Hilbijartin referandûm buya Kerkûk dihat ser Kurdistanê
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-09 13:41:08


Siyasetvanê Serbixwe yê Kurd Mehmûd Osman ragihand ku ev encama ku kurdan li Kerkûkê bi dest aniye giring e û pêwîst e em planekê amade bikin da ku fêde ji vê encamê wergirin.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Parlamenterê Iraqê û namzedê serbixwe yê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li bajarê Silêmanîyê Mehmûd Osman ji AKnewsê re got “Ev encama ku kurdan di hilbijartina Kerkûkê de bi dest anîne nîşan dide ku di dema refrandûmê de ji bo çareserkirina çarenivîsa Kerkûkê dê kurd piranî bin”.


Osman ku li gorî encamên nefermî dengên pêwîst bo Parlamenterıyê bi dest aniye wiha got, “Ji niha ve divê ku em yek helwest bin, bi taybetî li ser devereke weke Kerkûkê nabe cudahî di helwestan de hebe, digel ku li Herêma Kurdistanê normal e hevrikiya siyasî û cudahî di kar de hebe”.


Osman wiha berdewam kir, “Pêwîst e ku planek bê amade kirin ji boem fêdê wergirin ji encama hilbijartina Parlamentoyê ku kurdan bi dest aniye. Bi duristkirina pêwendiyan bi Ereb û Turkimanan re û heya pere jî bo xizmetkirin û razîkirina xelkê bê xerckirin”.


Li gorî encamên nefermî lîsteyên kurdistanî ji koma 12 kursiyên parêzgeha Kerkûkê 7 kursî garantî kirine.


Di hilbijartina roja Parlamentoyê de ku roja yekşemiyê hate pêkanîn,19 milyon dengder yên 18 parêzgehên Iraqê û 1 milyon û 900 hezar dengder di 16 welatan mafê dengdanê hebûn ku tê de 6 hezar û 172 namzedên lîsteyên beşdar ku 803 ji wana jin bûn, hevrikiyê dikirin bo bidestanîna 325 kursiyan ku 82 kursî bo jinan e.


Neteweyên Yekgirtî 13 tîm li bajarên Bexda, Nînova, Enbar û Kerkûkê belav kiribû û 500 çavdêrên navdewletî û 70 çavdêrên Komkara Welatên Erebî û 250 hezar çavdêrên hundirîn, bi 100 çavdêrên Yekîtiya Ewropayê re hilbijartinan Parlamentoya Iraqê şopandin.

şm AKnews

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min destpêkirina şer a ji nuh ve ê pirsa kurd


Çareser neke
Çareser bike
Nizanim

  1. Hamid Omerî
  2. Şakir Epözdemir
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. Mûrad A. Ciwan
  5. Mûrad Ciwan
  6. M. Şefîq Oncu
  7. Raif Yaman
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Hoşeng Broka
  10. Edan Stêrk
  11. Hasan Kaya
  12. Gernas Amedî
  13. Mazhar Duderî
  14. Tosinê Reşîd
  15. Salihê Kevirbirî
  16. Alî Fîkrî Işik
  17. Hesenê Dewrêş
  18. Keya Îzol
  19. Firat Cewerî
  20. Aylin Unek
  21. Yûra Nabîêv
Hamid Omerî

SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.