Kerkûkî serhildana 1991ê pîroz kirNETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-05 18:19:10
“Silav li cemawerê bajêrê Ranya bin, ku ew dergehê serhildanê ye û silav li Kerkûkê bin ku taca serkevtinên serhildanê li ser keleha wê hat danîn.”
Serokê Parlamenta Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî, bi minasebeta 19. Salvegera serhildana seranserîya cemawerê Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî hemû çîn û texên xelkên Herêma Kurdistanê û kes û karên şehîdan, enfalkirîyan û pêşmergeyên giyanfida kir.
Peyama pîozbahiyê ya Kerkûkî ev e:
Bi minasebeta derbasbûna 19 salan bi ser bîranîna serhildana seranserîya cemawerê Herêma Kurdistanê de, em germtirîn pîrozbayîyê pêşkêşî hemû çîn û texên xelkên Herêma Kurdistanê û kes û karên şehîdan, enfalkirîyan û pêşmergeyên giyanfida dikin.
Ji hemû alîyan re aşkira ye, ku roj bi roj destkevtên serhildanê bilindtir, pîroztir û bêtir dibin. Ji hemû alîyekî jî re şanazî ye, ku piştî 19 salan herêma kurdistanê her siyasetek hekîmane bi rê ve biriye, da ku di çarçêweyê Iraqeka federal de bi mafên xwe yên qanûnî û destûrî şad bibe û xebatek berdewam jî kiriye, da ku roj bi roj destkevtên bêtir bi dest ve bihîne.
Evroj jî ji me re serfirazî ye, ku Herêma Kurdistanê wek herêmeka federala Iraqê, mafên xwe li angora destûra herdemîya Iraqê pêk dihîne û gelên herêma kurdistanê, bi hemû çîn û pêkhatên xwe yên neteweyî û oldarî ve, nimûneyeka bilinda jîyana bi hev re didin nîşandan û xelk wê wek nimûneyeka bilinda demokrasîya Iraqê dibînin.
Niha pêkanîna demokrasîyê, avakirinê, xweşguzeranîyê, pîkolên ji bo bi destxistina mafên pîşeyî û avakirina jêrxaneya aborî li pêş dikevin, ku bi egerê serkevtina serhildanê, hêzên pêşmerge, cemawerê kurdistanê, hilbijartinên seranserî û damezrandina parliyamentê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêk hatine û bi tevî asteng û nexweşîyan jî, pêngavên baş hatine birrîn û beşekî temamê hêvîyên şehîdan pêk hatiye. Em jî roj bi roj berdewamîyê didin hebûna sazmanên demokrasîyê.
Em evroj jî li beramber serhildana cemawerîya Herêma Kurdistanê yê li deverên arêşedarên wek Kerkûkê, Şingalê, Xaneqînê, Mendilî, Mexmûr û hemû cihên din in û ev serhildana han jî, serhildana ji bo çûna ser sindoqên hilbijartinan û dengdanê ye, da ku em nûnerên herêma kurdistanê di nava parliyamenta Iraqê de bêtir û bi hêztir bikin.
Silav li bîranîna 5 ê Adarê û pirîska yekema serhildanê bin.
Silav li cemawerê bajêrê Ranya bin, ku ew dergehê serhildanê ye û silav li hemû bajêrên Kurdistanê bin û silav li Kerkûkê bin, ku taca serkevtinên serhildanê li ser keleha wê hat danîn.
Silav li giyanê pakê şehîdên serhildanê û hemû şehîdên kurdistanê bin.
Kemal Kerkûkî
Peyamnêr
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)