"Ew ê serê xwe li çiyayên asê ên Kurdistanê xin!"
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-03 13:30:01


Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd: “Ewên bixwazin Herêma Kurdistanê hilweşînin ê serê xwe li çiyayên asê yên Kurdistanê bixin”.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd hêrsa xwe li hemberî gotinên parlamenterê Iraqê nîşan da û got, “Ewên bixwazin Herêma Kurdistanê hilweşînin ê serê xwe li çiyayên asê yên Kurdistanê bixin”. Mehmûd wiha pê de çû, “ cîhan tev şahidê serketinên ezmûna Herêma Kurdistanê ye ku niha bûye navendeke giring”.


Mehmed balkişande ser serketinên herêmê û wiha got, “Hebûna 17 konsolxaneyên bazirganî yên cîhanî şahidê serketina vê ezmûna Herêma Kurdistanê ne”.


Endamê Parlamentoya Iraqê û Serokê Lîsteya Ehrar Eyad Cemaledîn di hevdîtinekê de bi kanala El-Erebiye re gotibû, “Eger ez bibim fermanrewayê Iraqê, yekem karê min nehiştina Herêma Kurdistanê ye”.


Parlamenterê Iraqê yê Hevpeymaniya Kurdistanê diyar kir ku “Daxuyaniyên Eyad Cemaledîn di vê demê de di çarçoveya propagandeyên hilbijartinan de ye û ev dixwaze bi wan daxuyaniyan soza kevnebeasî û erebên şovenîzm rakêşe aliyê xwe ”.


Cemaledîn wiha gotibû, “Cihê şermê ye ku herêmek li ser bingeha netewegeriyê hebe, parvekirina Kerkûkê bi ser neteweyên Kurd, Turkiman û Ereban ramana parvekirina Iraqê ye”.


şm AKnews

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. m.zeki cilgin
    merike erebe sovenist eskere dibeje ger ez bem ser hukum kare mini ewil nehistina herema kurdistaneye,parlemene hevpeymena kurdistane dibeje ev piropogandene jibu raye beesiye kevn bigre,yani ci jisedem piropagandeye pewiste kurd ciddi negrin,xwede aqileki bide.
  2. B.Alan
    Bersiva Kak Kawe zor ciwane,destxwe$i bu cenabét.Em daxwíyane,em qisey eyad cemaledin,qisey $éte ú ne eqlane ye,eme bé guman insanek cahil ú sedamiste,ewe$ ezanet Sedam bexwe netwani Kurdistan biroxine,aya éste be hebűni 200.hezar pé$merge,pasewan &on em mirove be em $éwey béexlaq qisey qor ekét,eme xeyali ew erebekani $ovene.Em cihane le ser esas u bingehi netewegerí drust buye.Bijí Kurdistan,bimre dújminekan.
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.