Guhertina Destûrê: BDP’ê 4 şert danîn ber AKP’ê
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-03 16:42:52


Hevserokê BDP’ê şertên BDP’ê yên ji bo pakêta Destûrê aşkera kirin. Demîrtaş 4 şert danîn meydanê: 1- Benda hilbijartinê, 2- Azadiya rêxistinbûyînê, 3- Alîkariya xizîneyê ya ji bo partiyan, 4- Perwerdehiya bi zimanê zikmakî


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma parlamentoyê de nêrînên partiya xwe yên der barê pêvajoyê de anîn ziman. Demîrtaş bi taybetî li ser rojeva guhertinên di destûra bingehîn de rawestiya û şertên ku destekê bidin guhertinê rêz kirin. Demîrtaş têkildarî mijarê got; 'Pakêteke ku daxistina benda hilbijartinê, alîkariya xezîneyê, perwerdeya bi zimanê zikmakî û azadiya rêxistinbûyînê tê de cih negirin dê destekê ji me negirê.’

Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser civîna Desteya Rêvber a Navendî ku li navçeya Mûşê Kopê li dar xistin û diyar kir ku bi vê civînê wan bal kişandiye ser êrîş û kuştinên bi plan ên li navçeyê pêk hatin. Demîrtaş birina doza qetilkirina 2 kesan a Samsûnê jî rexne kir û bi van gotinan diyar kir ku dixwazin aqûbeta doza Ugur Kaymaz li bûyera Kopê jî ferz bikin û got: "Ne li Samsûnê li Fîzanê jî hûn dadgehê pêk bînin em ê bişopînin. Ji bo qatil li cezayê ku heq dikin werin qelibandin tevî gelê me çi ji destê me were em ê bikin."


Demîrtaş di axaftina xwe de ya di koma meclîsê de bal kişand ser konferansa dawiya hefteya borî ya li Amedê ya bi navê, 'Parvekirina Tecrube û Muzakereyên Navnetewî'. Demîrtaş bi bîr xist ku mîna partî ew beşdarî konferansê bûne û wiha berdewam kir: "Di wê konferansê de têkildarî ceribandinên navnetewî em agahdar bûn û me tecrûbeyên xwe pêşkêş kirin. Xwezî hikûmet jî beşdar bûba û dîtiba ka kîjan tecrûbeyên navnetewî ji bo Tirkiyeyê guncav in." Demîrtaş bi bîr xist ku hikûmetê nûner neşandibû konferansê û bang li Wezîrê Karê Hundir Beşîr Atalay kir ku hemû belge û girtînameyên konferansê lêbiloke da mîna koordînator hinekî asoyê wî berfireh bibe.


DARBEYA 2’YÊ ADARÊ
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi munasebeta salvgera darbeya 2'yê Adarê ya li dijî DEP'ê bûyerên wê demê bi bîr xistin û pêkhatinên di 2'yê Adara 1994'an de mîna 'lekeyeke reş' bi nav kirin. Demîrtaş bi bîr xist ku biryara ji meclîsê avêtina DEP'ê ji aliyê MGK'ê ve hatibû standin û ev darbe mîna destpêka pêvajoya şewitandina gundan, qetilkirina mirovan li kolanan û bi giştî pêvajoyeke tarî raxiste ber çavan. Demîrtaş destnîşan kir ku tevî 16 salên derbas bûne jî diyar bûye ku di têgihîştinê de tu guhertin tûne ye û pêvajoya desilatdariya AKP'ê ji ya wê demê dijwartir bi nav kir.


Demîrtaş bi van gotinan rexneyên tund li AKP'ê kirin: "Dibe ku ji bo desilatdariyê pêvajoya darbeyê qediya be. Lê belê ji bo hêzên demokratîk 12'ê Îlonê, 2’yê Adarê û 28'ê Sibatê hêj didome. Qedexeya turbanê hêna didome. Yên îdia dikin ku 28'ê Sibatê qediya ye bila li kolanê mêze bikin. Bi navê demokrasiyê deng ji ciwanên misliman û entellektuelên misliman dernakeve. Bi destê AKP'ê potansiyala îslamî ya muxalîf entegreyî sîstemê hate kirin. Heger hinek şiyar nebin dê 28'ê Sibatê hezar salî bijî."


GEŞEDANÊN DAWÎ
Demîrtaş got ku bi operasyona li hemberî leşkerên teqawîtbûyî wesayeta leşkerî bi dawî nabe û wiha got: "Darizandina hewldanên ji bo darbeyê girîng e. Heke tê xwestin ku wesayeta leşkerî bi dawî bibe, divê ev yek demildest bê kirin. Erê gelo, AKP îro bi vê zîhniyetê re mijûl e yan hewldanên darbeyê yên li hemberî xwe ve? Ji destpêka operasyonên Ergenekonê şûnde me ev tişt gotiye. Erê, di bin sîwaneya parlamentoyê de têkiliya çend parlamenteran bi vê çeteyê re heye?"

Demîrtaş di dewama gotinên xwe de bal kişand ser cotstandartiyên dozgeran û got ku dozgerên der barê her axaftineke ji bo aştiyê de fezlekeyan amade dikin çima der barê parlamenterên ku têkiliya wan a bi çeteya Ergenekonê re tê axaftin, dengê xwe dernaxin. Demîrtaş bang li Serdozgerê Dadgeha Bilind jî kir û wiha got: "Der barê girtina partiyên kurdan de hûn hemû fersendan bi kar tînin. Gelo hûn di vê mijarê de hemû tiştan paşguh dikin? Birêz Baykal, hê jî partiya me bi terorîstiyê sûcdar dike. Berpirsyarê vê yekê jî desthilatdariya AKP'ê ye. Bila hikûmet hemû agahiyên der barê me û yên der barê CHP'ê de ne aşkera bike. Heke ku behsa têkoşîna li dijî hişmeniya darbeyê dike, divê xwe biguherîne. Bi vî awayî nabe."


XETÊN SOR ÊN BDP’Ê
Demîrtaş da zanîn ku ev krîz, krîzeke 85 salan e tenê bi guherînên şênber dikarin xwe ji vê krîzê rizgar bike. Demîrtaş wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em Destûreke sivîl û demokratîk dixwazin. Lê heke ku dê pakêteke bê, divê ev pakên hêviyên gel bibersivîne. Heke ku wiha nebe, tu pêdivî bi guherîneke seqet nîn e. Heke ku ev guherîn dê rê li ber perwerdehiya bi zimanê zikmakî û azadiya rêxistinbûna kedkaran biek, em dê nîqaş bikin. Benda hilbijartinê, xêza me ya sor e. Heke ku ew bi dest xistina ji sedî 44'ê dengan dixwazin, tu tiştê me yê ku dê bê nîqaşkirin tune ye."


BERXWEDANA KARKERAN
Selahattîn Demîrtaş daxuyand ku karkerên TEKEL'ê ji bo têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê kevneşopiyeke mezin a berxwedanê derxistine holê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wan pîroz dikin. Ez bawer dikim ku ev giyana berxwedêriyê ne tenê ji bo wan e. Di vî welatî de ji sedî 60'ê gel, di bin sînora birçîbûnê de dijî. Dîsa ji sedî 90'ê vê welatê jî misilman e. 3 trîlyon TL'ê Serokwezîr heye. Ma gelo ew kesên di bin sînora birçîbûnê de dijîn ne misilman in? Divê ku bi hestiyarî nêzîkê mijarê bibin."

Ji bo CHP’ê çi got?

Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya ji bo komê de bal kişand ser civîna li Çankayayê û wiha pê de çû: "Kî hate gel hev? Serokwezîr, karmendê Serokwezîr ê ku ji ewlehiyê berpirsyar e û Serokwezîr. Her kes dizane ka li wê çi axaftin. Di heman saetan de lêpirsîna li Edliyeya Stenbolê dom dikir. Lêpirsîn li Stenbolê bû lê biryar ji Çankayayê derket. Pêdivî bi girtina generalan nedîtin. Baykal digot 'li Çankayayê bazariyê kirin, AKP'ê paşve gav avêt û general berdan'. Lê em dibînin ku Baykal ji vê hevdîtinê kêfxweş e. Ji ber ku ew kesên li wê hatin berdan û ew kesên li Xabûrê hatin berdan ne wekî hev in. Ew kesên li Stenbolê hatin berdan, generalên darbekar bûn. Sekna CHP'ê ya di vê mijarê de îbret e. Sekna yên din jî wiha ye. Paşayên darbekar berdidin û piştre jî dibêjin 'daraz'. Wiha nabe."


ENQERE - DÎHA

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.