KOMKAR-eu: Zulma li ser jinên kurd berdewam eNETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-08 15:37:13
“Jin, bi hemû êş û azarên xwe, bi xem û xeyalên xwe, bi dilên xwe yên mezin û bi îradeya xwe ya xurt, dixwazin jiyanek bê şîdet û azad bijîn.”
Daxuyaniya KOMKAR-eu’yê ya ku bi minasebeta 8ê Adarê hatiye belavkirin weha ye:
Di 8´ê Adarê roja sembola azadî û wekhevîya jinan de, 8´ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet jî li jinên Kurd, pîroz dikin. Ji wan re jiyanek azad, wekhev û bextewar daxwaz dikin.
Di serdema teknolojî û îlmê de, diviya jiyana jinan de, di warê demokratî û wekheviyê de pêşkeftinên ber bi çav pêk hatiba. Bi giştî di pirsa muşterek ya jinan wek; şîdet, tacîz û cudayetiye de, di nav civatê de agahdarî û zaniyariyek têr û tije belav bûya û di civatê de têgîhiştinek pêk hatiba.
Îro di nav jinên Kurd de, dixtor, endazyar, nivîskar, parêzvan (avukat), hunermend û şaîr hene. Di dem û dezgehên demokratîk û siyasê de jinên Kurd hene û siyaset dikin. Endamê parlamentoyê ne. Elbet evana pêşkeftinên baş in di nav civata Kurd de.
Li welatê me şîdeta li dijî jinan li gor berê kêmbûn xweya be jî, lê hîn jî tund û tûjî li dijî jinan di nav civata Kurd de berdewam e, jin neheqiyek mezin dibînin. Hîn ji keç bê dilê xwe û bê îrada xwe mêr dikin. Hîn jî şîdetek mezin li dijî jinan tê bikaranîn, hîn jî keç bi hinceta ”namûs û şerefê” ji aliyê kesên nêzî xwe ve tên kuştin û şewitandin. Hîn jî mafê wan yê tercîhê bo jiyana xwe tune ye. Hîn jî li hinek deverên Kurdistanê keç tên sunetkirin. Hîn jî jin têra xwe di civatê de cîhê negirtiye.
Zulm û tedaya li ser jinên Kurd, bi her awayî ducar û sêcar e. Jinên Kurd ne tenê ji ber jinbûna xwe, her wisa ji bo nasnama xwe ya netewî jî zulmê dibînin. Di şerê ku li dijî gelê Kurd tê kirin de, tedaya herî mezin jin dibîne. Ev zulma, di jiyana rojane de jî her berdewam e. Wek numûne; di 17´ê Şibatê de jinek bi navê Nafize Gul ji Mûşê diçe Îzmîrê bo tedawîyê, lê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyî ya Ataturk, ji ber ku Nafîze Xanim bi Tirkî nezanîbû, nehatiye tedawîkirin.
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa / KOMKAR-EU, tund û tûjiya li hember jinan mehkûm dike û ji bo jiyanek demokratîk, azad û wekhev têdikoşe.
Jin, bi hemû êş û azarên xwe, bi xem û xeyalên xwe, bi dayikbûn, bi jinbûn, bi keç û xwîşkbûna xwe, bi bedenên xwe yên nazik û lawaz, lê bi dilên xwe yên mezin, bi îradeya xwe ya xurt, dixwazin jiyanek bê şîdet û azad bijîn.
KOMKAR-EU, bi munasebeta 8´ê Adarê, ji hemû jinên cîhanê ra û bi taybetî jî, ji jinên Kurd ra, jiyanek azad û bextewar dixwaze.
08.03.2010
Kovan Amedî
Serokê KOMKAR-EU
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)