Li Komeleya ÇIRA ya Amedê “Roja Jinan” hat pirozkirinNETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-09 09:54:50
Li Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê, ji aliyê jinan ve bi mebesta “8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cihanê” çalekî hatin lidarxistin
Li Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê, ji aliyê jinan ve bi mebesta “8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cihanê” çalekî hatin lidarxistin. Gelek kes beşdarê bernamê bubûn û di nav çoşek mezin de vê roja teybet hat pirozkirin.
Bername bi giringiya 8 Adarê dest pê kir û di dîrokê de di vê warê de jinên ku cîh girtine; yên li hemberê zilm û zordariyê serî hildane û di vê warê de jiyana xwe dest dane, ji bona wan slaytek hat nîşandan. Herweha, di slaytê de jiyana jinên ku di nav tekoşîna neteweyî ya Kurd de cîh girtine, jî hat nîşandan.
Piştî nîşandana slaytê, li ser navê Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê Îlknûr Mizrak axaftinek kir. Mizrak di axaftina xwe de weha got; “Roja 8ê Adarê di sala 1857an de li bajarê New York yê Emerîkayê bi qasî 40.000 kedkarên tekstîlê ji bona jiyanek baş dest bi grevê kirine. Lê, ev grev ket ber xezeb û êrişa hêzên emnî yên Emerîkayê û bû sedemê alozî û bûyerên mezin. Di aloziyê de pêşangeh hat şewitandin û di vê şewitandinê de piraniya wan jin, bi tevayî 129 karkêr hatin kuştin. Di dema definkirina wan kuştiyan de bi qasî 100 hezar mirov beşdarê merasima cenazeyên wan bibûn.
Di sala 1910an de li bajarê Kopenhag yê Danîmarkayê di Komcivîna jinên girêdayê Enternasyonala Duyemîn de ji aliyê Rêbera Sosyal Demokratên Alman Clara Zetkîn ve hat pêşniyarkirin ku ji bona bîranîna yên ku di wê şewtandinê de jiyana xwe ji dest dane, roja 8ê Adarê bibe roja ‘Roja Jinên Kedkar ya Cihanê’ û ew peşniyariya Clara Zetkîn hat qebûlkirin.”
Piştî axaftina Mizrak, herweha skeçek li ser dema dawî ya îdamkirina keça kurd Leyla Qasim ku bi lehengî li hember zilma dagirkeran tekoşîn û berxwedanek bêhempa daye, hat leyîstin.
Axaftina Leyla Qasim ku li ber sêdarê kiribû û wek şeqem li rûyê dijmin hatiye danîn, di salonê de di nav başdaran de xemgîneiyek mezin peyda kir. Piştî idamkirina Leyla Qasim merşa Ey Raqip hat xwendin.
Piştî nîşandana skêcê xwendekarên lîse yên Komeleya ÇIRAyê li ser 8ê Adarê helbest xwendin.
Omer MAVLAY/ Dema Nû
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)