Roja rewanşê: Diyarbekirî li benda vê maçê neNETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-04 13:42:25
Rewanşa maça bi buyer a di dewra ewilde ku li Bursayê hatibû leystin ê roja şemiyê li Diyarbekirê di saet 15.00an de bê leystin.
Rewanşa maça bi buyer a di dewra ewilde ku li Bursayê hatibû leystin ê roja şemiyê li Diyarbekirê di saet 15.00an de bê leystin.
Ji nuha de heyecanek mezin bi diyarbekiriyan ve girtiye.
Li Bursayê çêbûbû.
Di 26.09.2009an de li Bursayê Diyarbekirspor û Bursaspor hatibûn hemberî û hev. Diyarbekirsporê maçê 4-0 wenda kir. Ji encama maçê zêdetir buyerên nîjadperest yên alîgirên Bursayê mohra xwe li maçê xistibû.
Bursapor alîgirên xwe nabe Diyarbekirê
Bursaspor vê heftê dibe mêvanê Diyarbekirsporê û ji nuha de tedbîrên ewleyî hatine girtin. Alîgirên Diyarbekirsporê jî hewl didin ku bi awayeke xweş mazûbaniya Bursaporê bikin û li Trûbîna jî şovê bikin. Muduriyeta Sporê ya bajêr ragihand ku ew ê aligirên Bursayê negrin Stadyûmê. Rêvebirên Bursayê jî ragihandin ku ewê alîçgirên xwe bi xwe re nebin Diyarbekirê
Alîgirên Diyarbekirê dixwazin Trûbîn şov bikin
Grûba aligirên Diyarbekirê ya bi navê AZRAILLER ji nuha ve amadekariyan dike da ku li trûbînan şovê bike. Serokê grûbên Firat Guneş û Ozkan Utku dibêjin, em dizanin ku ê bala hemû Tirkiyeyê ê li vê maçê be. Stadyûma Diyarbekirê jî ê cara ewil hin tezahurat û şovên ku heta nuha ne dîtine bibînin. Me ji bo vê maçê pankartên taybetî amadekirine û bi tazahuratan emê stadyûmê bi kelekel (inim inim) coş bikin. Lê emê nekevin sewiya aligirên Bursayê ku wan li Bursayê li me kir.
Ewê mazûbaniya Diyarbekirê bibînin.
Serokê duyem ê Diyarbekirsporê Suat Onen jî dibêje emê n´mazûbaniyek wisa ji Bursayê r ebikin ku ew ê ji xwe şerm bikin. Ênen dibêje ji ber buyerên dewra ewil em li benda rêvebirên Bursayê bûn ku uzrê xwe ji me bixwezin lê wan nekir. Em bi hefteya li ser vê maçê difikrin. Emê wisa mazûbaniyek xweş li wan bikin ku ewê ji xwe fedî bikin.
Onen dibêje li bajêr ji ber buyerên dewra ewil acizbûneke di nav alîgirên me de derketine. Hêrs bûne Em bangê li wan dikin d akua ram bin.
Maça Diyarbekirspor û Bursasporê roja şemiyê ye û LIGTv jî zîndî weşanê dike
DİYARBAKIRSPOR - BURSASPOR
15:00 / Satdyûm Diyarbakır Ataturk
Hakem: Mustafa Kamil Abitoğlu
YCîgirên hakem: Bulent Gokçü - Kemal Yilmaz
Dörduncu Hakem: Murvet Sezer
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)