Kurdistan; navên 65 hezar dengderan di lîstêyan de nînin
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-07 17:41:54


Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê (LHK) li hemberî nebûna navên nêzî 65 hezar dengderên herêma Kurdistan û deverên cudabûyî nerazîbûna xwe nîşna da.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê (LHK) li hemberî nebûna navên nêzî 65 hezar dengderên herêma Kurdistan û deverên cudabûyî nerazîbûna xwe nîşna da û li ser vê mijarê nameyeke nerazîbûnê ji Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan re şand.


Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê di nameya nerazîbûnê de diyar kir, piştî ku wan prosesa dengdanê ya hilbijartina parlamentoya Iraqê bi temamî şopand, aşker bû ku li sînorê parêzgeha Dihokê navên nêzî 20 hezar, li parêzgeha Hewlêr û qezaya Mexmûrê navên 43 hezar û li parêzgehên Silêmanî, Kerkûk, Diyale û deverên cudabûyî jî navên hejmareke zêde ya xelkê venegeriyaye û ji dengdanê bêpar mane.


Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê di nameyê de tevî ku nerazîbûna xwe li hemerî vê yekê nîşan daye, wê çendê wek bûyerekê li dijî dengderên herêma Kurdistanê bi nav dike û tîne ziman ku ew yek helwesteke siyasî ye. Lewre LHK daxwaza daxuyanî û zanyariyan dike û çareseriyeke guncan ji bo vê meseleyê dixwaze.


Di dawiya nivîsê de jî LHK ragidihîne ku eger bersiveke mantiqî neyê dayîn ew, encaman napejirînin û dê helwesta xwe nîşan bidin.
Pukmedia

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.