Agirê Newrozê li Wuppertalê hat dadanNETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-07 11:28:12
Pîrozbahiyên Newrozê li Ewropayê dest pê kir. Agirê Newrozê li Wuppertalê pê ket û ê mehekê pêketî bimîne.
Bi hatina Adarê li navendên Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê jî dest pê kir. Êvara bohirî li bajarê alman Wuppertalê agirê Newrozê hat dadan.
Serokê KOMKAR eu-yê Kovan Amedî bi axavtinekê yekem pîrozbahiya li Almanyayê vekir.
Amedî di axavtina xwe de li ser wateya Newrozê rawestiya û gotin anî ser rûdanên dawî yên li Tirkiyê û hemû parçeyên Kurdistanê. Amedî got; li Tirkiyeyê bi axavtina serokwezîrê Tirkiyeyê birêz Recep Tayîp Erdoganî ya li Diyarbekirê ku di sala 2005-ê de kiribû pêvajoyek nû dest pê kir, axavtina serokkomar Abdullah Gulî lez da vê pêvajoyê û ew vê pêvajoyê êrênî dibînin piştgirî didin reformên siyasî û ji hukumetê daxwaz dikin ku bi lez rê li ber perwerdeya bi kurdî veke, operasyonan rawestîna û girtîgehan vala bike.
Amedî di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir ku ew qedrek mezin didin tekoşîna gelê kurd ya li hemû parçeyên Kurdistanê û bi taybetî serkevtinên Kurdistana federe.
Di vê pîrozbahiya ku hersal weka keveneşopiyekê tê lidarxistin, nûnerên gelek rêxsitinên kurdistanî û alman, rewşenbir û siyasetmedarên kurd û alman û bi hezarn jî Kurdistanî beşdar bûn. Sekreterê PSK-ê Mesûd Tek, parlamenterê AKP-ê yê Diyarbekirê Abdurrahman Kurt, namzedên kurd yên parlamentoya Westfaliya bakurê Renê, Yasîn Kut, Çiller Firtina, Alî Atalan û Hamîde Akbayir beşdarên şahiyê bûn.
Şahî ji aliyê programa çandî jî dewlemend bû. Grûbên folklorê yên KOMKAR û KOMCIVANa Swêdê, Grûb Bajar, nûnerên muzîka klasîk ya nûjen Yilmazê Seydo û Delîl Dîlanar, Mikaîl Aslan û Çopî û Şivan Perwer dilê beşdaran geş kirin.
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)