Hollanda: Partiya nîjadperest serkeftinek mezin bidest xist
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-04 12:20:43


Her sê partiyên sereke CDA, PvdA û SP têk çûn. Partiya nîjadparest PVV a ku nû hatiye damezirandin û ev cara yekem e ku beşdarî hilbijartinan dibe, serkeftineke mezin bidest xist.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Duh li Hollanda hilbijartinên herêmî hatin kirin. Heta niha ji sedî 98,8ê dengan hatine hejmartin. Li gora encamên heta niha hatine bidestketin, partiya herî serkeftî partiya nîjadperest PVV e. Her sê paartiyên sereke Partiya Demokrat a Xiristiyan CDA, Partiya Karkar PvdA û Partiya Sosyalist SP hejmareke zêde kursiyên xwe wenda kirin. Partiya Demokrat D66, Partiya Kesk GroenL û Partiya Lîberal VVD’ê jî li gora hilbijartinên dema berê hejmarek kursiyên xwe zêde kirin.

Partiya nîjadperest PVV a ku nû hatiye damezirandin û ev cara yekem e ku tenê li bajarê Almere û Den Haagê beşdarî hilbijartinan dibe, serkeftineke mezin bidest xist. Li Almere bû partiya yekem û li Den Haagê jî li pey PvdAyê bû partiya duyem.

Wek tê zanîn ji ber ku hikûmeta koalisyonê ya Hollanda çend roj berê hilweşîya û biryare ku di 9ê Hezîranê de hilbijatinên giştî bên çêkirin. Li gora encama van hilbijartinan û ankêtan eger bi vî awayî bimeşe, partiya herî mezin partiya nîjadperst PVV a ku li ser bingeha dijminatiya îslamîyetê û bi wê ve girêdeya dijminatiya biyanîyên ji Rojhela Navîn hatiye damezirandin, ê bibe partiya yekem.

Hêjayê gotinêye ku saredariyên Hollanda xwedî desthilatiyeke mezin in. Şaredar ji aliyê qralîçeyê ve tên tayînkirin û ji bo meclîsa şaredariyê jî ji 4 salan carekî hilbijartin tên çêkirin.

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.