Hollanda: 8ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-08 21:00:13


Navenda Jinên Kurd, li Den Haag a bajarê Hollanda, bi coşeke mezin 8ê Adarê pîroz kir.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Navenda Jinên Kurd a Hollanda (Koerdische Vrouwen Centrum), li Den Haag a bajarê Hollanda li Salona Zichtenburgê bi beşdarbûna hejmareke zêde malbatên Kurd, 8ê Adarê bi coşeke mezin pîroz kir.

Şahîya 8ê Adarê, saet di 14:00an de dest pê kir. Şahîyê bi axaftina endama birêvebiriya Navenda Jinên Kurd Bawerê dest pê kir. Bawerê 8ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybetî li jinên Kurdistanî pîroz kir û bi kurtayî li ser dîroka 8ê Adarê axaft.

Piştî avaftina Bawerê, endama birêvebiriya Navenda Jinên Kurd Sevdayê jî bi kurtayî qala serdana heyeta Navenda Jinên Kurd a bo Diyarbekirê kir. Hêjayê gotinêye ku heyeta Navenda Jinên Kurd di 25ê Sibatê de çû serdana Diyarbekirê û di nava 5 rojan de bi Şaredariya Baxlarê û gelek saziyên civakî yên sivîl re hevdîtinan pêk anî û cardin vegeriya Hollanda. Heyet, dê çavdêriyên xwe bi raporekî pêşkêşî rayedarên hollandî bike. Piştî axaftina Bawer û Sevdayê, endama birêvebiriya Navenda Jinên Kurd Nalînê jî şiîra Leyla Qasimê xwend.

Koma muzîkê a bi navê “Koma Dep” bi stranên xwe yên xweş coşa li salonê derxist qada herî jor. Şahî bi xwarin û vexwarin bû û heta saet 20:00î dom kir. Herwiha ozanê nûhatî Sêcan jî bi tembûra xwe bi Bawerê re çend sitiran got.

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.