Swêd: Operasyona li dijî Roj TV hat şermezarkirin
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-08 13:47:50


Li Swedê 42 ronakbîr, bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên li dijî Roj TV û saziyên kurdan ên din protesto kirin û piştgiriya xwe jib o Roj TV û kesên ku hatine girtin diyar kirin.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Li Swêdê 42 ronakbîr, ku di nav wan de rojnamevan, parlamenter, şaredar, nivîskar, şanoger, akedemîsyen, siyasetmedar, serokên federasyon û hunermendên naskirî hene bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên li dijî ROJ TV û saziyên kurdan ên din protesto kirin û piştgiriya xwe ji bo ROJTV û kesên ku hatine girdin diyar kirin.

Daxuyanî, îro ji medyayê re hat belavkirin û dê ji partî û hikûmeta Swêdê re jî bê şandin.

Daxuyanîya ronakbîran weha ye:

Em operasyona li Belçîkayê ya li dijî ROJ TV û saziyên kurdan ên din şermezar dikin!

Em operasyona hikûmeta Belçîkayê ya li dijî Roj TV û karmendên wê protesto dikin. Ev operasyon xebatên karmendên ROJ TVê yên weşanê asteng dike.

Herweha em destliserdanîna malzemeyên weşanê yên Roj TV, girtina gelek rojnamevan û karmendên ROJ TV û kesên din ên wek siyasetmedar Zubeyir Aydar û Remzî Kartal şermezar dikin.

Ev operasyon, bi awa û naveroka xwe li hember prensîbên huqûqa hevdem e û em operasyonên weha li dijî çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsa kurd dibînin. Em bi azadiya derbirîna bîrûbawerîyê û girîngîya wê bawer in. Lewma em piştgiriya xwe ji bo karmendên ROJ TV û kurdên din ên ku ji aliyê polîsên belçîkî ve hatin girtin diyar dikin.

Divê Yekitiya Ewrûpayê û hikûmeta Swêdê di zûtirîn wextê de nerazîbûna xwe ya li dijî vê helwesta hikûmeta Belçîkayê diyar bike û piştgiriya mafê azadiya derbirîna bîrûbawerîyê ya rojnamevanan, mafê hebûn û azadiya weşanê ya ROJ TVê bike.

Ann-Margarethe Livh, Cîgira şaredarê Stockholmê, ji Partiya Çep
Aras Lindh, Siyasetzan
Ayşe Goktepe, Rojnamevan
Berivan Öngürür, Siyasetzan/siyasetmedara Partiya Çep
Cemil Gündogan, Sosyal antropolog
Dilan Kanat, Rojnamevan
Dilsa Demirbag-Sten, Rojnamevan/nivîskar
Dr. Hashem Ahmadzadeh, universitets lektor
Dr. Huseyin Xelikî, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê
Dr. Welat Zeydanlioglu, Sosyolog
Dr. Chato Rasoal, Lêkolînerê psîkolojiyê
Dr. Osman Aytar , Sosyolog
Evin Cetin, Sekretera siyasî û nemzeta parlamentoyê ya Partiya Sosyal Demokrat
Foad Aram, Derhênerê TVê
Fredrik Malm, Parlementerê Partîya Gel (Folkpartiet)
Hanefi Celepli,Şêwirdarê aboriyê
Haydar Diljen, Nivîskar/mamosteyê kurdî
Herman Mavane, Rêvebirê bernameya TVê
Hediye Güzel, Namzeta Parlamana Swêdê ya Partiya Cep
Jiyan Zandi, Rojnamevan
Josef Erdem, Mamoste/Siyasetmedarê şaredariyê yê Partiya Sosyal Demokrat
Kawe Emin, Rojnamevan
Kemal Görgü, Şanoger/Hunermend
Kovan Amedî, Serokê KOMKAR -EU
Mahmut Kiper, Sosyonom
Mahmut Lewendi, Nivîskar
Mizgin Bingol, Rojnamevan
Murad Ciwan, Rojnamevan
Muzzeyen Esmeroglu, Xwendekar
Nafi Cilgin, Sosyonom/Siyasetmedarê Şarederiyê yê Partiya Çep
Naile Aras, Siyasetmedara Şarederiyê ya Partiya Çep
Reso Zîlan, Zimanzan
Rohat Alakom, Nivîskar
Sabiha Otlu, Pedagoga taybetî
Sakine Madon, Siyasetzan
Shirvan Nuray, Rojnamevan
Sidar Yigit, Etnolog/Rojnamevan
Susana Barmani, Stranbêj
Şermin Bozarslan, Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Vehbi Aydin, Wergêr
Yekbun Alp, Namzeta Parlamana Swêdê ya Partiya Sosyal Demokrat
Özz Nujen, Şanoger/Artîst

Ji bo peywendî û agehdariyên pirtir:

Haydar Diljen, diljen@hotmail.com +46701711508
Hediye Güzel, hediyeguzel@hotmail.com +46 70 306 6603
Evin Cetin, evin.cetin@hotmail.com
+46 76 648 2729

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. B. Rênas
    Er ê, kek Cizirî. Keremkin min û Yalçin Kucuk ê Apo bidin rû hev. Apo di satelîtê xwe de tucaran rê neda min û kesên wek min yên ku her tim li ser xeta kurdeyatî û kurdewerî ne/bûn. Ez ne roj bi roj di televîzyonê wan te$xeleyan de bûn, û min serlêdana Beka'a jî nekir, Apo poh-poh nekir, pesanên derew jî neavitin, û roj bi roj di rojname "özgür Polîtîka" da jî nenivîsand. Ez ji doza Ergenekon jî ne hatim girtin. Hûn wê çawa min û Y. Kucuk ê T.C./Apo bidin rû hev ? Ew çi vîjdan ? Ew (Ap/Kuçuk)çepên T.C. ne, bes ez dijminê T.C. me.
  2. mem cizirî
    gelî xwendevanê NET KURDÊ B.Rêzan û yalcin kucûk bidin berhev bê ka kîjan ji kîjanî bê rûmettire.ez ji nihave weke dengê we bikim kû win dibêjin nalet li her duyan bibare.dêmekî kurdên bivê êrîsê jî kêfxwes dibin hene mixabin xayîn yelasnabin.
  3. Hêjar
    Yekitî "azadî" ye, "rizgarî" ye, bi xwe re "serxebûn û serwerî" tîne; ango rîya "rizgarî û azadî" die YEKITÎ derbas dibe bo kesê dost û zana û xêrxwaz û welatperwer û gelperwer. Ne bo nezanan, murîtan û koleyan, gundîyan. Gundî di dîroka mîrovatî de tucaran nebûn "welat û mîllet"! Muhbîran gundî dane derdora xwe, di dinyayê de tecrît û îzole bûne, serê xwe her roj li kerva dixin, lê he§ên wan nayên serê wan, çima ku "xelk" he$ û aqil dide wan, ango bi xelkê va girêdane, reksa wan dikin, ne reksa kurdîstanî û kurdewerî... De ma keremkin reksa xelkê dombikin. Zû an jî dereng, em ê bibînin ku ew reksa bi dawî te, kesek di dinyayê de govenda wan nagire...
  4. B. Rênas
    CAREK DIN: Eferin ji we re, ku hûn piştpazîya satelîta ku YALÇIN KUÇUK bi salan tê da weşanî kirî dikin. YAŞAR KAYA serokê meclîsekê bû. Lê wî fehmnakir, ku kê ew kar û êrka dabû YALÇIN KUÇIK. Kaya di nivisek xwe de ew yeka aşkere pirsdikir. Kîngê ew pirsa dikir ? Piştî ku wî dest ji Apocîyan berda kiribû ! Bê şik ew ne satelîtek "Kurd û Kurdiistanî" ye. Ew destdirêj û borazana Apo yê, li ser xeta "zordarî û zorbazî" weşane dike. Tu fêda xwe ji Kurdewerî re nîne, lê ji apoperwerî re... WAN HEYA ÎRO BI KÊ RE, BI KIJAN KURDÎ RE YEKITÎ û BIRATÎ ÇÊKIR ? Piranîya wan destnîşandayînan jî baş dizanin ku wî sateleytî dijminahîya wan jî kirî ye. Bes, ku ew gotina Rosa Luxemburg bînin ber çavên xwe jî (Azadî her tim azadî ya yê hemperî te ye) ew şaşîye, çima ku "zalîm û zordar" her tim zalîm û zordar in, çi Kurd, çi Ereb û çi Fars û Tirk... Şîrovedar birêz Mem Cizirî qala "Yekitî" dike. Bes nanivsîne, ku ew teşxeleyan "dijminên" yekitî ne, ketine derdê kemalîzm e. Dijminên wan ne dewlate kemalîst û terorîst e, lê belê AKP ye. BI rastî ger ji dest kemalîstan were, ew ê AKP jî wek Kurdan kevçîyek av de vetisîn in.
  5. mem cizirî
    silaf û rêzên xwe jiwan rewsenbîr û kesayetên tevlî sermezarkirina,bê huquqî kû li dijî sazî û dezgehên kurd bunere disînim.hêvîdikim her kurd li dijî vê helwesta xwe diyarke û yekîtîya kurd avake,yekîtî tenê dikare bibe bersiva vê êrîsa hovane a nato ku li dijî ROJ TV.pêkanî,yekîtî.yekîtî,yekît...
  6. ApeZivi
    Bimre du ruti bimre ewen §erm u heya li ruye wan nine.
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.