Ji FKKS û ÎKE-yê banga hilbijartinêNETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-04 12:39:21
FKKS û ÎKE-yê gazî kurdsitaniya dikin ku di hilbijartina Îraqê de dengên xwe bidin.
Di hilbijartinê de dengdayîn erkekî netewayetî ye
Îro bi taybet Kurdistana başûr û bi giştî beşên din yên Kurdistanê di prosesekî hessas de ne û dijminê gelê kurd ji bona ku tesîra başûrê Kurdistanê li ser parçayên din çênebe di nav hewildanê de ne û dixwazin dubendî têxin navbera hêzên kurd û Kurdistanî û hewrweha dixwazin tesîra wan li Parlamentiya Iraqê de kêmtir bibe da ku maddeya 140 di jiyanê de bi cî nebe.� Ji bona vê yekê divê hemû partî û lîsteyên Kurdistanê li ser pirsegirêkên ku heta nuha nehatina çareserkirin di Parlamentoya Iraqê de xwediyê yek helwestî bin û hewilbidin ev pirs çareser bibin û sinorê Kurdistanê diyar bibe.
Divê xebata miletê me li Kurdistana başûr serkewtî be, çunkî îro ew hêviya kurdan e!
1.03.2010
Weke ku tê zanîn ku, di 7 ê Adarê de li seranserê Iraqê û li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêk tê.
Em baş dibînin ku, partîyên ereb û hikumeta İraqê, bi hin leyistikên qirêj astengîyan derdixînin pêşîya hilbijêrên kurd yên li derveyî welêt.
Eve bixwe dîyardeya tirs û nesamîmîyeta wan hêzên nijadperestan e. Loma jî Hilbijartina li İraqê gellekî girîng e ku, divê hemû kurdên û kêmneteweyên ji Başûrê Kurdistanê biçine ser sindoqan û mafê xwe yên dengdayinê bi kar bînin.
Îsal, bajarê Kerkûkê jî beşdarî vê hilbijartinê dibe. Beşdariya Kerkûkê serkeftinek ya kurdan e. Em piştrastin ku, beşdariya Kerkûkê ya vê hilbijartinê, ewê temsîla Kurdan li Parlamentoya Iraqê zêde bike.
Bêguman encama hilbijartinên li Kerkûkê, dikare weke referandûma madeya 140 ê jî were �qebûl kirin. Loma jî divê hemû hêz û alîyên siyasî yên Kurdistanê berjiwendiya Neteweyî têxin pêşîya hemû berjiwendiyên din.
Em bawerin ku, serkeftina Milletê Kurd ya di vê hilbijartinê de, ewê qedera cografyeya Kurdistana Federe li Iraqê bide nexşandin. Loma jî temamê Kurdên ji Başûrê Kurdistanê yên li cîhanê divê biçine ser sindoqan û dengê xwe bidine namzedên Kurdistanîyan!�
Em weke Însîtafên Kurd li Ewrûpa –ÎKE, piştgirîya siyaset û struktura Listeya Hevpeymanî ya ku ji PDK, YNK û 12 rêxistinên din pêk tê, dikin.
Em bang dikin ku, her kurdekî xwedîyê mafê dengdanêye, bila erka xwe ya Neteweyî bi cîh bînin û em hêvîdarin ku, Kerkûk a ku Dilê Kurdistanê ye, mesajekê bide dagirkeran û dujminên Kurdistanê.
2010.03.01
Însîtafên Kurd li Ewrûpa –ÎKE
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)