Li Tirkiyeyê dayik digirîn; lê kî çima digirî?NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-09 08:42:10
Jina general bi deng got: "Em, wek jinên hemdem ên ku dil dane cumhuriyetê, tiştên ku te ji bo me kiriye tu carî jibîr nakin." Wê tenê minetdariya xwe eşkere nedikir, hêsirên xwe jî dibarand; digiriya.
Duh 8-ê Adarê bû; roja jinan a navneteweyî. Wek jinên welatên din, yên Tirkiyeyê jî ev roj bi çalakiyên cuda pîroz kir.
Televizyonan ev merasim û şov dikêşan, jina general teksta ku nivîsî bi deng xwend; "Em, wek jinên hemdem ên ku dil dane cumhuriyetê, tiştên ku te ji bo me kiriye tu carî jibîr nakin." Sevîl Başbûgê tenê minetdariya xwe eşkere nedikir, hêsirên xwe jî dibarand; digiriya. Medyayê ev hêsirbarandin wek trajediyeka mezin nîşan da, ku goya van demên dawiyê çi neheqiyên mezin li orduyê, li generalan û li cumhuriyetxwazan dibin.
Belê, li Tirkiyeyê, dawiya dawî jinên generalan jî hêsir barandin. Dayikên 17 hezar kuştî û wendayiyên fail meçhûl, 40 hezar kurdên kuştiyên şerê qirêj' bi hezaran eskerên kuştî ev 30 sal in digirîn. Jinên generalan jî duh li ber monumenta Ataturk giriyan.
Meriv divê bi ewqasî nemîne; rastiyê bêje ku hêsirbarandina jinên generalan a duh jî şoweka medyayî bû; îdî îşareta wê bû ku ne tenê general, jinên wan jî dest bi dezînformasyon, şow û fêlbaziyan kirine. Lê bira be, nuha rol be jî sibê ê vegere rastiyê.


- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)