Serok Barzanî spasiya kurdistaniyan kir
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-08 14:55:35


“Divê beramber bi pirsên netewî em yek helwest bîn û nûnerên gelê Kurdistanê pêkve ji bo cihbicihkirina destûrê û bi taybetî jî madeya 140 de kar bikin.”


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta biencambûna hilbijartinên li Îraqê peyamek da.

 
Peyama serok Barzanî weha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan!

Silavên biratiyê!

Bi minasibeta serketina proseya hilbijartina parlamentoya Iraqê, ji bo min xweşe germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû gelê Iraqê û bi taybetî jî li gelê Kurdistanê bikim.

Spasiyên bê payan ji bo gelê Kurdistanê û hemû birayên delalên pêşmerge, polîs, asayîş û hemû dezgehên pêwendîdar bi parastina ewlehî û asayîşa li herêma Kurdistanê ku karîn hewayeke aram ji bo hevwelatiyan dabîn bikin da ku bi azadî û dilniyayiyê ve dengên xwe bidin.

Spas ji bo hemû Kurdistaniyên derveyê welat ku li ser dirustkirina astengiya li ber beşdariya wan ji aliyê hinek ji regezperestan ve lê belê wekî ku me dît bi coş û xweşiyeke baş serî li sindoqên dengdanê dikirin.

Spasî hemû qewareyên siyasiyên beşdarbuyiya hilbijartinê dikim ku bi hîmeta hemû aliyek rê nedan ku tu rûdaweke nexweş rû bide û bi vê yekê jî hilbijartin bi awayeke asayî birêveçû.

Her wiha spasî hemû medyayan dikim û her ji niha ve jî pîrozbahiya li wan hemû xwîşk û birayan dikim ku baweriya gel bi dest dixin.

Ji bo me Kurdistaniyan jî dûpat dikim ku divê beramber bi pirsên netewî em yek helwest bîn û nûnerên gelê Kurdistanê pêkve ji bo cihbicihkirina destûrê û bi taybetî jî madeya 140 de kar bikin.

Li ser asta Iraqê jî hêvîdarim ku em hemû bi xwe ve biçîn û bi birayetî hevkariya hevdû bikîn û pêkve Iraqeke federal û demokrat pêk bînîn û girêdayî destûrê bîn û yasa jî serwer be li Iraqê da û em hemû jî pêkve hewl bidîn şerê terorê ji Iraqê dûr bixîn û berjewendiyên bilindên welat jî ji aliyê hemû aliyek ve li ber çav bên girtin.

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
08.03.2010

 
KRG

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
  1. E.DILOVAN
    Sipas NETKURD ji bo nivîsara "SEROKÊ KURDISTANÊ MESUD BARZANÎ." Birastî jî Birêz Barzanî SEROKÊ KURDISTANÊye, ne yê herêma Kurdistan. Bijî Kurd û Kurdistan.
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.