CHAK: Mafê ragihandinê yê Kurda nikare bê sînorkirinNETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-05 18:35:14
Em van êrişên bê bingeh yên dewleta belçîkî ya li himber kurdan bi tundî şermezar dikin û dozê dikin ku kesên hatine girtin bêne berdan!
Kurdocide Watch CHAK – Bakur bi daxuyanîyekê êrîşa li ser Roj TV’yê û girtina siyasetmedarên Kurd şermezar kir.
Daxuyanîya CHAK’ê ev e:
“4ê sibata 2010, bi berbangê re, polisên eskerî yê belçîkî, girtin ser dezgeh, komele û medya kurdi.
Makamên belçiki, 25 rojnamevan rêber û di nav wan de Remzî Kartal û Zubeyir Aydar- siyasetmedarê kurd girtin.
Weşana Roj-TV rawestandin.
Ji me ve xweş diyare bê ka dewletên Tirk û Îran çawa tevdigerin ku siyaseta kurdî û pareti û dezgehên kurdi têkbibin, çi dikin ku televizyonên kurdi Roj TV û Newroz TV bigrin.
Gelo di karê ku Îran û Tirkîye biser nakevin de dê Belçika biserkeveî!
Bi vê kiryara xwe Belçika mafê demokratik û azadiya mafê axaftine kiriye bin lingan.
Em van êrişên bê bingeh yên dewleta belçîkî ya li himber kurdan bi tundî şermezar dikin û dozê dikin ku kesên hatine girtin bêne berdan!
Bihêlin bila kurd li kanala xwe ROJ TV azad temaşe û guhdar bikin!
Kurdocide Watch CHAK – Bakur”
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)