Kitêba Îsmaîl Dîndar Kewên birçî deket
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-09 09:47:20


Kitêba nû a Ismail Dindar “Kewên Birçî” ji nav weşanên Avesta derket. Kitêb ji 16 çîrokan pê tê.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Ji çîroka bi navê Kewên Birçî:

Zivistan... Ku zivistan dihat, weke kirasê bûkê, dar-daristan, rez û zevî, çiya û newal seranser spî dibûn. Hesreta çukan, teyr û tilûran mistek reşahî bû. Piştî barîna berfê, xort û zilamên gund derdiketin nêçîra kewan. Em zarok li hêviya mezinan diman. Me bi bayê bezê xwe diavête turikên bav, bira û apên xwe. Bi lez me kewên di turikan de dihijmartin. Dema diya min kew dipirtikandin min jê dipirsî:

“Dayê, bê tiving, kew çawan têne girtin?”

“Lawo, kew di berfê de nikarin bifirin.”

“Çima di berfê de nikarin bifirin?”

“Ku berf dibare, kew tiştekî xwarinê peyda nakin. Birçî dimînin. Ku birçî dibin, hêz di wan de namîne û êdî nikarin bifirin.”

“Bavê min jî wan bi destan digre, ne wisa ye dayê?”

“Erê lawê min, wisa ye, bi destan digrin, kewên birçî nikarin bifirin. Ma tenê kewên birçî ji qerem dikevin? Hemû ajal wisa ne. Mirov jî wisa ne. Ku mirov jî birçî dimînin, ji dest û piyan dikevin. Xwedê tu kesî tî û birçî nehêle.”

“Kewên birçî, nikarin bifirin. Kew, kewên birçî... Birçîbûn...” Û ligel ku ez gelekî birçî bûm jî, min goştê wan kewan nedixwar. Goştê kewên birçî...

İsmail Dindar

Di sala 1965an de, li gundekî Midyadê (Qertmîn) ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê xwe xwend. Di navbera salên 1975 û 1981ê de, li Erxenê 6 salan dibistana Dicle Öğretmen Lisesi, leylî xwend. Di navbera salên 1981 û 1983yan de li bajarê Çanakkale, dibistana bilind a mamostetiyê kuta kir. Di meha reşemiya 1984an de li bajarê Mereşê dest bi mamostetiya dibistana seretayî kir. A niha li Diyarbekrê karê mamostetiyê dike. Bavê 2 kur û keçekê ye.

Ji sala 2001ê ve bi nivîsa kurdî têkildar e. Nivîs û çîrokên wî di rojnameya Azadiya Welat, Gündem, Açılım, Radikal 2, kovara W, Çirûsk, Nûbihar, Emekçiler, Özgür Kadının Sesi, Günlük de der çûn. Heta niha di nivîsên xwe de navê Behlûl Zelal bi kar aniye.

Bi navê Hemû Demsal Payîz in (Belkî, 2007) berhemek wî heye.

Kewên Birçî

Ismail Dindar

Çîrok

ISBN: 978-605-5585-07-5

19.5x13, 104 rûpel, 10 TL

www.avestakitap.com

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.