kongire bidawî bû.

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.