Hilbijartina Parlamentoya Îraqê dest pê kir
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-07 14:10:46


Dengdana ji bo perlamontoya Îraqê vê sibê ji saet 07:00’an ve dest pê kir. Nêzî 19 milyon hemwelatî û li 51 navendên hilbijartinên Îraqê ji bo dengdanê çûn ser sandoqan.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Dengdana ji bo perlamontoya Îraqê vê sibê ji saet 07:00’an ve dest pê kir. Nêzî 19 milyon Hemwelati li 51 navendên hilbijartinên Îraqê ji bo dengdanê çûn ser sandoqan. Hilbijartin ê heta saet 17.00 dom bike


Li Kurdistanê jî beşdariyeke mezin ji bo hilbijartinan hebû.



Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî wek yekem kes li Iraqê, di saet 07:00'an de li dibistana Rewşen Bedîrxanê ya li Silêmaniyê dengê xwe da. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê



Serokwezîrê Kurdistanê Berhem Ehmed Salih, li dibistana Rewşen Bedîrxanê ya li bajarê Silêmaniyê dengê xwe da.


Di daxuyaniyeke çapemeniyê de serokwezîr Salih got: “Hilbijartin westgeheke girîng e di prosesa siyasî de. Ez hêvîdar im bi şêweyekî şefafane bi rê ve biçe û em jî li hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina vê prosesê kar dikin.”


Derheqê encama hilbijartinê de jî serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha got: “Ez naxwazim ji niha ve biaxivim lê pêşbînî amaje bi wê yekê dikin ku posta serokkomarê Iraqê dê her ji bo kurd bibe.”

First ladya yekem a Iraqê Hêro Îbrahîm Ehmed jî li Dibistana 11’ê Adarê ya li taxa Îskanê ya bajarê Kerkûkê dengê xwe da.



van hilbijartinan da nêzî 19 milyon îraqî mafê wan ê dengdanê heye, 6529 namzed ê di nav 164 partî û lîsteyên hevpeymanî de têbikoşin. Hejmara kursiyên Parlamentoyê 325 in. Lê ev partî ê tenê 310 kursî bi dest bixin. Yên mayî ji bo kotayên, xiristiyan, êzdî, Sabî mendaî û şebekanan re hatiye veqetandin. Tirkman jî bi serê xwe beşdarî hilbijartinan dibin.



Hemwelatiyên îraqê yên li derveyî welêt jî ê di navbera 5 û 7-ê adarê de deng bidin. Li welatên wek Tirkiye, Urdun, Misir, Lubnan, Emîrat, Hollanda, Danimarka, Avûstûralya, Swêd, Swîsre, Almanya, Kanada, DYA û Îngîlîstanê ê sandoqên hilbijarinan bêne danîn.



Hejmara hevpeymaniya Kurdistanê ya ji bo dengdanê vê carê 372 ye û dê li 12 bajarên Îraqê û Kurdistanê beşdarî hilbijartinan bibe.



Di lîsteya hevpeymaniya Kurdistanê de, PDK, YNK, bizava îslamî ya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Serbixwe, Partiya Komînîsta Kurdistanê, Komeleya Lîberala Tirkmen, Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîka Kurdistanê, Partiya Karkeran û Kedkarên Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Bizava Demokratîka Gelê Kurdistanê, Lîsteya Tirkmena Hewlêrê û Partiya Exaya Tirkmena Iraqê.


Lîsteya Goran û Yekgirtiya îslamî jî bi serê xwe cuda beşdarî hilbijartinan dibin.


Hejmara kursiyan li gor nifûsa bajaran hatiye tesbîtkirin. Li gor vê ê li bajarên Kurdistanê li Hewlêrê 14, li Kerkûkê 12, li Silêmaniyê 17 û li Dihokê jî 10 kursî bêne derxistin.



 

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. dihoki sehx
    Biji Goran Dnegi Min dengi Goran kak Nosirwan mistafa
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.