Barzanî: Hê gelek asteng li ser rêya me hene
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-07 12:06:45


Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera serhildana 1991ê û hilbijartinên Îraqê peyamek da.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Peyama Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî a ji bo salvegera serhildanê û hilbijartinên Îraqê li jêr e:

 
Îro rojeke pîroz e di xebata gelê me de. Roja serhildana mezina bihara sala 1991ê ye. Ew serhildan di dîroka xebata gelê me de werçerxanek bû. Ew serhildan ji bo wê hemû zilim û zordariya li gelê Kurdistanê kirî bersivek bû, bersiva enfalan bû, bersiva kîmiyabaran û wêrankirina bi hezaran gundan bû. Di wê rojê da ruha yekrêziyê, biratiyê û hevkariyê kete nav malên hemû kurdan da. Ji ber hindê me karî wê serketina mezin bidestve bînin. Di dîroka rizgarîxwaza gelê me de çend şoreşên mezin, çend serokên mezin, qahreman û jêhatî piraniya wan serê xwe li ser dana, lê mixabin, di encam de hertim şoreşên me rastî şikestinê dihatin, ji ber ku em yekrêz û bi hev re nebûn. Lê raperîn, ji bo me hemûyan, derseke gelek gelek bi qîmet bû, wê yekê nîşan da her dema em yekrêz û bi hev re bin tu hêz û tu diktator nikarin rêya meya ber bi serketin û azadiyê bigirin.

Di heft rojan de seranserî Kurdistanê hat rizgar kirin û du feyleqên leşkerê Îraqê teslîmî gelê kurd û pêşmergeyê qehreman bûn, di wê rojê de gelê Kurdistanê careke din îspat kir ku; belê me bi kiryar bawerî bi lêbihurînê û pêkvejiyanê heye. Ew serbazên di wêrankirina gundên me û di enfal û kîmiyabarankirina me da beşdarî kirî, miletê kurd ew mêvan kirin û bi rêz û huremet rê jê re vekir ku vegerin nav malbatên xwe. Ev jî mezinî û çanda lêbihurîna gelê Kurdistanê nîşan dide. Nuha ez hêvîdarim ku ew ruha lêbihurînê û pêkvejiyanê ew rûpelê nûh ku wê serdemê me vekir bû, veger bo nav me û bi canê yekrêziyê û biratiyê bi hev re kar bikin da ku gelê me bextewertir, serferasrtir û seketîtir be.
Ez di vê rojê de pîrozbahiyê pêşkeşî yek bi yekên xwîşk û birayên xwe, li navxwe û derveyî Kurdistanê, dikim. Hêvîdarim pêngav ber bi serketin û serketinên zêdetir berdewam bin.

Di wê serdemê de rûpelekê nû hat vekirin û gelek kesan wisa hizir dikir ku ew biryara Bereyê Kurdistanî ne di cîyê xwe de ye, lê bi kiryar îspat bû ku ew biryareke hekîmane bû, ew emin û aramiya ku îro li herêma Kurdistanê heye yek ji sedemên serekiyên wê biryarê û ew canê lêbihurînê bû ku katiye nav miletê me ye.

Xwîşk û birayên birêz

Du rojên din roja dangdanê ye bo paralmetoya Îraqa federe, ez daxazê ji we dikim ku hemû kes di wê rojê de biçin dengê xwe bidin, çumkî pêwîstiya me bi wê heye ku nûnerên me biçin Bexdayê û ew beşê para meye, beşê me di wê parlamentoyê de, bi timamî nûnerên xwe binêrîn wir. Hêza me di hevpeymaniya me de ye, lê ji bo ku me hevpeymaniyeke bi hêz hebe, pêwîstiya me bi wê yekê heye ku nûnerên me li gor ew beşê para me ye hemû biçin bo Bexdayê û li wira senga kurdan nîşan bidin.

Hêviya min bû ku em hemû bi yek lîst biçin, lê ji her tiştî giringtir ewe ku em hemû bi yek helwest biçin û ew peymana hemû partiyan, di dema ez bi ware civiyam, bi gelê Kurdistanê dabû, hêvîdarim ew ji bîra wan neçe û hemû bi wê peymanê pabend bin, eger me di nav xwe de dîtinên cihê hebin jî, lê li Bexdayê divê em yek helwest bin.

Hûn azad in, xwîşk û birayên xweştivî, dengê xwe didin kê, hûn teqdîra wê yekê dikin, dengê xwe bidin wan kesan ku hûn bizanin dê baştir xizmeta we bikin.

Hêşta gelek li pêşiya me maye û hêşta gelek asteng li ser rêya me hene û gelek kesên wisa hene ku dixazin ew destketiyên bi rêya destûrê bidest gelê Kurdistanê ketine jê werbigirin yn jî kêm bikin. Gelek madeyên destûrê hene ku pêwîste bi qanûnê bên rêxstin, ji ber hindê berendamên me eger bûn nûner û çûn bo parlamentoya Bexdayê divê ew yek li ber çavên wan be ka dê çewa di wî çeperî de şerkerên çak bin. Belê çekê wan destûr û qanûn e.

Em dê hevalbendiyê bi wan aliyan re bikin ku dostên me ne û gelek tiştên hevbeş di navbera me de hene û bi hev re hevxebat bûyîne, di ser hemû tiştan re jî îltîzama wan bi destûrê û bicihkirina madeya 140ê.

Ez bi taybetî daxazê ji xwîşk û birayên xweştivî yên bajarê Kerkûka xweştivî dikim ku îro derfete em îspat bikin ku pênase û nasnameya Kerkûkê nasnameyeke kurdistanî ye. Daxazjê ji we dikim, xwîşk û birayên xweştivî, vê derfetê ji dest nedin.

Herwesa daxazê ji hemû hevwelatiyên xweştivî dikim ji pêşmerge, polîs û asayîş ku ji bo xelkê Kurdistanê azadî, emin û asayîşê pêkbînin û hêvîdarim hilbijartin, hilbijartineke azad û paqij be û xelk azad be û divê di dengdanê jî de azad be û nabe tu asteng bikevine di rêya tu kes, lîst û qewareyan de, hemû kes azade çewa dixaze wisa dengê xwe bide.

Di dawiyê de daxaz serketinê bo we dikim û her şad û serketî bin.

 
KRG

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.