Saziyên kurd êrişa ser ROJ TV û saziyên Kurdistanî şermezar dikîn
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-05 10:04:21


Înstîtûta Kurdî jibo lêkolîn û zaniest li Elmanya û KOMKAR eu bi daxuyaniyekê êrîşa ROJ TV-ê şermezar kir.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

KOMKAR eu-yê bi daxuyaniyekê êrîşa ser ROJ TV-ê û girtina xebatkarên wê û rojnamevanên kurd şermezar kir û ji hukumeta belçîkî daxwaz kir ku girtiyan bi lez serbest berde. KOMKAR-ê bang li kurdistaniyan jî kir ku ew reaksiyonên xwe di çarçoveyek demokratîk de nîşan bidin.

 
Înstîtûta Kurdî jibo lêkolîn û zaniest li Elmanya ji di derbarê bûyerê de daxuyaniya jêr belav kir:

 
Hêrişa ku spêdeya roja pêncşemî demjimêr 5 î spêdê bi şêwekî hovane ji aliyê polîsên Beljikî ve bo ser ROJ Tv î û saziyên Kurdistanî em liser nave institute kurdî ya Elmanya û endam û dustan bi tundî şermezar dikîn. Di dîroka ewropa da gelek hêrişên bi vî awayî yên dijî mirovatiyê liser gelê kurd pêkanîne, her ji hêrişên xaçperêsan bo rojhelata navîn taku parçekirina Kurdistanê di peymana Lozanê da û alîkariya rijêma Iraqê û frotina çekê kîmiyayî yê di qada nêvnetewîda hatiye qedexekirin taku bazar di gel dewleta Turkiya û welatên Kurdistan dagîr kirî û kompiloya li hember berêz A.Ocelan û …htd jibo vêjî gelê kurd divê qonaxê da xwedî helgirê nama aştî, demokrasî û biratiyê ye. Vê qonaxê bandore xwe liser dewleta Turk û yên herêmî kiriye lê bi zanebûn weke her car welatên rojava dixwazin bazarê xwe liser xwîn û jinavbirina Kurdan pêkbînin û çekên xwe bifroşin welatên Kurdistan dagîr kirî. Ev nêrînên hovane û di paytexta ewropa da weke hêrişên leşkerî û tîrorê bo ser dezgehek weke ROJ Tv ku dengê gelê kurde û xwedî namek pîroze bi şêweyê stran, kultur û şirove û ramanên cuda xwe digehîne hemû malan û hemû cihan ronî dike. Di sîstema nûya cîhanî da liser nave yekgirtin, dîmokrasî û mafê mirov dixwazin maskên bi qrêj bikar bînin û dostên xwe bi hêrişên li dijî gelê kurd qaîl biken. Em carek din jibo raya giştî ya nêvnetewî aşkera dikîn û dibêjîn; dîrok şahida gelek bûyerên ji van mezintire lê nikariye gelê kurd ji doza xwe dûr bixin û baweriya wan û viyana wan ya azadiyê kêm bikin. Dibeku wan gelek bedelên xirab jî dabin û nikaribin gelê kurd bê bawerî bihêlin. Herwesa kesên ku bûne nwênêrên aştî û diplomasiya kurdî li ewropa nabe bi çi şêweyî kesên ku bivî karê pîroz radibin biken armanca hêrişên xwe yên hovane. Em vê yekê bi karekî tîror û dervey qanona nêvnetewîû mirovatiyê dibînin. Ji bo vê jî em bangî hemû aliyên cîhanî dkîn ku bi zutirîn dem ev karê hovane bête rastandin û bedelên şaşiyên xwe biden û daxwaza lêburînê ji gelê kurd bixwazin. Herwesa bang li ruşnbîr, rêkxistin û saziyên kurdistanî dikîn ku li hember van hêrişan bê deng nemînin û hemû dengê xwe biken yek û rûmeta gelê kurd biparêzin.

 
Êrîşa ser ROJ TV û saziyên kurd yên li Belçîkayê ji aliyê KNK, YEK-KOM û Feyka jî hat şermezarkirin û van saziya jî daxwaza serbesrberdana girtiyan kir.

 
Weka tê zanîn roja berê polîsê belçîî avêtibû ser avayiya ROJ TV û hin saziyên din yên li Belçîkayê û gelek karmendên ROJ TV-ê û herweha siyasetmedarên kurd hatibûn binçavkirin.

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. B. Rênas
    Mîrov Lîsteya $ermezeran dibîne, mat dimîne. Ka kes, komal û partîyên Ewropa li ku ne ? Ka sendîka û kilîse yên Ewropa li ku ne ? Wan (komkar jî di nav de) xwe, bi sîyaseta xwe ya zordarî û zirbazî ya dijî dadî û demokrasi di Ewropa de tecrît kirin, bê heval û hogir man. Tenê $êxên wan ji wan re girîng in. Sîyaseta xwe jî zarten li gora xwestina "$êxên" xwe naki$ kirine, bona vê jî bê kes û bê mal û bê xwedî mane. Kesek wê çima pi§tgirîya zalîman bike ?
  2. Rastigo
    Belê Kurd dibin netew Le hêjayî gotinê yejî; MED û ROJ heta îro tu carekê jî qala KOMKAR û Dezgehên din yên Kurdistanî nekiriye . Insallah ew jî vê fehm bikin .Le maalesef hedî dereng e. Ez dîsa jî girtina ROJ ê sermezar dikim .Ew xwin û canê Milletê Kurd bû. Biji Kurd bimrê Dujmin!!!
  3. m.zeki cilgin
    birastiji kurd dibin netew,siyasetek liser bingehe demokratik-netewi dimesinin siyaseta liserbingehe demokratik-netewi eve.
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.