Ji Komela Niviskarên kurd ya Amedê sê daxuyanîNETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-06 13:00:30
Komela Nivîskarên kurd ya Amedê bi boneya êrîşa ser ROJ TV-ê, salvegera bûyerên 12.-ê Adarê û mirina nivîskar û lêkolînerê giranbuha Rezoyê Osê sê daxuyanî dan.
Bo raya giştî
Roj tv. wekî gellek dezgehén li der û li hûndiré welét én bi tékoşîn û berxwedana bénavbar hatine bidestxistin, destkeftiyeke gelé kurd, dezgeheke bingehîn é millî û neteweyî ye.
Ji serdema damezrandiné û heta véga, Roj Tv. bi weşana xwe, bi bernameyén xwe yén pirzimanî, li gel çand û zimané kurdî, bûye tercûmané hest û hizr û daxwazén kémneteweyén kevn én li ser axa Mezopotamya; Asûrî, Suryanî û Ermeniyan…
Li dewleteke serbixwe jî bi qasî bernameyén Roj tv. bernameyén birrreng, xweşaheng û pirdeng nahatine péşkéşkirin, û ranegihane bînerén kurd én di nava sînorén dewletén ku zimané kurdî qedexe; Tirkiyeyé, Îrané, û Suriyeyé.
Di nava tixûbén Yekitiya Ewrûpayé de, li welatekî çandfere û fereziman wekî Belçîkayé, liv û tevgera li dijî Roj Tv, qetek ji polîtîkayén durû û nû yé dewletén Ewrûpî ne, gelo?
Divé bét zanîn ku, girtin û qedexekirina Roj Tv.yé birîna zaré kurda ye.
Di zagonén bingehîn de, di xalén Konversiyona Ewrûpayé de, mafé zaman wekî mafekî rewa û jéneger bo her netew, kom, kéwnetewî hatiye bicihkirin.
Li ser parzemîna azadiya bésînor, li dewleteke mîna Belçîkayé ku layangiré derbirîna azad e, û wekî navanda dad û maf û demokrasiyé té helsingandin de, desteserkirina kurdan, girtina Roj tv û xebatkarén wé, şermî û rûreşiya tevahiya dewletén Ewrûpayé ye.
Bo raya giştî
Bi sinor û sersedén asé ji hev hatibe cudakirin, û her qeték di nava sînorén dewletén dagirker û xakdabeşker de kitm û fetîs hatibe hiştin jî; kurdan di her demé de, wekî netew xwe kurd, welaté xwe jî wekî Kurdistan zanîne...
Xwediyén vé hişmendiya millî, héz û himmeta xwe ji bavé ramanweré hizra û véna neteweyî, xwediyé Mem û Zîné Ehmedé Xanî distînin..
Di qonaxén herî dijwar de nûnerén vé feresaté, péşewayén mîna Qazî Mihemed in, ku di dadgehén dagirkeran de gotine, ’Kurdistan mala her kurdî ye’!
Komeleya Nivîskarén Kurd xaké xakeke yekpare, neteweyé kurd jî wekî yek neteweyî dibîne.
Ji vé feraseté; em éşa serhildana 1925é ji ya li Çar Çira; tehcîra Dersimé ji komkujiya l’ Helepçe; ji ya Gelî Zilan, ji ya Sasoné, ji Newala Qesaban dûr û cuda nabînin, û nanîrxînin
Di salvegera 6.emîn a şehîdén 21é Adaré de, eniya dijkurd, bazirganén éş û xwîné, desté gelé kurd é bo aştî, biratî û pékvejiyîné diréjkirî; li der û li hundir bi érişkeriyeke hovane, biserdegirtina dezgehén millî neteweyî, kelepçekirina destén nûner û réberén gelén kurd, li temenén zarok cezeyé hepsé, birrîna salan rewa dibînin.
Sersaxî
Di wektekî ku me biryar dabû, bi navé Komeleya Nivîskarén Kurd em é bén serdana qelemdaré wérek û zîrek, xoşewîst Rezo Osé ; ji enameya rézdar Koné Reş û telefona biréz Siyamend Birahîm em pé hesiyan ku çûye ser dilavaniya xwe.
Bi qasî ferdekî malbatî wî, em xemgîn in.
Ew bira-nivîskarekî nefsbiçûk, mirovekî xweşbîn, hevalekî zarxweş û sohbetxweş bû.
Ew; li ser riya bédawî ya ziman û çand û toreye kurdî neferekî béwestan, xîretkéş û hizirgewre bû.
Em dibéjin, her mirin hebekî zû ye.
Em dibéjin, her mirin béşerm û bérû ye.
Em sersaxiyé didin malbat û heval û hogirén wî.
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)